Kategoriyan hilbijêre;

Tenê yên kurdî?:

Pêşîn yên:

Agahî: dema 2 an jî zêdetir kategorî hatin hilbijartin, bila mijar wan hemû kategoriyênku te bijartine, bihewîne an hema tenê yek ji wan kategoriyan bihewîne jî bes e?
Hemû an hema kîjan be:


19 mijar û 28 peyam
hevotin - tirşik
hevotin
(5) (0) (1)
di mijarê de bigere

1. Lêkereke kurdiya resen û orgînal e. Bêxwedi ye, bexwedî maye. Wateya wê hîn kirin, fêr kirin, 'elimandin e. Rebena xwedê tenê di destnivîsên kevnar de maye û hatiye jibîrvekirin. samî tan lêkerê weke hêvotin û hêvoştinê jî raberê me dike.



Lêker => hevotin

Rayeka dema borî => hevot

Herwekî "min xwe hevot anku min xwe hîn kir"

Rayeka dema niha => hêvoj

Herwekî "ez xwe dihêvojim anku ez xwe hîn dikim"

Peyvên dariştî => xwehêvoj anku xwe bi xwe hîn kirin*

Herwekî "her kurd hima bêje xwehêvoj e lew zimanê nivisîn û xwendinê bi cehd û keda xwe hîn dibin"



Ji ristên qlasîk mînakek ji beyteke melayê cizîrî



Hostayê 'işqê dil hevot ser ta qedem hingî disot

Remza enelheq her digot bawer bikin mensûr e dil



29.10.2013 00:35 | ceso

2. dema wergerê dikim bi pirranî di şûna perwerde kirinê de bikar tînim.. hem di wateya terbiye kirin, edeb kirinê de û hem jî di wateya ders dan, perwerde kirinê de tê bikaranîn.. bêje û biwêjek têra xwe destdirêj e yanî..



29.10.2013 01:17 | endazer

3. min gelek eciband, ji niha û pê ve min ew li ferhenga xwe zêde kiriye



29.10.2013 10:19 | elomelo

dengdanên dawîn (yên din..)
şêx seîd [2]
Şêx Seîd, Şêx Muhemmed Seîdê Neqşîbendî an jî (stur: Ş...
kercews [1]
Ji midyadê veqetiyaye dûre jî búye Navçeya batmanê. Ne şaş bim Navê xw...
nexweşiya mirovê vî wextî [1]
Ji hal û rewşa xwe ne kêfxweş in. Berê hewqas nexweşî, şer, feqîrî, be...
dîsfajî [1]
Zehmetî ú zoriya qurpandinê a di Destpê kirin an domandina wê de. hest...
sallana sallana nietzsche ser avê [1]
Yekê din jî wiha nivîsiye:
(bnr: kurê min nietzsche ji derve sa...
belki ev jî bala te bikişînin
» hevotin

Kategoriyên mijarê:: yendin
nivîskarên ku li vê mijarê nivîsîne


sitemap
reklamokên beredayî