Kategoriyan hilbijêre;

Tenê yên kurdî?:

Pêşîn yên:

Agahî: dema 2 an jî zêdetir kategorî hatin hilbijartin, bila mijar wan hemû kategoriyênku te bijartine, bihewîne an hema tenê yek ji wan kategoriyan bihewîne jî bes e?
Hemû an hema kîjan be:


    14 mijar û 18 peyam
    çepik - tirşik
    çepik
    (4) (0) (6)
    di mijarê de bigere

    1. desthevxistin, desthevlêdan. nîşaneya şabûn û 'ecibandinê ye.



    bi îngîîzî: applause

    bi tirkî: alkış



    (bnr: çepiklêdan)

    (bnr: çepik lêdan)



    2013.11.03-21:32 | tu qurbana zarê xelqê bî

    2. bernameya aydin aydinî. di trt 6'ê de derdikeve. bernameyeke gelek kurmî ye. gava ku mirovek bixwaze hêrs be dikare wê bernameyê tenê 5 deqe temaşa bike. jixwe nemumkin e ku 10 deqê zêdetirê mirov wêna sêyr bike.



    pêşkêşvanê bernameya aydin aydin e. min jî qey digot mirovekî camêr e, baş e. piştî wê bernameyê min fêm kir ku kerekî xwedê ye. dema ku bernameyê pêşkêş dike haşa huzûra we, mînanî kera dizîre. dike gazî "çep çep çep..." tevgerên wî hema mirov dikare bêje ji sedî sed eletewş e. lê kes dernakeve nabêje: "kuro, lawo te navê kurda herimand..."



    ji xêncî wê jî dema strana dêje tu carî strana xwe naqedîne. mîna pezkoviya hêj yekê naqedîne derbasî yeke din dibe.



    2013.11.03-21:44 | kelemejû

    3. programa trt 6ê ye ku vê dawiyê kengî li ser youtubeê vîdyoyek kurdî vekim, reklama wê derdikeve pêşberî min. nalet!!



    2014.07.07-18:49 | simurg56

    4. straneke dodan project e. stranek gelek ecêb e.

    "...em ê herin gundê xwe

    ji kal û pîran hez bikin

    çend qûrîşan bidin wan

    dilê wana xweş bikin..."



    2014.08.03-00:22 | simurg56

    5. strana dodan project a awayê gotina wê û kenê ber gotinê û bi gotinê re ji gotinên wê bi xwe ecêbtir e.



    2014.08.03-00:32 | azadixwaz

    6. bernameyekî li ser trt kurdî tê nîşan dan.

    ji bo dewletên serdest 2 rêya asîmîlasyonê heye

    1. li her derê jiyanê de qedexekirina ziman, çand e.

    2. heke rêya 1. têrê nekir ew çax jî qedexeya xwe hinekî fireh dike bi destê xwe ve weşan, bername û hwd. çêdike. û bi vî awayî dikare mileta bindest wekî arkaîk, nemodern, gundî nîşan bide, gava yekî lê binêre xwe xwe şerm dike, ji ber ku teknolojî, sînema, çanda populer, zanyarî bi zimanê serdest tê çêkirin. lê weşanên bi zimanê bindest tenê li ser leyîstik, kilam, govend, filklor, xwarin û hwd. ne. ewên ku tê weşandin jî bêqelîte ye, meriv dide xwe şermkirin.

    ev bername jî bi vî awayî ye, trt qenale dewletê ye mîlyon dolaran budce xerc dike bernameyên xwe yê tirkî çêdike, lê gava dora kurda tê ji wan wek sosret nîşan dide.



    2020.06.05-01:05 | mîr

    7. bername ku mirov ji dinyayê sar dike
    (bnr: tiştên ku dilê mirov ji jiyanê sar dikin)



    2020.06.05-01:13 | merwano

    dengdanên dawîn (Yên Din..)
    navê der û berên amedê [1]
    (bnr: li amedê cihên gerê) li jêr mijara jor behs li çend ji van ci...
    kur [2]
    di farisî de ji bo cehnîkên hespan û dehşikên keran, kurre (کـ...
    başlê kirin [1]
    Peyva ku ez xeylek caran esseltene bikar tinim. Weke ji peyama jor j...
    başlê kirin [3]
    Peyveke tirkmancî ye. Ji tirkî derbasî dimilkî û kurmancî bûye...
    dêra saint george [2]
    Dêra Saint George li keleha hundirîn(içkale) ya Amedê ye. Li bakurê ro...
    belki ev jî bala te bikişînin
    » çepik

    Kategoriyên mijarê:: yendin
    nivîskarên ku li vê mijarê nivîsîne


    sitemap
    reklamokên beredayî