Kategoriyan hilbijêre;

Tenê yên kurdî?:

Pêşîn yên:

Agahî: dema 2 an jî zêdetir kategorî hatin hilbijartin, bila mijar wan hemû kategoriyênku te bijartine, bihewîne an hema tenê yek ji wan kategoriyan bihewîne jî bes e?
Hemû an hema kîjan be:


17 mijar û 19 peyam
feratê dengizî - tirşik
feratê dengizî
(0) (0) (1)
di mijarê de bigere

1. navê wî yê fermî Mehmet Aydın Alökmen. nivîskarekî kurd e ku li gundê Dengiza yê girêdayî Stewrê ya girêdayî Mêrdînê ji dayîk bûye. Di sala 1971'an de bû mamosteyê matematîkê û demeke dirêj li gelek cihan mamostetî kir.

Ji biçûkatiya xwe de têkilî û hezkirina wî li ser zimanê kurdî hebû. Cara yekemîn di sala 1989'an û ya duyemîn jî di sala 1995'an de ji ber ramanên xwe yên siyasî û bi daraza endamtiya PKK, bi tevahî 10 salan di girtîgehan de ma. Kurteçîrok, helbest û gotaran dinivîse. Gelek pirtûk jî ji tirkî wergerandiye kurmancî, lê hê nehatine çapkirin. Bêhtir hişê wî li ser werger, felsefe û mantika zimên heye. Gotar, helbest û kurteçîrokên wî di malper, kovar û rojnameyan de tên weşandin.



05.11.2013 19:37 | felat

2. ji partiya aşitî û demokrasiyê wek endamê şaredariya stewrê hatiye destnîşankirin..

wisa dixweye ku ew jî wekê adilê me yê ku berê kurt bû paşê bû zozanî, ji kontenjna zimanzan û wêjevanên kurdî hatiye neqandin û hilbijardin..

yekî tam li gorî devê partiyê ye.. ez rû bi rû nas nakim, lê berê li ser facebookê em bi hev re heval bûn, wextekî li ser taşeronê mezin yê kurdistanê mûnaqeşeyek di navbera me de çû û hat û dawiyê min hew nêrî ku ez ji hevaltiya xwe kirime..

heqê wî şaredariya amedê bû, lê ka li ser vê dinyaya gewrik kî gihiştiye heqê xwe heta ew bigihije.. henek li aliyekî, eger ji min bipirse, şaredariya stewrê jî jê zêde ye..

ez vê yekê ne ji ber mûnaqeşeya xwe ya şexsî dibêjim, ji ber kesayetiya wî ya fermanber dibêjim..



08.02.2014 08:37 | endazer

3. li gor nûçeya yeniyaşamê ji ber îfadeyên şahidê nediyar 10 sal ceza xwarîye ji dadgeha dewleta tirk. heyf ev dijmin çawa dixwaze wilê hespê xwe dibezîne.

Here lînkê



29.01.2020 19:38 | xendekî

4. serokşaredarê Stewrê bû



29.01.2020 20:13 | oceancr

Xêra xwe vê peyvê ji îngîlîzî wergerîne kurdî
evsene
dengdanên dawîn (yên din..)
ên ku dixwazin zarokên xwe bi kurdî mezin bikin [3]
Ne ez im ji ber ku zarokên min tunne ne. ger tûnne bin, ezê çawa wan b...
kompleksa îkarus [3]
(bnr: icarus complex) Îkarûs karakterek ji mîtolojîya yewnan e. Li ...
inglourious basterds [5]
Di derbarê Şerê Cîhanê yê Duyemîn de gelek fîlm hatine kişandin (Rizga...
tiştanok [1]
"Xalê min tê ji deştê qete(parçe) himbanek li piştê"( berisv...
Grass: A Nation's Battle for Life [1]
yekemîn berhemeke sînemayê ye ku qala kurdan dike. berhemeke hêja ye j...
belki ev jî bala te bikişînin
» feratê dengizî

Kategoriyên mijarê:: kurdukurdi niviskarweje
nivîskarên ku li vê mijarê nivîsîne


sitemap
reklamokên beredayî