Kategoriyan hilbijêre;

Tenê yên kurdî?:

Pêşîn yên:

Agahî: dema 2 an jî zêdetir kategorî hatin hilbijartin, bila mijar wan hemû kategoriyênku te bijartine, bihewîne an hema tenê yek ji wan kategoriyan bihewîne jî bes e?
Hemû an hema kîjan be:


8 mijar û 9 peyam
di helbestên berken bereh de jin - tirşik
di helbestên berken bereh de jin
(3) (0) (1)
di mijarê de bigere

1. di rêziknameya helbestkêr de jiholêrakirina sînorên destpêk û dawiya jiyanê û xweavêtina bextê kêliyên jiyanê hene. dema ev tişt pêk were vêca empatî dest pê dike û dema empatî dest pê dike jî vêca helbestkar/î dibe saziyek serbixwe. dema em dêna xwe didin mamo berken bereh, em dibînin ku di çînên helbesta wî de çîna herî jor û xwedayî “jin” e! di kurdistaneke bindest de jin çawa du qatî mêran diheciqin, di tekstên berken bereh de jî jin du qatî mêran hêjatir û xwedayîtir in. berken bereh, qedrê jinê yê bêhempa gelek paqij û bedew destnîşan dike, bi awayeke gelek tûj dijberî zilma li ser jinê ye û di helbestên wî de jineke kurd ku kêrnehatî tuneye; jin şervan in, dayîk in, kubar in, bedew in, leyla qasim in, bêrîvanên bedew in ku ji ber diravan bi destê bav û birayên xwe dibin bûka mêtingeran, xezalên batmanê ne ku xwe ji dêvla ronakbîran dikujin, kakilê jiyanê ne... di helbesta bi navê “şerbeta ji êgir” beşa iii. de puzzle temam bûye û ew mêran têxe di bin lingê dayîkan de, ku dibêje:

“dayîkên botî;

ew kubaresmerên

ku dişibin azadiyê

zarokên wan

ên ji pişta kêrê”

gelek caran em ji bo şikandina klîşeyan dixwazin vegotinên nû/jen rêz bikin li ser kaxizên dûşîze. lê bila neyê jibîrkirin, tiştê/a klîşe hê nebûyî klîşe tiştê/a herî balkêş û xwedînirx bû. erotîzm çawa parçeyek mezin ya evînê be, her wiha parçeyeke mezin ya wêjeyê ye jî. lê di vir de tişta esas “evîn” e. referansa erotîzm û wêjeyê evîn bi xwe ye. jixwe rênas jiyan di "ji şevê re" de wiha dibêje: “wêje jî, erotîzm jî bêyî evînê nikarin hebin, bêyî wê nikarin deqeyekê jî biqedînin.” eger helbestkar ji bo şikandina klîşeyan ne bi evîndarî lê bi hovîtî risteyan biristîne, ew ne helbestkar e! tiştek din, vêca ew welat bindest be û helbestkar jî keç û jinên wî welatî wek objeyek bibîne ew ne helbestkar e! ew çi ye? ew doxînsistê ku hînî xwendin û nivîsandina kurdî bûye ye; nûjenî û şikandina klîşeyan jî bo wî hincetên xapandina tecawuzê ne. lê mamo berken di tu risteyên xwe de jinê wek objeyek nedîtiye, tam dijberî vê jin ber dilê wî xwedawend in û li çîna herî jor in.



27.10.2013 16:22 | zero


dengdanên dawîn (yên din..)
pelûl [1]
Diranê feqîran di pelûlê da dişike....
tirşik translate [3]
Mirmirokî:kekremsî Mêrokî:erkeksî Mîrovokî, merivokî: însansi Tirş...
kerguh [3]
Ajalekî şêrîn e Ji bo "taybetmendiyên" wan gotine kerguh. Gu...
pelûl [1]
Ez pir jê hez dikim li jor nivîskar gotiye xwarin û şêraniya pîr û ka...
pelûl [1]
şêranîya ku bi ard-arvan û av û şekir çêdibe. kesê bixwaze kare ji dêl...
belki ev jî bala te bikişînin
» helbestên kovara nubiharê
» berkeno
» jinikok

Kategoriyên mijarê:: wejehlbst
nivîskarên ku li vê mijarê nivîsîne


sitemap
reklamokên beredayî