Kategoriyan hilbijêre;

Tenê yên kurdî?:

Pêşîn yên:

Agahî: dema 2 an jî zêdetir kategorî hatin hilbijartin, bila mijar wan hemû kategoriyênku te bijartine, bihewîne an hema tenê yek ji wan kategoriyan bihewîne jî bes e?
Hemû an hema kîjan be:


9 mijar û 11 peyam
xelîl xeyalî - tirşik
xelîl xeyalî
(2) (0) (1)
di mijarê de bigere

1. Xelîl Xeyalî ji navçeya Motkî û ji bajarê Bilîsê ye. tê gotin û texmînkirin 1848- 1950’yan de jiyaye. Perwedehiya xwe yê ewilîn li Amedê girtiye. Xwendina zanîngaha xwe li stenbolê kirîye. Di dema Osmaniyan de di qedemeyên cûr be cûr de kar kiriye. Xelîl Xeyalî ji lehçeyên zimanê Kurdî kurmancî û dimilkî, wekê din zimanê Farisî, Erebî, Fransizî û Tirkî dizanibû. Xebatên wî evin ;



Elifbêya Kurmancî- di warê xwe de xebata ewilîn e.



Serf û Nahîv- rastnivîs û rêzimana Kurdî ye.



Ferheg- ferhenga Kurmancî



Nivîsên wî yên di rojname û kovaran de di warê nesîrê de mînakên ewilîn in.



Di kovarên mîna Rojî Kurd, Yekbûn û Jînê de nivîsên wî weşiya ne.



Di wergêriya Tirkî-Kurdî de ji wergêrên ewil e.



31.10.2013 20:39 | felat

2. (bnr: xelîl xemgîn xeyalî)



01.10.2015 17:47 | kezebmonitor

3. Cihê Gora wî hatiye tesbîtkirin.
Cî: Cebeci Asri Mezarligi / Ankara

Here lînkê



01.05.2017 22:33 | mîr

4. Lêkolîner (bnr: tahir baykuşak) li ser xelîl xeyalî angu xelîl xeyalîyê motkî xebat kirine.
nêrînên xelîl xeyalî yên li ser neteweperwerî, rola ziman û rewşenbîrên neteweyê pirr girîng in.
xeyalî nasnameya kurdîtiyê li ser zimên ava dike û em dibînin ku çiqas rast derketîye. îro nasnameyek, netewek bê ziman nikare ava bibe û bijî.
xelîl xeyalî nivîsa xwe ya bi sernavê bextreşî û mehrûmiya kurdan de wiha dibêje:
"(bnr: elî herîrî) nehsed û sih sal berê, (bnr: melayê cizîrî) jî heşsed sal berê bi kurdî helbest nivîsîne. herwiha (bnr: ehmedê xanî) (bnr: mem û zîn) û ji bo zarokan (bnr: nûbar) telîf kiriye, bi çar zimanan şîîr gotiye."

xeyalî bi van gotinên xwe balê dikişîne li ser qedîmtiya zimên û pesnê van helbestvanan dide.

lê ji bilî van hemû agahîyan xala herî zêde bala min kişandî xelîl xeyalî ji motkîya bêdlîsê ye, kirmanckî/zazakî nenivîsî ye û kurmancî nivîsîye.

ji bo agahîyên zêdetir (bnr: malmîsanij), (bnr: rohat alakom), (bnr: mesud serfiraz)



07.02.2020 07:52 ~08:00 | lehî baranyan

dengdanên dawîn (yên din..)
tirşik translate [3]
Mirmirokî:kekremsî Mêrokî:erkeksî Mîrovokî, merivokî: însansi Tirş...
kerguh [3]
Ajalekî şêrîn e Ji bo "taybetmendiyên" wan gotine kerguh. Gu...
pelûl [1]
Ez pir jê hez dikim li jor nivîskar gotiye xwarin û şêraniya pîr û ka...
pelûl [1]
şêranîya ku bi ard-arvan û av û şekir çêdibe. kesê bixwaze kare ji dêl...
seyda perinçek [1]
Bavê wî cangorî ye di sala 1990î li gundekî qoserê şehîd ket. Dibê ku ...
belki ev jî bala te bikişînin
» xelîl cibran
» xeyalî-zanistî

Kategoriyên mijarê:: kurdukurdi weje
nivîskarên ku li vê mijarê nivîsîne


sitemap
reklamokên beredayî