1. rengê dawetan e. |
|
01.11.2013 18:34 |
gelawej
![]() |
2. yên ku piraniya wan têkildarî pereyan e. mixabin. |
|
01.11.2013 19:44 |
simurg56
![]() |
3. adetên kû pişta zava dişkênin e. ti gustîlkê dikê tiliya bûkê pere ji te dixwazin. ti ji pişt derî derdixînê û dibê disa dibêjin ka pere, ti li erebeyê siwar dikê xanimê xwe nazdar dikê û heta ti çend quruş pere nedê li erebeyê siwar nabê. ti kefiya wÊ rakÊ Û li rÛyÊ wÊ di nêrÊ bi pere ye.. ti bibêjÊ ezÊ li nava bajÊr de çend turan bi avêjim vê carÊ zarok pêşiya erebeyÊ digirin Û dibÊjin ka pere.. mala mirov xira dikin.. gelÊ tirşikvanno ger hÛn xwe ji van tiştan re amade nekin nebêjin emÊ bizewicin..ji min gotin. vÊca hÛn keyfa xwe ne çi bikin.. |
|
01.11.2013 19:58 |
nan û av
![]() |
4. hine didin destê bûke heya ew hine jê neçû ye, bûk naçe mala bavê xwe.kevneşopê bêpere |
|
01.11.2013 20:26 |
gelawej
![]() |
5. dema bÛk TÊ mala zava, zava li serban disekinê Û bi hatina bÛkÊ re şerbikÊ kÛ tê de çikolata û şekir hene li ber lingê bûkÊ dişkênÊ...ev jî bê pere ye...* |
|
01.11.2013 20:29 |
nan û av
![]() |
6. hine kirina dest û peyê zava û bûkê |
|
01.11.2013 20:58 |
newenda
![]() |
7. yê ku nêzikê zava an jî bukê be, li cem rûdinê destê xwe ji devê xwe re dike çeper jê re hini tiştan dibêje (yanî dilê zava/bukê zehf li min E) : ez pê vê tevgerê dimirim... |
|
02.11.2013 00:04 |
rexnegirêtagirtî
![]() |
8. dengê detone û mûzîka bilind ... cilên teng û meqyaja zêde... çîp û pêsîrên vekirî… Dest û pêyên xwedandayî...pastayên kefikî û mêwesuyên erzan...zarokên mîna karikên biharan ku ji hevşîyê xwe difilitin cirivîtkan diavêjin... |
|
02.11.2013 01:29 |
seydayê_peyvan
![]() |
9. dardarok bi çeqolat, hêke kelandî, pera û hwd. tê xemilandin û li serê bên tê danîn. wextê bûk tê dardaroke di weşênin û zarok tişten jê de dikevin kom dikin. |
|
03.11.2013 22:30 |
darbehîv
![]() |
10. ya herî girîng bêguman govend e. dema du kurd digihêje hev dest bi govendê dike. tew îja 200-300 kes bigihêje hev. haho û haho erd diheje erd! * |
|
15.04.2014 12:19 |
mergehez
![]() |
11. (bnr: piştderî) |
|
15.04.2014 15:30 |
endazer
![]() |
12. Tiştên ku ew tinebin ta'ma dawetê jî tuneye. Li daweta xalê min de kalikê ca min arvan li ser bûk û zava weşandibû ji bo mala wan bi bereket be. Xalê min pirr xeyidî bû * Ca min jî qedehek ji mala bûkê dizî û ji nişka ve li ber nigê xalê min şikand. Yanî ew jî ji bo hêla zavê ji hêla bûkê dewlemendtir be * Tiştên ku tê bîra min me re tiştek ji mala bûkê didize hema teşt bi beroş bi û me re wêya kil dike û distirê " me da we kapeka salê me stend ji we kebaniya malê " bersiva wê jî " me da we toraxa salê me stend ji we beranê malê " û bi vî awayî didome heta ku derê here * |
|
25.07.2016 04:17 ~04:19 |
biaqila malê
![]() |
13. kevneşopiyên zewac û daweta kurdan li tevî hev; bi hev dîtinê an bi li hevkirinê dest pê dike û êdî dawî lê nayê * nîşan, xelat, rêvekirin, rihele, çûna wî serî, nizanim çikas zêr hanîn/xwestin dest hine, mûmik gerandin, hine bihevdan, dawet, govend û dilan, tembûr/sazê şeytan/def û zirne/bilûr û elbane/kerr/Mewlûd, derxistina zava ya serê xanî,(pîvaz, xiyar, cam, şûşe, ampûl/lembayên mala bavê Zava yên nûn, badînên têde çayê didin mêvanên dawetê, silehîn.. û hima çi bi destkebe dabêjin ber piyê zava) pere, zêr..(Xelat) Bi Zavave danîn, pişt derî, Bûk peyakirin, di cêrde mîzkirin * mehr birîn, roma zavê, kalik û pîrik, li hinek dera sêrojk, hatina zeyî..... min niha nivîsand ez gêjbûm ev çi gêjahiye?* ya baş ez ne zewicim * ez niha ferhenga şikestî difikirim piyê rebeno jî şemitandine xwedê alî karê wî be * |
|
25.07.2016 23:43 |
shorbevan
![]() |
14. Min mîzza xwe berra hemî kevneşopiyên dawetên me dane! |
|
26.07.2016 12:28 |
ferhenga şikestî
![]() |
15. bi saya peyama pîroz (pîzza/133721) tiştek hat bîra min. êdî çiqas kevneşopiyeke lokal an jî belavbûyî ye nizanim -min bi xwe hîç nedît lê bi ya dayika min, xwarinên dawetan ji aliyê mêran ve tên çêkirin. di dema daweta layê xwe yê mezin de kalikê min ê rehmetî xwarinek çêkiriye di nav beroşan de. îja dayika min hingî pesnê bavê xwe tîne, mirov dibêje qey mêrik pêjerekî îtalyan ê jîr û jêhatî ye e, bi evînekê mezin xwarina xwe çêkiriye.* |
|
16.05.2021 21:56 ~21:56 |
biruya hayao miyazaki
![]() |
16. 1.Heta sibêhê lêxistina stranên dawetê |
|
17.05.2021 01:01 |
pîroz
![]() |
![]() |
seks [1] |
![]() |
peyvên ku kurd nikarin bêjin [3] |
![]() |
eger te quran nexwandibe û tu tê negehiştibî hemû pirtûkên te virtepirt e [1] |
![]() |
kemalîzm [3] |
![]() |
jibîrkirin [1] |