18. yek ji taybetiyên vî beşê kurdistanê ku zehf kêfa min jê re tê, kurdîbûna navê xelkê ye. tu dibînî, emrê wî bûye çil pêncî, navê wî sefîn e, hemrîn e, nêçîrvan e, soran e, goran e. hemû jî navên xweş û watedar. bi taybet çandek heye ku gelek kêfa min jê re tê, navê çem û çiyayên kurdistanê li zarokên xwe dikin. wek; sefîn, hemrîn, cudî, aras. lê navê zarokên mele mistefa, û zarokên mesud barzanî bi pirranî bi erebî ne. wek; mesrûr, mensûr, mistefa (dibêjin 5 kur û sê keçên wî hene lê di medyayê de tenê navê van hersê kurên wî derdikeve) |
|
23.11.2016 22:20 |
endazer
|
19. kurdistana ku hê nikare li ber wê dewletê li ber xwe bide ku di nava 15 salan de 2 caran hilweşiyaye û artêşa wê belawela bûye. vêca tiraliya kurdên başûr hûn bifikirin. |
|
25.10.2017 19:45 |
simurg56
|
20. Kurdistana ku nuha bûye 2 parçe. |
|
26.10.2017 18:39 |
elaziz izzetpasa camii
|
21. Xeylek wext Kurdistana herî nêzîkê azadiyê bû. Ji çar parçeyên kurdistanê bûye hêviya hemû kurdan. |
|
21.12.2017 18:49 ~19:03 |
cinorek
|
22. parçeyekî kurdistanê ye ku di bin rêveberiyek ew qas xerab de ye ku, dibêjim xwezî dewleta iraqê bi tevahî hilweşanda û girêdayî bexdayê bikira. ji vê rewşê çêtir e .. |
|
22.12.2017 00:07 |
brusk56
|
23. Piştê referandûma serxwebûna 17 kewçêra 2017 a kurdîstana başûr , Kurd bê navber dixebitin û berjewendîyên xwe yên başûr her diçe zêde dikin. |
|
27.04.2019 16:10 |
brzn
|
24. parçeyekî kurdistanê a ku di pêşerojê de dibe ku li wir bixebitim. |
|
18.12.2019 22:59 |
brusk56
|
25. parçekî kurdistanê.ji bo kurdan cihê azadîyê ye.Dewletbûn çawa ye hûn dikarin li vir fehm bikin.Bi nivîsê nabe hewceye her kurd here û bibîne.Amade be başûr , ez têmê! |
|
20.12.2019 00:28 |
mêrxasê serhedê
|
26. Kurdên Kurdistana başûr ji her aliyê ji kurdên bakurî bi Avantajtir bûn. |
|
13.04.2020 00:15 |
ferhenga şikestî
|
27. Rexneya ku ez jî dikim nivîskarê yekem ferhenga şikestî pirr baş aniye zimên.Hema bêje ev 20 sal e, we ji bo xurtbûna welatê xwe çi kir ? Devdora we welatên dagirker ku xwîna we vexwin pê têrnabin hene , we ji bo tevdîrên ewlehî çi kir ? Bersiv ev e ; ti rêxek tune. |
|
13.04.2020 01:33 ~01:35 |
brzn
|
28. Her carê Kurdên li Bakur dijîn û li ser ideolojîya wê derê pesndanên xwerû bi fîşal di derbarê wê derê de didin lê belê li min biborînin ji xeynî xwezaya wê, azadîya zimanî-nasnameyê û deşt û newal û çîyayên wê derê tu tişt di destê mirov de nîne ku bikare pesnê Başur bide. Bila ez şaş neyêm fêmkirin ez gelek ji netewa xwe hez dikim lê belê ji alîyê huner û zanyarîyê ve biqasî Bakur ne pêşketîne. Tiştek heye ku min li wir dîtî û kêfa min zehf jê re hatî: Rêzgirtin, hurmet ji Bakur gelektir e. |
|
13.04.2020 16:23 |
soryazyus
|
29. Başûr bi salan xwe bi tirkan zeliqand û tiştek îmal nekir. dewleta tirk aniha ji nû ve balyozxaneya xwe ya li Mûsilê vedike. Balyozê giştî yê Mûsilê Mehmet Kuçuksakal di daxuyaniya xwe de gotiye: "Di demek nêz de Erdogan serdana îraqê bike. Divê projeya deriyê Ovakoy bikeve rojevê..." |
|
08.05.2021 16:02 ~16:10 |
asîmanê sêwî
|
30. (bnr: herêma kurdistanê) |
|
12.02.2022 23:03 ~23:31 |
wulfila
|
31. baş an jî xirab tê nîqaş kirin. bêguman gellek aliyên baş jî hene ên nebaş jî... lê rasiyeke zelal ev e ku îro başûrê kurdistanê yekane rêvebiriya dewletî ya kurdî ye ku bi fermî di warê navneteweyî de tê nas kirin û di destûrê iraqê de hatiye misoger kirin. her çiqas di fermîyetê de federal be jî li cîhanê ti herêmeke federal nîne ku xwedî ewqas desthilatdariyê be. em dikarin bibêjin dewlet e. |
|
12.02.2022 23:27 ~23:45 |
şûjin
|
32. Nizanim gelo tenê bala min dikişîne lê dema wêne yan video yê wira dibînim ew têlê ceyranê ku hatine xwar min gelek aciz dikin :( dixwazim herim dirist bikim bi xwedê ji ceyranê jî ditirsim:( |
|
20.02.2022 15:57 |
navîgiranmezelîwêran
|
rexşê belek [1] |
|
pelûl [1] |
|
tirşik translate [3] |
|
kerguh [3] |
|
pelûl [1] |