Kategoriyan hilbijêre;

Tenê yên kurdî?:

Pêşîn yên:

Agahî: dema 2 an jî zêdetir kategorî hatin hilbijartin, bila mijar wan hemû kategoriyênku te bijartine, bihewîne an hema tenê yek ji wan kategoriyan bihewîne jî bes e?
Hemû an hema kîjan be:


8 mijar û 9 peyam
kevneşopiyên dawetan - tirşik
kevneşopiyên dawetan
(5) (1) (1)
di mijarê de bigere

1. rengê dawetan e.

mînak roja dawetê bûk pere dike di nav pêlava xwe. kî pêlava bûkê derxîne ew perê dibe a wî.



01.11.2013 18:34 | gelawej

2. yên ku piraniya wan têkildarî pereyan e. mixabin.



01.11.2013 19:44 | simurg56

3. adetên kû pişta zava dişkênin e. ti gustîlkê dikê tiliya bûkê pere ji te dixwazin. ti ji pişt derî derdixînê û dibê disa dibêjin ka pere, ti li erebeyê siwar dikê xanimê xwe nazdar dikê û heta ti çend quruş pere nedê li erebeyê siwar nabê. ti kefiya wÊ rakÊ Û li rÛyÊ wÊ di nêrÊ bi pere ye.. ti bibêjÊ ezÊ li nava bajÊr de çend turan bi avêjim vê carÊ zarok pêşiya erebeyÊ digirin Û dibÊjin ka pere.. mala mirov xira dikin.. gelÊ tirşikvanno ger hÛn xwe ji van tiştan re amade nekin nebêjin emÊ bizewicin..ji min gotin. vÊca hÛn keyfa xwe ne çi bikin..



01.11.2013 19:58 | nan û av

4. hine didin destê bûke heya ew hine jê neçû ye, bûk naçe mala bavê xwe.kevneşopê bêpere



01.11.2013 20:26 | gelawej

5. dema bÛk TÊ mala zava, zava li serban disekinê Û bi hatina bÛkÊ re şerbikÊ kÛ tê de çikolata û şekir hene li ber lingê bûkÊ dişkênÊ...ev jî bê pere ye...*



01.11.2013 20:29 | nan û av

6. hine kirina dest û peyê zava û bûkê



01.11.2013 20:58 | newenda

7. yê ku nêzikê zava an jî bukê be, li cem rûdinê destê xwe ji devê xwe re dike çeper jê re hini tiştan dibêje (yanî dilê zava/bukê zehf li min E) : ez pê vê tevgerê dimirim...



02.11.2013 00:04 | rexnegirêtagirtî

8. dengê detone û mûzîka bilind ... cilên teng û meqyaja zêde... çîp û pêsîrên vekirî… Dest û pêyên xwedandayî...pastayên kefikî û mêwesuyên erzan...zarokên mîna karikên biharan ku ji hevşîyê xwe difilitin cirivîtkan diavêjin...



02.11.2013 01:29 | seydayê_peyvan

9. dardarok bi çeqolat, hêke kelandî, pera û hwd. tê xemilandin û li serê bên tê danîn. wextê bûk tê dardaroke di weşênin û zarok tişten jê de dikevin kom dikin.



03.11.2013 22:30 | darbehîv

10. ya herî girîng bêguman govend e. dema du kurd digihêje hev dest bi govendê dike. tew îja 200-300 kes bigihêje hev. haho û haho erd diheje erd! *



15.04.2014 12:19 | mergehez

11. (bnr: piştderî)

dema xizmên zavê têne de bûkê bi xwe re bibin, bira an pismamê bûkê derî li bûkê digire û heta ku pere an diyariyekî ji wan nestîne bûkê bernade..



15.04.2014 15:30 | endazer

12. Tiştên ku ew tinebin ta'ma dawetê jî tuneye. Li daweta xalê min de kalikê ca min arvan li ser bûk û zava weşandibû ji bo mala wan bi bereket be. Xalê min pirr xeyidî bû * Ca min jî qedehek ji mala bûkê dizî û ji nişka ve li ber nigê xalê min şikand. Yanî ew jî ji bo hêla zavê ji hêla bûkê dewlemendtir be * Tiştên ku tê bîra min me re tiştek ji mala bûkê didize hema teşt bi beroş bi û me re wêya kil dike û distirê " me da we kapeka salê me stend ji we kebaniya malê " bersiva wê jî " me da we toraxa salê me stend ji we beranê malê " û bi vî awayî didome heta ku derê here *



25.07.2016 04:17 ~04:19 | biaqila malê

13. kevneşopiyên zewac û daweta kurdan li tevî hev; bi hev dîtinê an bi li hevkirinê dest pê dike û êdî dawî lê nayê * nîşan, xelat, rêvekirin, rihele, çûna wî serî, nizanim çikas zêr hanîn/xwestin dest hine, mûmik gerandin, hine bihevdan, dawet, govend û dilan, tembûr/sazê şeytan/def û zirne/bilûr û elbane/kerr/Mewlûd, derxistina zava ya serê xanî,(pîvaz, xiyar, cam, şûşe, ampûl/lembayên mala bavê Zava yên nûn, badînên têde çayê didin mêvanên dawetê, silehîn.. û hima çi bi destkebe dabêjin ber piyê zava) pere, zêr..(Xelat) Bi Zavave danîn, pişt derî, Bûk peyakirin, di cêrde mîzkirin * mehr birîn, roma zavê, kalik û pîrik, li hinek dera sêrojk, hatina zeyî..... min niha nivîsand ez gêjbûm ev çi gêjahiye?* ya baş ez ne zewicim * ez niha ferhenga şikestî difikirim piyê rebeno jî şemitandine xwedê alî karê wî be *



25.07.2016 23:43 | shorbevan

14. Min mîzza xwe berra hemî kevneşopiyên dawetên me dane!

Ji ber van kevneşopiyên berredayî gêj bûme.

Ji bo ku xelk û elem rehet bike, mala bûkê fortan biavêje û xwe tatmîn bike îman li zavê diçikînin!

Bila qet çênebe, eger rojekê qîza min hebe ezê jê re bêjim qet dawet jî çêneke û ez jî tu tiştî naxwazim ji wan, oxira te ya xêrê be..

Bes yav wallehin meriv însan be van tiştan pêk nayêne. Neyse ferheng pirr qehirandî me, nikarim zêde biajom:(



26.07.2016 12:28 | ferhenga şikestî

15. bi saya peyama pîroz (pîzza/133721) tiştek hat bîra min. êdî çiqas kevneşopiyeke lokal an jî belavbûyî ye nizanim -min bi xwe hîç nedît lê bi ya dayika min, xwarinên dawetan ji aliyê mêran ve tên çêkirin. di dema daweta layê xwe yê mezin de kalikê min ê rehmetî xwarinek çêkiriye di nav beroşan de. îja dayika min hingî pesnê bavê xwe tîne, mirov dibêje qey mêrik pêjerekî îtalyan ê jîr û jêhatî ye e, bi evînekê mezin xwarina xwe çêkiriye.*



16.05.2021 21:56 ~21:56 | biruya hayao miyazaki

16. 1.Heta sibêhê lêxistina stranên dawetê
2.mase û kûrsîyên lek ên ku zarok hinik ji wan datînin li ser hev û paşê li ser rûdinên.
3.Enterîkên rengorengo ko dema dibe êvar xwedîyên dawetê pêdixin.
4.Xwarina dawetê ku gelek caran ji nav lê mû, por derdikeve:(
5. Şerbika ku tê de tije şekir, dendik, mewîj û bi perê hûr heye ji alîyê xwesûya bûkê/dîya zava tê şikenandin ku zarok bicivin û ji xwe re bineqînin.



17.05.2021 01:01 | pîroz

dengdanên dawîn (yên din..)
pelûl [1]
Diranê feqîran di pelûlê da dişike....
tirşik translate [3]
Mirmirokî:kekremsî Mêrokî:erkeksî Mîrovokî, merivokî: însansi Tirş...
kerguh [3]
Ajalekî şêrîn e Ji bo "taybetmendiyên" wan gotine kerguh. Gu...
pelûl [1]
Ez pir jê hez dikim li jor nivîskar gotiye xwarin û şêraniya pîr û ka...
pelûl [1]
şêranîya ku bi ard-arvan û av û şekir çêdibe. kesê bixwaze kare ji dêl...
belki ev jî bala te bikişînin
» kevneşopiyên dawetan

Kategoriyên mijarê:: jiyan anket
nivîskarên ku li vê mijarê nivîsîne


sitemap
reklamokên beredayî