Kategoriyan hilbijêre;

Tenê yên kurdî?:

Pêşîn yên:

Agahî: dema 2 an jî zêdetir kategorî hatin hilbijartin, bila mijar wan hemû kategoriyênku te bijartine, bihewîne an hema tenê yek ji wan kategoriyan bihewîne jî bes e?
Hemû an hema kîjan be:


17 mijar û 19 peyam
çar newa - tirşik
çar newa
(1) (1) (2)
di mijarê de bigere

1. komeka mûzîkê ye.. stranên kurdî yên gelêrî bi meqamên nû û bi enstrûmanên curbicur yên dinyayê distirên.. koma çar newa di sala 1999an de tê avakirin.. damezrînerên komê fikri kutlay û ahmet kaya bijîşk in, süleyman gültekin sîgorteger û serhat karakaş jî sosyolog e.. mirov dikare vê komê wek berdewamiya tradîsyona koma amed bihelsengîne ji ber ku serhad û suleyman serkêşiya koma amed jî dikirin.. heta niha bi navê , mak û zîz sê albûmên vê komê derçûne.. çeşn Û çeşîdê mûzîka komê mirov dikare bi giştî wek mûzÎka rockê biwesfîne û tesnîf bike.. lê dema mirov hersê albûmên komê digire ber dest hingî fêm dike ku zehmet e mirov mûzîka komê di nav kategoriya rockê tenê de biwesfîne Û binirxîne..

nizanim çima lê navê stranbêja tirk sezen aksuyê ligel vê komê gelekî seh dikim.. di gelek konsertên xwe yên vê dawiyê de sezen xanim strana bi navêbûkê ku ji aliyê çar newayê ve hatiye berhevkirin û îcrakirin distirê..



27.10.2013 17:59 | endazer

3. koma mûzîkê ya ku bi qasê dizanim wateya navê wê "çar melodî" "çar awaz" (4 ezgi an jî 4 nağme) ye.



28.10.2013 15:15 | simurg56

4. koma ku îro bi daxuyaniyekê eşkere kirine ku belav bûne.

ez daxuyaniya ku ji facebooka suleyman çarnewa hatiye parve kirin, weke hatî parve kirin, parve dikim * ;



"Rayagistî re

Koma me Çar Newa, xebatén xwe yén hunerî da sekinandin.. Em vé yeké we guhdarvanén xwe yé héja u rayagiştî re

parve dikin..

Koma me, di sala 2000´an da ser hîm u mîrasé Koma Amed, bi terefé Dr. Fîkrî Kutlay,

Dr.Ahmet Kaya,Serhat çarnewa (Serhat Karakaş) Süleyman Çarnewa ( Süleyman Gültekin) u Memo Gül (Memo

Gül,pişti sala 2001 i ji komé veqetiya)ve hate damezirandin u di berhemén bi navén " Sî,Mak,Zîz" çékirin.

Prensîbé xebatén komen hunerîda yén herî gring,kêmasîyên wek sekinandina prensîbî,tevawî afirandin, danusandin u

hevparîya bi hevre,u ya herî girîng,nérîna hunerîda hevducudabun, tesîreke negatîf dide ser muzika me..

Xebatén komé ev du salin fiîlî sekinîye.Iro pêda,alîyê huquqî,hunerî,maddî u manewî ku ev çar kes xwedî mafin u

destura wan herçara hevra nebe,endamén komê bi seré xwe nikarin ser navê ÇAR NEWA muzik çêbikin u ev tişt ne

qanunîye u nayê qebulkirîn jî.

Desturiya van çar endeman nebe,ser navê ÇAR NEWA ,çékirina konsert,çalekiyén

hunerî,bernameyén tv,radîo,klîp,cd u hemu karén hunerî té manaya binpékirina huquqî,

prensîbî u nirxên etîke

Silav u réz

04.11.2013

Dr.Fikri Kutlay

Dr.Ahmet Kaya

Süleyman çarnewa"



04.11.2013 19:45 | brusk56

5. koma ku ji ber belavbûna wan xemgîn bûm.

lê ev jî heye, îhtîmalek mezin piştî belavbûnê wê zûtir berheman derxin holê. him belkî stîla wan jî hineke din rûne. bawer im komê, endamên xwe hinek asteng dikir. îşelleh ya xêrê be.



04.11.2013 19:58 | simurg56

6. ji peyvên çar-newa'yê pêk tê

komeke muzikê ya kurdan e..

piştî ku koma amed belav bû çend endamên koma amedê vê komê ava kirin û ez bawer im ku aniha jî ev kom belav bûye..

komeke efsane ye bi ya min gelek stranên xweş çêkirin û diyarî vî zimanî kirin



28.02.2015 15:33 | ferhenga şikestî

7.



28.02.2015 15:33 | ferhenga şikestî

8.



28.02.2015 15:33 | ferhenga şikestî

9. Komeke Efsanewî ...

(bnr: çîmene)





01.06.2020 23:29 ~2020.06.29 17:28 | fîriko lao

Hemûyan Bixwîne

dengdanên dawîn (yên din..)
ên ku dixwazin zarokên xwe bi kurdî mezin bikin [3]
Ne ez im ji ber ku zarokên min tunne ne. ger tûnne bin, ezê çawa wan b...
kompleksa îkarus [3]
(bnr: icarus complex) Îkarûs karakterek ji mîtolojîya yewnan e. Li ...
inglourious basterds [5]
Di derbarê Şerê Cîhanê yê Duyemîn de gelek fîlm hatine kişandin (Rizga...
tiştanok [1]
"Xalê min tê ji deştê qete(parçe) himbanek li piştê"( berisv...
Grass: A Nation's Battle for Life [1]
yekemîn berhemeke sînemayê ye ku qala kurdan dike. berhemeke hêja ye j...
belki ev jî bala te bikişînin
» çar yek
» newala hatila

Kategoriyên mijarê:: kurdukurdi muzikstrnbj
nivîskarên ku li vê mijarê nivîsîne


sitemap
reklamokên beredayî