Kategoriyan hilbijêre;

Tenê yên kurdî?:

Pêşîn yên:

Agahî: dema 2 an jî zêdetir kategorî hatin hilbijartin, bila mijar wan hemû kategoriyênku te bijartine, bihewîne an hema tenê yek ji wan kategoriyan bihewîne jî bes e?
Hemû an hema kîjan be:


10 mijar û 11 peyam
îbrahîm ehmed - tirşik
îbrahîm ehmed
(0) (0) (1)
di mijarê de bigere

1. ji wikîpedîya

Îbrahîm Ehmed (bi tîpguherîna îngilîzî ji alfabeya erebî: Ibrahim Ahmad; z. 6'ê adara 1914'an, li silêmanîyê - m. 8'ê nîsana 2000'î li London, Brîtanya), siyasetvan û nivîskarekî kurd bû.



Ew pêşî di pdk'ê de bû lê paşî bû yek ji damezrînerên ynk'ê.



Îbrahîm Ehmedî yekem romana bi zaravayê soranî nivîsî û navê wê romanê Janî Gel e. Romana wî ji alî Elîşêr ve bi navê Jana Gel li kurmancî jî hatiye wergerrandin.



Keça Îbrahîm Ehmedî, xanim Hêro jina serokkomarê şeşem ê Iraqê û sekreterê giştî yê YNK'ê celal talabanî ye



03.11.2013 15:48 | diljan

2. nivîkarê romana jana gel



04.11.2013 23:26 | diljan

3. rewşembîrekî pir hêja yê başûre kurdîstanê ye



08.03.2015 22:43 | quşxaneli

4. (bnr: her kurd ebîn)



Dagîrkerî dil pirr le qîn

Dirrindey bê wîjdan û dîn

Natwanî wakey Kurd nebîn

Her Kurd bûyn û her Kurd ebîn

Le pêş agirperestî da

Le pêş musilmanêtî da

Le dîlî û le serbestî da

Her Kurd bûyn û her Kurd ebîn

Ne Erebim, Ne Êranîm

Ne Turkêkî şaxistanîm

Nek min her xom, mêjûş elê

Ke Kurdim û Kurdistanîm

Ne nengî ew ne piyawetî

Ciyawazî netewayetî

Biryare û mêjû dawyetî

Ke Kurd bîn û her Kurd ebîn

Gelan hemû biray minin

Her zordaranim dûjiminin

Dawayî wilatî kes nakem

Pence bo mafî kes nabem

Bo mafî gel û xakekem

Heta mawim xebat ekem

Dagîrkerî dil pir le qîn

Dirrindey bê wîjdan û dîn

Ger Qendîl û Agirî şîrîn

Yeksan key legel rûy zemîn

Natwanî wakey Kurd nebîn

Her Kurd bûyn û her Kurd ebîn



Îbrahîm Ehmed







09.03.2015 01:10 ~01:11 | xendekî

5. bavê hêro jina mam celalî û nivîskarê helbesta herkurd bûyn û her kurd ebîn



09.09.2015 00:54 | dijber

6. Di sala 1914/15an de li silêmaniyê xwedê daye. Li helepçe û erbilê dadgerî kiriye. Di sala 1939an de digel eladîn seccadî kovara (bnr: gelawêj) derxdixe. Gava kjk ( komeley jiyanewey kurd) navê xwe gûhert û kir (bnr: kdp) îbrahîm ehmed dibe rêveberê vê partiye. Di 1953an de jî dibe sekreterê giştî yê kdpê û piştre kovara (bnr: rizgarî) ya kdp derdixe, di sala 2000an de jî li Englandê weke penaberê siyasî dimire.



Berhemên wî:

Yadgarî lawan , janî gel, dirk û gul, bawik û kur, pirsey şehîd, kwêrewerî



06.02.2016 00:33 | nejwan

7. siyasetvan û nivîskarekî kurd. herî pêşî di pdk'ê de bû lê paşî bû yek ji damezrînerên ynk'ê. keça wî, hêro talabanî jina celal talabanî ye.



06.02.2016 22:56 | endamê nû

8. Xwediyê helbest û sirûda her Kurd bûyn û her Kurd ebîn e. Û bavê Hêro Talabanî ye, ku li ber dilê min jina herî xwîntehl ya başûrê Kurdistanê ye.



26.04.2017 21:48 | endazer

dengdanên dawîn (yên din..)
rexşê belek [1]
Navê hespê ristemê zal e. Di destanên persan mina şehnameya firdewsî...
pelûl [1]
Diranê feqîran di pelûlê da dişike....
tirşik translate [3]
Mirmirokî:kekremsî Mêrokî:erkeksî Mîrovokî, merivokî: însansi Tirş...
kerguh [3]
Ajalekî şêrîn e Ji bo "taybetmendiyên" wan gotine kerguh. Gu...
pelûl [1]
Ez pir jê hez dikim li jor nivîskar gotiye xwarin û şêraniya pîr û ka...
belki ev jî bala te bikişînin
» îbrahîm ehmed
» ehmedê huseynî

Kategoriyên mijarê:: kurdukurdi niviskarsiyasi
nivîskarên ku li vê mijarê nivîsîne


sitemap
reklamokên beredayî