Kategoriyan hilbijêre;

Tenê yên kurdî?:

Pêşîn yên:

Agahî: dema 2 an jî zêdetir kategorî hatin hilbijartin, bila mijar wan hemû kategoriyênku te bijartine, bihewîne an hema tenê yek ji wan kategoriyan bihewîne jî bes e?
Hemû an hema kîjan be:


8 mijar û 10 peyam
bîra qederê - tirşik
bîra qederê
(3) (0) (1)
di mijarê de bigere

1. romana mehmed uzun ku Jiyana bavê kurmancîya modern mîr celadet li ber çaven me diherîkîne.

ax mîrÊ min,mîre zimanê kurdî,mîr celadet heyf li we jiyana te ku ew qas nexweşî,êş,bebextî,sirgunî te kişand û te negihiştî armanca bav û kalan



03.11.2013 15:40 | diljan

2. Ew pirtûk a ku min niha destpekir.jiyana mir celadet jiyana mezin ji bo zimanê kurdî û kurdan



11.08.2014 00:28 | quşxaneli

3. pirtûkoka celadet bedirxan ê kumehmed uzun di romana xwe de qala wê dike ye.



07.03.2016 04:10 | cinorek

4. ji rupela 36 ya wê pirtûkê ;

"...

Gelî mîr û axano! Gunehê zarûyên we wê stûyê we be. Ûn jî zarûyên xwe rêkin bidin xwendin. Dewlemendên we bila gunda de mekteba çêkin, riya Xwedê de xêra bikin… Gelî mîr û axa û Kurmancno! Dinya zane kurd camêr in. Lê vê zemanê ha de şer bi camêrî tenê nabitin… Hekî we guh neda nesîhetên min, hekî dîsa hûn şivanî û rêncberiyê tenê bikin, zemanek hindik de Kurdistan wê yekcar xira be…

..."



28.04.2016 15:08 ~15:10 | cinorek

5. Di dema xwendekariyê yekî ji aliyekî gundiyek min hatiîbû mala min û şeveke mabû..hevalê malê ango hevalê hevalê min bû… di beşa wêjeya tirkî de didixwend..bi kurtî piştî şîva evarî qala edebiyata tanzîmat, servetî fûnun, peyamî safa, îskender pala..hwd kiribû û dawiyê de pesna turkeşî kirîbû, li ser de gotîbû zimanê kurmancî tune..kurmancî tenê devokek tirkî bû û qasî çend sed peyvan pêk dihatî, piranî ji gotinên zimanên din bû.…

wekî xortekî pir xwendî, giran, melankolîk, zana, welatperwer, mînak..hwd tevdigerî..



Piştrê min vê pirtûkê, “bîra qederê” ya memed uzunî da dest..aha ji te re pirtûkek bi devoka tirkî.. pirtûkê girt bi bi mehdek tirş, tev da, hewl da ku çend peyvan bixwinî fam bike lê hinek fikirî, piştrê got ev ne kurmancî ye, ev “kurdiya cudaxwazan” e..ne zimanek e û zimanek bibe jî ji aliyê cudaxwazan va afirandî ye..dimenên hilweşîna paradîgmaya mêjîkîrekî..



Bona xatira nasên hevpar, hevnas gotîbûm ku kurmancî devokek tirkî ye diviyabû tu hînî vê devoka tirkî bibî..lê dîsa qanî nebû..qala mijarê pirtûka uzunî kir û çend paragraf jê re xwend, wergerand tirkî, hinek qala celadet bedîrxan û di derbarê jiyanê wî kir..ku ne hewce bû..

qet nebe hîn bû ku zimanê kurdî heye û bi vî zimanî roman jî tê nivisîn..

sibe cehimî çû, piştî çend hefteyan li navenda bajêr pergî wî bûm, ji dûr bi destan nişana li wir bisekine, me li hindê min kirîbûm..



29.04.2016 23:58 ~2016.04.30 00:05 | havka

7. Pirtûkeke ku ji aliyê Bloga epirtukenkurdi.blogspot.com Here lînkê wek epub û mobî hat parvekirin e.



22.01.2020 00:32 | serfiraz hêvî

8. Li gorî îstatîstîkên pirtukakurdi.comê piştî romana şivanê kurmancan, romana di sala 2019an a herî pirr hatiye firotin ev e.



22.01.2020 15:18 ~15:18 | giyanstêr

9. Romana mehmed uzun ya li ser jiyana mîr celadet alî bedirxan hatiye nivîsarê. Pirtûk ji rojbûna mîr destpê dike heya roja mirina wî didome. Ev pirtûk li zimanê tirkî jî ji aliyê muhsin kizilkaya ve hatiye wergerandin . Pirtûk di sala 1995 an de hatiye weşandin,wergera wê jî di sala 2006 an de çap bûye.
Di derbarê romanê de yaşar kemal awha gotiye:
" uzun` un romanını okuduğumda çok şaşırdım,bir dilin ilk romanı böylesine ustalıkla , böylesine zengin bir dille,üstelik de gelişmiş bir roman dili yaratılarak nasıl yazılmış diye..... "
Yanê dibêje dema min romana uzun xwend ez mat mam, romana yekemîn ya zimanekî çawa ewqas bi hostetî,bi zimanekî dewlemend,serda jî zimanekî romanê yê pêşdeçûyî afirandî hatiye nivîsarê.

Belê wek yaşar kemal jî gotiye bi zimanekî afirandî hatiye nivîsarê, nivîskar bi devê xwe nivîsandiye û car caran bi devê mîr jî nivisandiye û wî jî tevlî romanê kiriye.

Romaneke xwendevanê xwe zeft dike û berenade , li pey xwe ve kaş dike. Car caran mirov xemgîn ,car caran kêfxweş dike , di romanê de gelek gotinên pêşiyan jî derbas dibin û di çend ciyan de
Erotîzm jî heye. Yê temenê wan binya hijda bila haj xwe hebin.



11.03.2020 12:03 | tîrêj zana 21

10. ji rûpela 124a..
..

"Merivên ku rê û rêçûna xwe li gora kîn û nefretê bi rê dixin, bivê-nevê, di nav kîn û nefreta ku wan çandiye de digevizin... "



12.08.2020 12:36 | yûsiv

11. Çi tesadûf e ev pirtûka niha di destê min de ye ez dixwînim. Dema lîseyê min nêt kir ku ez dest bi xwendina mehmed uzun bikim lê derfetê min qîmê pirtûkên korsan kir û min jî bi tirkî xwend. Niha jî min dest bi xwendina pirtûkan bi zimanê wanê resen kir. Ev romana ji romanê dina ("hawara dîcleyê" hîn min bi kurdî nexwendiye) baştir hat. Yanê hebekî din bi hostetî hatiye nivîsîn. Hevokên kin hebekî din dirêj bûye û lihevhatiye. Meriv aciz nake. Ka em binêrin dê çawa bidome*



12.08.2020 13:57 | rizgarm

dengdanên dawîn (yên din..)
pelûl [1]
Diranê feqîran di pelûlê da dişike....
tirşik translate [3]
Mirmirokî:kekremsî Mêrokî:erkeksî Mîrovokî, merivokî: însansi Tirş...
kerguh [3]
Ajalekî şêrîn e Ji bo "taybetmendiyên" wan gotine kerguh. Gu...
pelûl [1]
Ez pir jê hez dikim li jor nivîskar gotiye xwarin û şêraniya pîr û ka...
pelûl [1]
şêranîya ku bi ard-arvan û av û şekir çêdibe. kesê bixwaze kare ji dêl...
belki ev jî bala te bikişînin
» bîranînên zaroktiya nivîskarên tirşikê li gund

Kategoriyên mijarê:: kurdukurdi pirtukweje
nivîskarên ku li vê mijarê nivîsîne


sitemap
reklamokên beredayî