Kategoriyan hilbijêre;

Tenê yên kurdî?:

Pêşîn yên:

Agahî: dema 2 an jî zêdetir kategorî hatin hilbijartin, bila mijar wan hemû kategoriyênku te bijartine, bihewîne an hema tenê yek ji wan kategoriyan bihewîne jî bes e?
Hemû an hema kîjan be:


22 mijar û 41 peyam
the dictator - tirşik

Dîktatorekî ku bi fehlan ji hikûmraniya xwe dikeve, ji bo demokrasî li welatê wî bi cih nebe dikeve nav hin rewşên bi talûke....
(6 şîrove)
the dictator
(3) (0) (2)
di mijarê de bigere

1. filma ku 2012 an de ji aliyê Larry Charles hatiye kişandin e .

lîstikvan ;

Sacha Baron Cohen (Aladeen / Efawadh)

Sayed Badreya (Omar)

Rocky Citron (Baby Aladeen)

Liam Campora (Aladeen Age 6)

Aasif Mandvi (Doctor)

Rizwan Manji (Patient)

Rick Chambers (Newscaster Voiceover )

Elsayed Mohamed (Wadiyan Olympic Official)



mijar ; mijara filmê weke ji navê wê jî tê fêmkirin, bûyerên tên li serê diktatorekî ye. diktatorek ku DÛ çEkên nukleer ketiye, ji aliye BMÊ VE DIXWAZE BÊ SEKINANDIN.

BI YA MIN FILMEKÎ GELEKÎ XWEŞ BÛ. MIN BI 3 HEVALÊ XWE RE GUHDARÎ KIR Û CARA DÛYEM BÛ MIN GUHDARÎ KIR. EZ GELEKÎ KENIYAM JI BER KU TÊ DE HENEKÊN GELEKÎ ORJÎNAL Û SOSRET HENE. GER WEXTÊ WE HEBE Û BIXWAZÎ HINEKÎ BIKANÎ TEQEZ PÊŞNÎYARÊ WE DIKIM.PUANA IMDB Ê ÇIMA EV QAS HINDIK E NIZANIM (6,4). BAWERKE HINEK DÎKTATOR ACIZ BûNE *

PUANA MIN 86/100



01.11.2013 01:14 | brusk56

2. fîlmê ku min jî bi hevalan re darî kiriye ye. erê gelek parên têde kenê mirov tînê, bi taybetî jî demên ku tekîldarîya wan bi buyerên di rojevede heyî. lê dise jî fîlm ji serî heta binî bi nêrina rojavayî hatîye çêkirin.

di heman demê de, fîlmê ku ez meraq dikim çima brusk56 86 ji 100î puan dayîya. yanî malmîrato ew 14 puan te ji kuderê kuşt yan jî 86 puan te ji kuderê dan? yanî krîterên te yên ji bo puanake wisa spesîfîk çi ne? yanî çima ne 85, yan jî 90 yan jî hwd.. yên ku bibînin wê bejin camer li hollywoodê krîtikên fîlman dikê. *



01.11.2013 11:37 | saladin

3. filma ku piştî min hinekî din fikirî, puanê xwe guherend, hinek din zêde kir û kir 86,87 *



02.11.2013 00:02 | brusk56

4. Yek ji fîlmên sacha baron cohen a ku mirov nerehet dike, ye. Di nav fîlmê de gelek rexne-qerf ji bo şarezayîya rojava û paşvemayîna rojhilat re hene.



Û herwiha dîyalogek tê de heye ku bala min kişand:

"zoe... please stop using that organic deodorant, we can gas the kurds with that."
"Zoe... tika dikim evê deodoranta xweyazî neemilîne, em dikarin bi wê kurdan xeniqînin."

Bawer im, Li wir îroniyek ji bo yek ji dîktatorên wê heyamê, sedam huseyîn ê ku li helebçeyê bi çekên kimyevî êrişê kurdan kiriye, re heye.

Dîyaloga din jî ku bala min kişand, a ku li dij demokrasiyê diaxife, ye. Li vir teswîra welatek nedemokratîk û xweşbûna wê dewletê dike, lê ew teswîr ji dewletek totalîter, zêdetir dişibe dewleta emerîkî ya ku navenda lîberalîzm û demokrasîyê ye.








*Edît ji bo spolierê.



05.10.2018 17:23 ~17:26 | xelîl

5. Fîlmê ku ger ne şaş bim, ev cara sisiya ye ku min temaşe kir. Di cûreya komediyê de dikarim bêjim cihê wê cûda ye ji bo min.
Di fîlm de cihê herî jê hez dikim, sahneya helîkopterê ye*




20.12.2021 00:15 ~00:17 | merwano

6. Fîlmê ku serlehengê wê Sacha baron Cohen(bnr: general aladdin) e. Cureyê fîlm komedîya absurd e. Gelek rexneyan him li ereban(bnr: rojhilata navîn) û him jî li demokrasîyên rojavayî dike. Dema ku qala başiyên dîktatorîyê dike, rexneyeke ecêb baş derdikeve holê ku dema em welatan biguherînin hemû tişt ji bo vir jî derbasdar in. Ji ber ku armenceke fîlm kenandin e. Ez bi têra xwe pê kenîyam jî û dikarim bêjim ji vî alî ve serkeftîye. Lê ji aliyê teknîkî ve nikarim tiştekî bêjim ji ber ku di vê mijarê de zanîneke min a kûr tuneye. A ji were axaftina general Aladdin





20.12.2021 03:00 ~03:02 | dewbir

dengdanên dawîn (yên din..)
xabi alonso [1]
Di nav lîstikvanên fûtbolê yên efsanewî yên Spanya û (vbnr: Real Madri...
birçî çûna mêvaniyê [2]
ku bi hêviya xwarinê hatibe çûyîn û lê fikra xwediyê malê ne wisa be, ...
go on home turkish soldiers [3]
covera go on home british soldiers ku ji aliyê du şervanên (vb...
tirşik çima wekî çola saharayê vik û vala ye? [1]
(bnr: tirşik çima wek quora bûye forûm?) (bnr: formata tirşikê)...
levent gültekin [2]
yên ku nikarin bibin xwe, dikarin bibin her tişt....
belki ev jî bala te bikişînin
» the gunfighter

Kategoriyên mijarê:: sinemaflm
nivîskarên ku li vê mijarê nivîsîne


sitemap
reklamokên beredayî