Kategoriyan hilbijêre;

Tenê yên kurdî?:

Pêşîn yên:

Agahî: dema 2 an jî zêdetir kategorî hatin hilbijartin, bila mijar wan hemû kategoriyênku te bijartine, bihewîne an hema tenê yek ji wan kategoriyan bihewîne jî bes e?
Hemû an hema kîjan be:


9 mijar û 11 peyam
ji lêgerînê bawerkirin - tirşik
ji lêgerînê bawerkirin
(9) (3) (1)
di mijarê de bigere

1. di ferhengên înteraktîf û foruman de mirov dikare bêje ku zagona yekemîn e.

ji nivîskareke van platforman tê hêvîkirin ku ji lêgerînê bawer bike, yanî berî ku pirsek bike, mijarek veke, peyamek binivîse an jî hwd. bike lazim e di malperê de lê bigere ka berî wî ev tişt hatiye kirin an na.

bi taybetî malperên ji rêzê û bêrêvebir û bêqalîte de, ji ber ku ev zagon nayê pêkanîn, derbarê heman tiştî de bi dehan mijar tên vekirin û agahiyên hatine dayîn him belav dibin û kêr nayên, him jî kesê li tiştekî digere nikare xwe bigihîne peyaman û him jî malper gelekî tevlîhev dibe.



lê platformên ku hay ji vê zagonê dibin de, dema kesekî derî vê zagonê tiştekî bike li binê peyama wî "ji lêgerînê bawerkirin" tê nivîsandin û bi vî awayî yê hişyarkirin.



neyse, weke hemû platformên ku bi beşdarbûna endaman pêk tê, tirşikê de jî ev problem û ev zagon heye. jixwe moderator jî ji ber vê yekê hene. bi qasê ji destê moderatoran tê, mijarên wekhev tên kirin yek, ijarên ku xelet hatine nivîsandin tên rastkirin an jî tên beralîkirin.

weke din, êdî lînk û bnr'ya vê mijarê jî dikare were dayîn.



06.11.2013 22:52 | simurg56

2. yek ji jargonên klÎşê yên ferhengên înteraktîv ên tirkî ye.. dema kesek bêyî ku di ferhengê de lê binêre û bikole bê ka ew mijar berê di ferhengê de vebÛye an an, an gelo ew peyam li jêr wê mijarê hatiye nivîsandin an na, hema bi serê xwe mijaran veke û peyaman li jêr binivîse.. bi tirkî jê re dibêjin aramaya inanmak, simurg56 wek ji lêgerînê bawerkirin wergerandiye lê bi ya min divê bawerî bi lêgerînê anîn bûya..




3. Te go çi lo.min gûkî fehmnekir



15.01.2015 13:40 | tirşikçi

4. ji bo yek bikaribe di tirşikê de binivîse pêşiyê divê ji lêgerînê bawer bike, yanî em bêjin dixwaze mijara mêrên serjinik veke, pêşiyê divê di tirşikê de mijara serjinikê bide ber pirsê, eger derket ji xwe berê ew mijar vebûye ne hewce ye mijareke nû veke, li jêr wê mijara heyî dikare peyama xwe binivîse, eger ew mijar tunebe hingî dikare wê mijarê veke..

û qeydeyeka din jî ya formata tirşikê, tu nikarî rasterast bersiva nivîskarekî bidî, yanî em bêjin yekî li jêr mijara ji lêgerînê bawerkirinê de peyamek nivîsandiye û te jî tiştek ji wê peyamê fêhm nekiriye tu nikarî di peyama xwe ya li jêr wê peyamê de bêjî te go çi lo. min gûkîfehmnekir..




5. Hişyariya ji ber ku sînorên tirşikê pir fireh bûye êdî van rojan hergav wekî şeqamekî li ser çavê me dikeve. Xwedêjêrazî be shorbevan êdî vê hişyariyê sûîstîmal dike bi bnr ên nevekirî re bi kar tîne. Tişt nabe çare naqedin gava ev ji qîmet ket em dikarin bêjin:

(bnr: bawerkirina ji lêgerînê bawerkirin)

Û peyre

(bnr: baweriya bawerkirina ji lêgerînê bawerkirin)

Û peyre

(bnr: bawerîpêanîna baweriya bawerkirina ji lêgerînê bawerkirin)*



12.05.2015 16:38 | ceso

6. hetanî do pêrê hanê jî bela serê min bû lê min nizani bû bikarbînim min di nivîsand û pêlî fonksîyona bigre û bîne dikir lê ne wisaye gere meriv binivîsîne û meriv pêlî fonksîyona lê bigere ke ger hebe ji xwe heye ger tunebe yê dirûv pê dixin dertên kû ew jî tunebe wûn dikarin sernivîs vekin û hew em dikarin bêjin niha min jî bi lêgerînê îman hanîye.



12.05.2015 18:08 | shorbevan

7. beşa ku rêveberê wê endazer e * ji bo vê agahdariyê mabe dikeve tirşikê *



30.07.2015 20:09 | berxweda

8. tiştekî ne pêkan e ji ber ku gava mirov li tiştekî digere eger 100% ne wek wê binivîse peyda nabe. wek mînak "xoşnav tillo" binivîse tiştek dernakeve tev ku di vê peyamê de xoşnav têlo/77571 heye.

xwezî ev mesele were çareserkirin herwiha texmîna serrastkirinê jî derkeve ji ber carinan mirov bêhemdî şaş dinivîse.





18.10.2015 11:14 | dijber

9. tiştekî pêkan e. eger tu xoşnav binivîsî û pê li bişkoka bigre û bîne bikî eger mijareke weke xoşnav nehatibe vekirin tiştek dernakeve lê eger tu pê li bişkoka lê bigere bikî çi mijarê di derbarê xoşnav de hatibin vekirin wê derkevin.



18.10.2015 12:00 | ceso

10. Tekane gotin e ku dijberî dijberî lê nekiriye*

Gotineke şaş e. weke ku endazer jî gotiye divê bawerîpêanîna bi lêgerînê be an jî bawerkirina ji lêgerînê be.



08.11.2015 13:05 ~13:24 | mergehez

11. (bnr: lebeyk ya lêgerîn lebeyk)



08.11.2015 13:12 | shorbevan


13. ji ber ku mijar bi vî navî hatiye vekirin, wilê tê bikaranîn.

(bnr: ma em çi bikin)



08.11.2015 13:29 ~13:29 | xendekî

14. sernivîsa ku wekî mamosteyê xendekî gotiye di serîda hetanî niha me di peyamade wiha nivîsandîye edî hew simurg56 û mergehezo nançû hemû entrya rastbikin ev sernivîs çareser bikin wekî din edî çû.

tiştê çû ne de dû



08.11.2015 13:53 | shorbevan

15. sucdar simurg56 e, ez jî hez ji vÊ hevokê nakim lÊ wisa rûniştiye ger em bêjin emê sererast bikin divê em hemî peyaman kontrol bikin ew jî ne mimkun e, jixwe her tiştê me rast bû bi tenê ev şaş bû newsa?*



08.11.2015 14:31 | ferhenga şikestî

16. Guhertina hemû "ji lêgerînê bawerkirin"an pêkan e. Heke ku kes îtîraz nekin simurg56ê sucdar bila biguherîne *



08.11.2015 14:39 | mergehez

17. sernivîsa ku çima xelet e min fêm nekir.

bi min mirov ev qas xwe biwestîne, dikare ji hemû tiştan xeletiyek derxîne.



08.11.2015 19:26 | brusk56

dengdanên dawîn (yên din..)
tirşik translate [3]
Mirmirokî:kekremsî Mêrokî:erkeksî Mîrovokî, merivokî: însansi Tirş...
kerguh [3]
Ajalekî şêrîn e Ji bo "taybetmendiyên" wan gotine kerguh. Gu...
pelûl [1]
Ez pir jê hez dikim li jor nivîskar gotiye xwarin û şêraniya pîr û ka...
pelûl [1]
şêranîya ku bi ard-arvan û av û şekir çêdibe. kesê bixwaze kare ji dêl...
seyda perinçek [1]
Bavê wî cangorî ye di sala 1990î li gundekî qoserê şehîd ket. Dibê ku ...
belki ev jî bala te bikişînin

Kategoriyên mijarê:: tirsik
nivîskarên ku li vê mijarê nivîsîne


sitemap
reklamokên beredayî