Kategoriyan hilbijêre;

Tenê yên kurdî?:

Pêşîn yên:

Agahî: dema 2 an jî zêdetir kategorî hatin hilbijartin, bila mijar wan hemû kategoriyênku te bijartine, bihewîne an hema tenê yek ji wan kategoriyan bihewîne jî bes e?
Hemû an hema kîjan be:


8 mijar û 10 peyam
marmaray - tirşik
marmaray
(2) (0) (1)
di mijarê de bigere

1. projeya di binê behra marmarayê de rayêxistina rayên hesinî ya ji bo siviktirkirin û hêsantirkirina çûnûhatina bajêr e.. ji aliyê tirkan ve wek projeya sedsala 21. tê dîtin.. di sala 2004an de destpê kiriye û çendî hê bi temamî nehatibe qedandin jî siba yanî 29.10.2013an de bi rêûrismeke fermî wê were vekirin..

proje ji sê beşan pêk tê; beşa yekê bc1 yanÎ bi blokan di binê behra marmarayê de çêkirina tûnelekî.. ev beş temam bûye û ji xwe siba ya ku wê bi merasîmekî were vekirin jî ev beş e.. beşa didoyan; cr1 yanî selihandin û edilandina îstgehên heyî û çêkirina îstegehên nû ye, ev beş jî li ber qedandinê ye û beşa sisiyan jî cr2 yanî kirrîna navgîn û wasiteyên çûnûhatinê ye ev beş jî di çi astê de ye nizanim..

dewleta tirk bi vê projeyê dixwaze parzemînên asya û ewropayê di binê tengava stebolê de bigihîne hev û qewl û peymanên navneteweyî ku berî sedsalan li ser tengava stembolê hatine danan bêhukm bihêle..

gûzergeha projeyê ji gebzeyê destpê dike û digihe heta halkalıyê.. di zikê hev de ji 38 îstgehan pêk tê lê li gorî nûçeyên çapemeniya tirk vêga tenê 3,5 istgeh çalak û berdest in.. proje bi metroya stembolê re jî hatiye senkonîzekirin.. dirêjaya xetê 76.3 km e û di carekî de wê bikaribe 75.000 rêwiyan hilgire û ragihîne..



29.10.2013 01:10 | endazer

2. projeya ku bi rastî jî reklama derbarê de tê kirin, heq dike ye . prejeyek gelekî mezin û kêrhatî ye. lê dawiya dawîn bi perê gelê tirkiyê hatiye çêkirin . akp wisa pesnê xwe pê dide heçko bi pereyê kurika xwe de hatiye çêkirin. hindik maye bibêjin tenê bila kesên reya xwe dayî akpê siwar bibin .



29.10.2013 19:28 | brusk56

3. projeya careke din quweta akpê ya di warê reklamê de radixe ber çavan e. hema bêje dikarin tenê li ser vê yekê sed salan xwe mafdarê her tiştî derxin.



29.10.2013 20:03 | azadixwaz

4. ev proje cara yekem 1860 e de xeyalê Padisah Abdûlmecid e ji ber ve dibejin 'Projeye Asrê '.



29.10.2013 22:01 | gelawej

5. ji ber ku mirovan (bi taybetî zarokan) heta niha 7 caran pêl li bişkojka "hawar"ê kirine û bûne sedema rawestîna marmarayê, niha li serê her bişkojkê nobedarek danîne.

ji bo teknolojiyek evqas pêşketî, çareseriyek evqas paşdemayî!

an jî; ji bo gelek evqas paşdemayî, teknolojiyek evqas pêşketî!



04.11.2013 20:05 | simurg56

6. JI AYRilikçeşmesi ta kazliçeşme pênc rawestgeh in: ayrilikçeşmesi-uskudar-sirkeci-yenikapi-kazliçeşme. rê qederê 20 deqqe dom dike, û di heman demê de înetgarsyona wê bi metroya kadikoy-kartalê, yenikapi-haciosmanê û metrobûsê jî heye. Meriv bi istanbulkart dikare lê siwar bibe. li RAWESTGEHA YENÎKAPI YÊ HIn BERMAYÎYÊ dÎROKÎ TÊN PÊŞANDAN, RÊYA WE PÊ KEVE, LI WAN BInERIn, JÊ NEMÎNIN.



18.10.2014 00:13 | seydayê_peyvan

7. projeyo ke weş o.



la bin behrê de şino û her istasyonê ey de, cayan ra cayan, av betonan ra rijêno. sedemê aw ez zaf bawer nêkena 'marmaray' ra.



18.10.2014 02:30 | endazyar

dengdanên dawîn (yên din..)
pelûl [1]
Diranê feqîran di pelûlê da dişike....
tirşik translate [3]
Mirmirokî:kekremsî Mêrokî:erkeksî Mîrovokî, merivokî: însansi Tirş...
kerguh [3]
Ajalekî şêrîn e Ji bo "taybetmendiyên" wan gotine kerguh. Gu...
pelûl [1]
Ez pir jê hez dikim li jor nivîskar gotiye xwarin û şêraniya pîr û ka...
pelûl [1]
şêranîya ku bi ard-arvan û av û şekir çêdibe. kesê bixwaze kare ji dêl...
belki ev jî bala te bikişînin
» marmaray

Kategoriyên mijarê:: jiyan
nivîskarên ku li vê mijarê nivîsîne


sitemap
reklamokên beredayî