1. peyvêk ku kurdê me li nav tirkîya xwe jî dixin û bi vê rêyê xwe kifş dikin. wextê ez nû çûyî stenbolê li beyazitê li devê dikanakê xortekî ji yekî din re got ''ma ne yapayim''..min jî di dilê xwe de go ''ma bu kurd olmasin'' |
|
04.11.2013 19:54 |
diljan
|
2. tiştek wisa ye ku her kes zane li kîjan deraN DIkare were bikaranîn lê tu bipirsî jî tu kes nikare vebêje û qise bike. |
|
04.11.2013 20:00 |
simurg56
|
4. mixabin peyva ku wateya wê rast nehatiye ravekirin. ji ber ku li mînaka hatî dayîn de wate be qey/sanki ye. ji ber ku peyva miştî ma'yê nayê înkarkirin, ew jî pejirandin. lê çima, ma? |
|
04.11.2013 20:07 |
simurg56
|
5. Di erebî de "ma", ew peyve ku ji bo negatîf kirin a fiîlan tê bikaranîn. "Ma darastû" Yanê, " min ne xebitîye dersên xwe". Ji ber ku axaftina torî de hîn peyvên erebî hene, peşîn ez fikirîm dibe ku ji erebî hatîbe lê di kurmancîya torî de "ma" wek edata sual kirinê tê bikaranîn. Heye ku kin kirin a "çima" jî bibe. Mesela serhedî dibêje " çima (gelo) tu nexebitîye?" Û torî jî dibêje "ma (gelo) tu ne xebitîye? |
|
26.11.2014 18:41 |
ervah.azad
|
8. Bi vê mijarê pêkenokek hate bîra min; |
|
27.11.2014 13:08 |
xendekî
|
9. Daçeka ku bona Hevokên pirsiyarî de tê bikaranîn… |
|
11.12.2015 21:22 |
havka
|
11. Tê gotin ku rojek ji roja, malbatek mala xwe dibe diçe bajarekî. Pêgeha ber mala wan hinek fireh bûye. Çendek derbas dibe, kesên din yên taxê tirimbêlên xwe datînin ber mala wan. Yek du sê, rojekê malxoyê malê dibêje wiha nabe, ez Agahdarîyek binivisînim û daleqînim ber malê ka ku êdî kes tirêmbêla xwe daneyne ber mala me. Camêr agahdariyê davê ber malê û diçe karê xwe. Êvarê tê ku çi bibîne, ber deriyê mala wî tijî tirimbêlin, zêdetir hene. Nebî ku di agahdariya xwe de "ma burasi parktir" nivîsandiye. Ji ber ku kesê nizanibûne ma çi ye, gotine qey dibêje ew der parq e. * |
|
20.09.2020 00:25 |
afa
|
nivîskarên ku tirşikê diterikînin [1] |
|
nefreta tirkan ji bo penaberên sûriyeyiyan [1] |
|
duayên kurdî [1] |
|
duayên kurdî [1] |
|
nivîskarên ku tirşikê diterikînin [1] |