1. du an zêdetir kesên ku hev û din dinasin û têkiliyên baş li gel hev hene û ji hev hez dikin re tê gotin.. ji peyvên hev û halê tê pê ev peyv.. yanî kesên ku di heman şert û di heman rewşê de ne an kesên ku bi hev re hemhal in.. |
|
2013.06.09-15:39 |
endazer
![]() |
2. no heval, no cry! |
|
2013.07.17-15:45 |
filankes
![]() |
3. jargona sereke ya li ser zar û zimanên kurdên şoreşger.. lê ev hevalên kurd yên ku ji bo azadî û serxwebûna kurdistanê alav û argûmentên çepîtî û sosyalîzmê dane ber xwe pirî caran tewangê bikar nayînin û rê li ber şaşiyên rêzimanî vedikin.. wek nimûne: heval endazer tu çima di tirşikê de nanivîsî? şaş e.. şêweyê rast ê vê pirsê ev e.. hevalê endazer tu çima di tirşikê de nanivîsî? |
|
2013.07.17-16:51 |
endazer
![]() |
4. colemergî dibêjin ''hewal''. ev gotin jî ne xelete ; jiber ku li colemergê tîpa v nayê bikaranîn... |
|
2013.07.17-17:48 |
shepirze
![]() |
5. (bnr: hogir) |
|
2013.10.14-00:07 |
biruya hayao miyazaki
![]() |
6. têgeha ku li ber dilê kurdan(sîh salê dawî) ji wateya xûsk û biratiyê pêşdetir e.hinek tirekan ji bo menfeata xwe wê qûllanmîşkiribe jî, tu car nirxê xwe yê ji dilsoziyê qeybetmîş nekiriye. wisa ye hevalno. xwe ji ên ku tenê kurdiya wan ji havel û spas pêk tê biparêzên heyrana cavan, yan na dê kurdiya we jî bozilmîş bibe, binerin min wan bilêv kir, başlamîş kir bozilme... |
|
2013.10.14-00:18 |
dîno
![]() |
7. ez pir caran di înternetê de dîtime ku gava bikarhênereke jin, ji bikarhênerekî mêr re heval bêje mirov têdigihije ku, ew canik wê camêr re naxwaze pir biaxife. êdî peyva heval ji bo jinan bûye cînavkê ewlehiyê. |
|
2015.03.26-01:28 ~14:56]|
remlavêj
![]() |
8. belkî ji "hev" + "al"ê pêk hatibe, yanî kesên li ser heman rêyê / dozê. Ev peyv li gor ji erqedaşa tirkî bêhtir watetir e. Nirxê wê ji wê bêhtir e. Mesele dost jî heye, lê heval ji dost mezintir û qedirtir e. |
|
2015.03.26-09:03 |
xendekî
![]() |
9. (bnr: embaz/e) |
|
2015.03.26-14:05 |
serhednişîn
![]() |
10. li gel hemû bikaranînên wê yên çewt, bêwate û bêhewce dîsa jî peyvek xweş e û samîmî ye. |
|
2015.03.26-20:34 ~20:35]|
simurg56
![]() |
11. (bnr: hun çawane heval:)))))))) |
|
2015.03.26-21:53 |
quşxaneli
![]() |
13. naveki pir germ u xeşe. |
|
2015.03.26-23:12 |
tîrejên rojê
![]() |
14. Bi piranî xelet tê nivîsandin. Minak: Hewal. |
|
2016.03.08-19:38 |
dijjberr
![]() |
15. Ji bo wekhevî peyve kî bi wateye.Mina xwişk,bira te de serdestî tuneye û zayend jî kifş nîne |
|
2019.03.30-03:01 |
monerica
![]() |
![]() |
roxanne [1] |
![]() |
nexêr [1] |
![]() |
endoskopî [2] |
![]() |
ji min werê [1] |
![]() |
tirşikvanên ku zoom skype instagram û whatsappê bikar nayênin [2] |