1. kurdîstana îraqê.bajarên serekê silemanî,hewlêr,dihok,mûsil kerkûk û xaneqîn e. |
|
05.11.2013 00:00 |
diljan
![]() |
2. kurdistana ku rÛmeta kurdan e, lÊ belÊ wusa xuya dike ku di zemanekÊ nezÎk de disa bi aliyÊn kurdan we bÊ helwÊşin. li ber ku kurden neyar ( kurden kemalist) didanan tÛj dikin ji bo wÊ. ew kurdÊn xiniz bi digel herkesÊ we dibin dost û tenÊ dibin dijminÊ kurdan... |
|
05.11.2013 15:52 |
cinorek
![]() |
3. kurdistana ku mixabin qet ne rûmeta kurdan e. ji bo kurdên başûr û rojava û rojhilat tam jî ev e "hayal kirikligi" |
|
05.11.2013 16:09 |
brusk56
![]() |
4. rast : (bnr: başûr) |
|
14.12.2013 03:05 |
dijber
![]() |
5. li gor nûçeyeke xendan.org-ê amedekariya rapirsîna serxwebûnê dikin. çawa ku rûsan bi rapirsînekê qirimê ji ûkraynayê veqetandin û bi xwe ve girêdan, kurd jî dixwazin bi heman rê û rêbazê ji îraqê veqetin û serxwebûna xwe îlan bikin. lê belê birakên me yên başûrî mixabin ku bi qasê rûsyayê ne bi hêz in ku bi serê xwe serbixwe bibin. Her wiha jê jî giringtir kerkûk û mûsil ne bi ser herêma kurdistanê ve ye. gava ku emerîkanê gawir îraqê ji nû ve dîzayn kir ev tişt hesêb kiribû Û ji bo rêlibergirtina serxwebûna kurdî her du bajarên ku xwediyê gellek bîrên neftê ne nehiştibû ku bi herêmê ve bêtin girêdan. mirov ji daxûyaniyên dawîn ên kafirê şedîd ê emerîkayê fêm dike ku emerîka naxwaze ku kurd ji îraqê veqetin. Ev tişt dide nîşan ku kurd bi rêbazên dîplomatîk nikarin serbixwe bibin, ger ku xwedê ji me re li hev bîne û em serxwe bibin jî nikarin kerkûk Û mÛsilê bêyî ku xwîn were rijandin bistînin. lewra her çi qas ku tirk êdî dev ji xetên sor ên xwe berdabin jî îran û sûrî û dewletên din ên ereb li dijî dewleta kurdî ne. |
|
18.05.2014 09:17 |
oxir
![]() |
6. parçeyekê kurdistanê ê ku beyî standina kerkûk û mûsilê divê nebe serbixwe. kerkûk û mûsil ji bo kurdistana başûr gelek giring e, dilê kurdistanê ye û ger başûr serxwebûna xwe îlan bike, standina wan hereman jî wê êdî ne pêkan be. divê şûna tekoşîna sexwebûne, tekoşîna standina wan hereman bê kirin. |
|
18.05.2014 09:21 |
brusk56
![]() |
7. (bnr: başûrê kurdistanê) |
|
18.05.2014 11:58 |
berxweda
![]() |
8. parçeya ku herî zêde nêzikê azadî û serxwebûnê ye.. |
|
18.09.2014 02:20 |
endazer
![]() |
9. mixabin hê jî di gelek saziyên wê de zimanên biyanî serdest in. |
|
19.11.2014 20:11 |
simurg56
![]() |
10. li gor wezareta peşmergeyan %5 axa wan di destê daîşê de maye û yê di demeke kurd de dîsa bi dest bixin. |
|
24.01.2015 23:21 |
nazim tolhildan
![]() |
11. herema kurdistana iraqe. |
|
10.05.2015 20:57 |
dastanekkevin
![]() |
12. li gorî nûçeyan, hikûmetê şertê zanîna zimanê kurdî daniye ber hemû bijÎşkên biyanî yên ku li başûrê kurdistanê dixebitin.. dîsa hemû mekteb û medreseyên dînî bi wezareta perwerdehiyê ve girê daye, û çapkirin û belavkirina hemû berhemên selefî û yên îslama radîkal qedexe kirine.. |
|
14.05.2015 00:00 |
endazer
![]() |
13. berzanî dibêje hindik maye kurdistana azad. gelo ji azadbûyînê çi fahm dikin vana? berê digotin me hewcedarî bi tu kes tune ye û heta bi emerîkayê jî niha jî bi destê emerîkayê xwedêgiravî kurdistana başur azad dike. bêyî emerîka gelo berzanî dikare azadiya kurdistana başur bi dest bixe? |
|
19.05.2015 13:13 |
kurê xelkê
![]() |
14. hejmara gelê wê bûye 5 milyon 472 hezar 436 kes. |
|
04.09.2015 21:48 |
berxweda
![]() |
15. gotina ji bo parçeya kurdistanê ya di nav sînorên iraqêde dimîne. |
|
09.12.2015 18:38 |
azadixwaz
![]() |
16. li gorî belkî hemû analîzan, êdî gelek dûrî azadiyê ye. |
|
09.07.2016 20:42 |
simurg56
![]() |
17. dibêjin aşê nezana xwudê digerîne, bi baweriya min aşê başûrê kurdistanê jî xwudê digerîne, ew qas bela û pirsgirêk li pêşiyê ne mirov jê dimîne heyîrî bê çawa li ser lingan dimÎne. |
|
20.11.2016 22:05 |
endazer
![]() |
![]() |
pêşniyarên taybetmendiyan ji bo tirşikê [2] |
![]() |
kim kardashian [8] |
![]() |
fatih altaylı [1] |
![]() |
replîkên lo dublajê [1] |
![]() |
hetîketiyên zarên mala barzanî [1] |