Kategoriyan hilbijêre;

Tenê yên kurdî?:

Pêşîn yên:

Agahî: dema 2 an jî zêdetir kategorî hatin hilbijartin, bila mijar wan hemû kategoriyênku te bijartine, bihewîne an hema tenê yek ji wan kategoriyan bihewîne jî bes e?
Hemû an hema kîjan be:


8 mijar û 11 peyam
farid farjad - tirşik
farid farjad
(2) (0) (1)
di mijarê de bigere

1. vîrtîozê navdar yê kemanê,ji rojhilatê kurdistanêye.gor hin otorîtan hunermendê herî mezin yê kemaneye

berhema wî ya golha berhema wî ya herî te naskirin û guhdar kirin



31.10.2013 03:59 | hotîkê medê

2. vîrtîozê ku nabêje ez kurd im lê li gor kurdan kurd e ye .* (bnr: mesut özil)

2 caran li zaningeha dîcleyê konser da. lê bilêt ew qas giran bûn ku me nekarî em biçin. lê dîsa jî hemû bilêt xelas bûbû tabê .

hin kes ew qas tesîra mûzika vî zilamî zêde dikin, ez ê tu caran nekarim wan fêm bikim.temam mûzîkekî baş e , temam bila gelek baş be .lê giriyê mirov nayne. xwe nedirînin ..



31.10.2013 18:58 | brusk56

3. hunermendekî ku hingî tirk xwe lê kirin xwedî me re nema dixwaze lê guhdarî bike



18.12.2013 21:51 | bavêhegel

4. hûnermendê ku her hevalê brusk56şevekê bi tenê lê godarî bike wê fikrên wî biguhere. ji ber kû di muzîka wî de hestên evînê hestên bêryakirina welat heye.



05.05.2014 23:01 | hotîkê medê

5. vîrtûosê tu eleqeya wî bi kurdîtiyê re nîne, nizanim kê ev tişt ji kû dera xwe deranî.. camêr dema hatî amedê kosensertê, hevpeyvînek dabû rojnameya zamanê, nûçegihanê rojnameyê bi zmaneke serîh jê pirsîbû bê ka kurd e an na, wî jî bi zimaneke serîh bersiv dabû û gotibû na ne kurd im.. faris e û welatiyê amerîkayê ye..



ew pirs û bersiv;



Sizin Kürt kökenli olduğuz da yazıldı. Doğru mu? (li gelek cihan behsa we dibêjin bi eslê xwe kurd e, rast e?)



iran'da çok kürt var, ama ben değilim. farisî'yim. (li îranê gelek kurd hene lê ez ne kurd im, farisî me.)



temamê hevpeyvînê; http://www.zaman.com.tr/cumaertesi_farid-farjad-turkiyeden-baska-hicbir-ulkede-bu-kadar-sahiplenilmedim_963519.html



24.05.2014 00:21 | endazer

6. Aniha li amedê li bajarê xeyala min de li seyyareyekê( kurdên başur bo erebê seyyare dibêjin * ) farjad guhdarî dikim ; li cotmehê evîn cûda ye... her çendî kurdîstan di rewşeke tarî de be jî dîsa jî jîyan xweşe li kurdîstanê...



12.11.2016 18:14 | azad30

8. ji ber ku muzikvanekî pir serkeftiye, herkes lê xwedî derdikeve. li gor hevalên min yên azerî jî di eslê xwe azerî ye. lê bi ya min (bnr: aborjîn) e*



13.11.2016 14:34 | nazim tolhildan

9. Vîrtuozê demekê (navbera salên 2009-2012) di nav Kurdan de gellek navdar bû ye. Li Amedê mirov biçûya kîjan kafeyê te hew dît muzîkên wî lê didan. Gellek kesan muzîkên wî dikirin dengê zîla telefonê. Lê naha haya kesî jê nîne ez bawer im.



01.12.2019 13:16 ~13:19 | nan û av

10. Vîrtîozê kemanê. Wan rojan her şev guh Didim dengê kemana wî.



10.07.2020 00:01 | kajav

11. Jê re “mêrkê kemanê digrîne” tê gotin. Vêca girîn, zarînê jê dibe û kambaxê bi şevê de tîne



17.08.2023 14:39 | evcebarê pirê

12. wek background music dema, berhemên wî tên bikaranîn, nayê tehemmûlkirin. êdî bes e.

li stenbolê dije.



19.08.2023 00:11 | wiha wilo wisa

dengdanên dawîn (yên din..)
pelûl [1]
Diranê feqîran di pelûlê da dişike....
tirşik translate [3]
Mirmirokî:kekremsî Mêrokî:erkeksî Mîrovokî, merivokî: însansi Tirş...
kerguh [3]
Ajalekî şêrîn e Ji bo "taybetmendiyên" wan gotine kerguh. Gu...
pelûl [1]
Ez pir jê hez dikim li jor nivîskar gotiye xwarin û şêraniya pîr û ka...
pelûl [1]
şêranîya ku bi ard-arvan û av û şekir çêdibe. kesê bixwaze kare ji dêl...
belki ev jî bala te bikişînin
» farid farjad

Kategoriyên mijarê:: muzikstrnbj
nivîskarên ku li vê mijarê nivîsîne


sitemap
reklamokên beredayî