Kategoriyan hilbijêre;

Tenê yên kurdî?:

Pêşîn yên:

Agahî: dema 2 an jî zêdetir kategorî hatin hilbijartin, bila mijar wan hemû kategoriyênku te bijartine, bihewîne an hema tenê yek ji wan kategoriyan bihewîne jî bes e?
Hemû an hema kîjan be:


14 mijar û 16 peyam
xelîl xeyalî - tirşik
xelîl xeyalî
(1) (0) (4)
di mijarê de bigere

1. Xelîl Xeyalî ji navçeya Motkî û ji bajarê Bilîsê ye. tê gotin û texmînkirin 1848- 1950’yan de jiyaye. Perwedehiya xwe yê ewilîn li Amedê girtiye. Xwendina zanîngaha xwe li stenbolê kirîye. Di dema Osmaniyan de di qedemeyên cûr be cûr de kar kiriye. Xelîl Xeyalî ji lehçeyên zimanê Kurdî kurmancî û dimilkî, wekê din zimanê Farisî, Erebî, Fransizî û Tirkî dizanibû. Xebatên wî evin ;



Elifbêya Kurmancî- di warê xwe de xebata ewilîn e.



Serf û Nahîv- rastnivîs û rêzimana Kurdî ye.



Ferheg- ferhenga Kurmancî



Nivîsên wî yên di rojname û kovaran de di warê nesîrê de mînakên ewilîn in.



Di kovarên mîna Rojî Kurd, Yekbûn û Jînê de nivîsên wî weşiya ne.



Di wergêriya Tirkî-Kurdî de ji wergêrên ewil e.



2013.10.31-20:39 | felat

2. (bnr: xelîl xemgîn xeyalî)



2015.10.01-17:47 | kezebmonitor

3. Cihê Gora wî hatiye tesbîtkirin.
Cî: Cebeci Asri Mezarligi / Ankara



2017.05.01-22:33 | mîr

4. Lêkolîner (bnr: tahir baykuşak) li ser xelîl xeyalî angu xelîl xeyalîyê motkî xebat kirine.
nêrînên xelîl xeyalî yên li ser neteweperwerî, rola ziman û rewşenbîrên neteweyê pirr girîng in.
xeyalî nasnameya kurdîtiyê li ser zimên ava dike û em dibînin ku çiqas rast derketîye. îro nasnameyek, netewek bê ziman nikare ava bibe û bijî.
xelîl xeyalî nivîsa xwe ya bi sernavê bextreşî û mehrûmiya kurdan de wiha dibêje:
"(bnr: elî herîrî) nehsed û sih sal berê, (bnr: melayê cizîrî) jî heşsed sal berê bi kurdî helbest nivîsîne. herwiha (bnr: ehmedê xanî) (bnr: mem û zîn) û ji bo zarokan (bnr: nûbar) telîf kiriye, bi çar zimanan şîîr gotiye."

xeyalî bi van gotinên xwe balê dikişîne li ser qedîmtiya zimên û pesnê van helbestvanan dide.

lê ji bilî van hemû agahîyan xala herî zêde bala min kişandî xelîl xeyalî ji motkîya bêdlîsê ye, kirmanckî/zazakî nenivîsî ye û kurmancî nivîsîye.

ji bo agahîyên zêdetir (bnr: malmîsanij), (bnr: rohat alakom), (bnr: mesud serfiraz)



2020.02.07-07:52 ~08:00]| lehî baranyan

dengdanên dawîn (Yên Din..)
pêş cîvatekê peyivîn [1]
tirseke ji bo kesên ji xwe nebawer û fediyok. lê ji bo kesên ji xwe ba...
99 navên xwedê [2]
99 heb in. *...
lîstik tv [2]
ji bo zarokên kurd a xebatêk baş xûya dikê. dibê gere piştgirî bêt day...
ma music [1]
Navenda ku ji bo cihekî ji xwe re ava bikin li benda alikariya me ye. ...
fongogo [1]
Malpereke ji bo xelk projeyên xwe pêk bînin wan digihîne pêdiviya abor...
belki ev jî bala te bikişînin
» xelîl dağ
» xeyalî-zanistî

Kategoriyên mijarê:: kurdukurdi weje
nivîskarên ku li vê mijarê nivîsîne


sitemap
reklamokên beredayî