Kategoriyan hilbijêre;

Tenê yên kurdî?:

Pêşîn yên:

Agahî: dema 2 an jî zêdetir kategorî hatin hilbijartin, bila mijar wan hemû kategoriyênku te bijartine, bihewîne an hema tenê yek ji wan kategoriyan bihewîne jî bes e?
Hemû an hema kîjan be:


10 mijar û 11 peyam
steve jobs - tirşik
steve jobs
(1) (0) (2)
di mijarê de bigere

1. camerêkî serê wî pir dişixulî.rayadarê giştî yanî ceo yê apple bû.



07.11.2013 21:20 | diljan

2. ceo bû. ji vê pêve ne tiştekî din bû.

weke mînak qet ne linus torvalds'ek e.



jenerasyona nû dibêjin qey komputer, mouse, klavye, ekranên destdanî, telefona berikan û hemû tiştên din yên teknolojîk ji aliyê vî camêrî ve hatine îcatkirin.



na heyran, min hê tiştek jî neditiye ku vî camêrî îcat kiriye. mêrik ceoyê şîrketekê bû û gelek derdiket ser ekranan, aha hemû şova wî ev bû.

çawa li tirkiyê alî agaoglu weke zilamê herî dewlemend tê nasîn lê di eslê xwe de tenê mutahîtek ji mutahîtên mezin e, gelek kesên ji wî dewlemendtir jî hene lê ji ber ku ew her tim derdikeve ser ekranan û şovê dike, ew weke yê herî mezin û jêhatî xuya dike.

aha steve jobs jî eynî wisa ye. ali agaogluyê dinyaya teknolojiyê ye.



di sedsala dawîn de bi sedan îcatên ewas girîng hatin kirin ku her yek ji wan mîna şoreşek bû, lê tu kes îcatkerên wan nizanin. lê dema hûn bêjin steve jobs, herkes bêje "ha steve? heval ew zilamê herî giîrng yê vê sedsalê bû"



di firotina cîhazên xwe de jî apple heman rêbazê bi kar tîne. gelek tişt hene ku pêşîn samsung û marqeyên din çêdikin lê dema piştî salan apple jî vê taybetiyê li cîhazên xwe zêde dikin, nîvê dinyayê dibêjin qet ev taybetiya nû îcata appleê bû.



29.04.2016 15:35 ~15:35 | simurg56

3. Avakarê apple ye. Bi min tiştê herî balkêş eslê bavê wî yê. Bavê wî erebên Sûrîyeyê ye.



21.06.2020 15:28 | yûsiv

4. hevpeyvînekê xwe de gotiye "Some people say, "Give the customers what they want." But that's not my approach. Our job is to figure out what they're going to want before they do." tenê ev jêgirtina ha jî serkeftina wî rave dike.



29.05.2021 01:02 ~01:04 | hueyn

dengdanên dawîn (yên din..)
rexşê belek [1]
Navê hespê ristemê zal e. Di destanên persan mina şehnameya firdewsî...
pelûl [1]
Diranê feqîran di pelûlê da dişike....
tirşik translate [3]
Mirmirokî:kekremsî Mêrokî:erkeksî Mîrovokî, merivokî: însansi Tirş...
kerguh [3]
Ajalekî şêrîn e Ji bo "taybetmendiyên" wan gotine kerguh. Gu...
pelûl [1]
Ez pir jê hez dikim li jor nivîskar gotiye xwarin û şêraniya pîr û ka...
belki ev jî bala te bikişînin
» steven spielberg

Kategoriyên mijarê:: teknoloji
nivîskarên ku li vê mijarê nivîsîne


sitemap
reklamokên beredayî