Kategoriyan hilbijêre;

Tenê yên kurdî?:

Pêşîn yên:

Agahî: dema 2 an jî zêdetir kategorî hatin hilbijartin, bila mijar wan hemû kategoriyênku te bijartine, bihewîne an hema tenê yek ji wan kategoriyan bihewîne jî bes e?
Hemû an hema kîjan be:


8 mijar û 10 peyam
sîsika zebeşan - tirşik
sîsika zebeşan
(2) (0) (2)
di mijarê de bigere

1. nav sîsikên (dendik) tê xwarin de -bi ya min- ya herî xweş ev e.

lê tabî ger şil be. dema zuwa dibe tama wê dibe weke yên din.

(bnr: Êdî tu jî wek herkesî yî)

ji ber vê malnemîratê nikarim çayê germ vexwim. heta xelas dikim an jî dikarim dev jê berdim, çay dicemide yaw.



03.11.2013 21:06 | simurg56

2. du cûreyÊn wan hene. cÛreyek kelandÎ ne cÛreyek jÎ qelandÎ ne. yÊn ziwa qelandÎ ne yÊn şil jÎ kelandÎ ne. ez behtir hej yê kelandî dikim.. hevala min qet û qet dendikÊn zebeşan nedixwar e. piştÎ çend caran te'm kir Û dÎt kû ta'ma wan dendikan xweş e êdî ji min bÊhtir hej dendikên zebeşan dikê.. ez bawerim ev cûreyÊn dendikan tenê di nava kurdan de tÊne xwarin. dema ez zanîngehÊ min çend caran dan hevalÊn xwe yên tirk lÊ dilê xwe xelandin û gotin hûn çawa van dendikÊn kû şÛna devên insanan e dikarin bixwin. kerÊn kurê keran nizanîbÛn kÛ ta'ma wan çi qasÎ xweş bÛ...



03.11.2013 21:14 | nan û av

3. dendikên ku mixabin piştî zêde xwarinê, ji ber xwêya xwe lêvên mirov dişewitîne. loma mîna sîsikên din, mirov nikare heta ku biqede, bixwe.

(bnr: otokontrol)



10.12.2013 20:02 | simurg56

4. li gunda tovikê şebeşa bi xweliyê diqelînin, wextê ez dest bi xwarina wan dikim xwelî li serê min dibe heta piyanek xelas nebe nikarim bisekinim, dev û ziman û lêven min ji xwê dikewin.



20.03.2014 02:12 | kevçiyê dil

5. li cizîrê jê re tovikê şebeşan tê gotin..

li cizîrê li seyrangeha li tenişta şetê cizîrê heta êvarî heyhêya tovikfiroşan e; kelandî, qelandî!



20.03.2014 02:17 | endazer

6. dendikê şebeşan bi şorbûna xwe gelekî xweş in lê girê wan pîs e heta mirov yên li pêşiya xwe xilas neke nikare dev ji wan berde *



20.03.2014 13:22 | gêjê

7. Piranî xelkê amedê di demsala havînê de hişk dikin piştî wê wekî çerez a dixwin



23.11.2014 19:36 | mîr

8. bi temaşa televîzyonere ev qidamk baş diçe.Taxma wa pir xweşe.(bnr: qidamk) (bnr: dendikê şebeşan)



23.11.2014 20:10 | hûteheftserî

9. tiştek ji tiştên (bnr: bi wê/î ve jî nabe, bê wê/wî jî nabe)



24.11.2014 11:16 | nazim tolhildan

10. li parka cizîrê ya ber çemê dîjleyê dengê firoşkarên wan wiha belav dibe:
-kelaaaaaaaaaaaaaandîî
-qelaaaaaaaaaaaandî
-qelandî lazim in obê?
-tovka nakirî obê?

*tovkê şebeşa



07.04.2017 12:31 | xendekî

dengdanên dawîn (yên din..)
pelûl [1]
Diranê feqîran di pelûlê da dişike....
tirşik translate [3]
Mirmirokî:kekremsî Mêrokî:erkeksî Mîrovokî, merivokî: însansi Tirş...
kerguh [3]
Ajalekî şêrîn e Ji bo "taybetmendiyên" wan gotine kerguh. Gu...
pelûl [1]
Ez pir jê hez dikim li jor nivîskar gotiye xwarin û şêraniya pîr û ka...
pelûl [1]
şêranîya ku bi ard-arvan û av û şekir çêdibe. kesê bixwaze kare ji dêl...
belki ev jî bala te bikişînin
» sîsika gurî

Kategoriyên mijarê:: xwarinvexwarin nebat
nivîskarên ku li vê mijarê nivîsîne


sitemap
reklamokên beredayî