Kategoriyan hilbijêre;

Tenê yên kurdî?:

Pêşîn yên:

Agahî: dema 2 an jî zêdetir kategorî hatin hilbijartin, bila mijar wan hemû kategoriyênku te bijartine, bihewîne an hema tenê yek ji wan kategoriyan bihewîne jî bes e?
Hemû an hema kîjan be:


32 mijar û 51 peyam
carbekir - tirşik
carbekir
(4) (0) (1)
di mijarê de bigere

1. Ev gotin ji hêla kurdên ku tîpa "d" dikin "c" tê bilêvkirin. Herwekî mardînî ji diyarbekir re dibêjin carbekir.



10.11.2013 23:47 | ceso

2. (bnr: ca min di şûna diya min)



22.12.2013 00:29 | dijber

3. cîh û warê bekir, cîwarê bekir, carbekir. (çewa lê hato)



05.03.2014 20:11 | dara berrûyê

4. Çima “Carbekir” û ne “Cêrik”?

http://nefel.org/articles/article_detail.asp?RubricNr=10&ArticleNr=2787#.UxduiD9_tCE



05.03.2014 20:42 | havka

5. ev mesela deng guhertinê di ingilîzi de jî heye; îfadeya ''would you like nizam çi'' li deverna vud yu layk û li deverna jî wekî wucyu layk tê xwendin *



05.03.2014 22:27 | kevçiyê dil

6. roja yekê ku min bistîye û vir ve ji min re tum antîpatîk hatiye.



06.05.2017 16:57 | kanî27

7. Dêrikiya ez har û dîn kirim. Kuro ez qurban carbekir çiye. Û hema ciya min û hema carbekir bi ser hev de dibêjin dibêjin û ez wan dev vekirî şorik pê de nizilî temaşe dikim *



27.08.2020 15:55 | rizgarm

8. amedê li mêrdîn bi gotina carbekir tê bi nav kirin,
pirraniya gelê mêrdîn jî wisa bi lêv dike(xeynî nisêbîn) heta heta di sînorên carbekir jî de amedî xwe wilo bang dikin bajarê xwe mîna bismiliyan ..

nimûnê
-wê rojê ez û ca xwe çûn carbekir ..

gava we vê gotina bihîst jixwe nebêjin tu dêrikî ye,
tu mêrdînî ye yabo heyran?
ah wilo bipirsin ..
"seva mêrdînî tev ne dêrikî ne"

ziman ne tek perçe ye di entryên jorde hevalekî nimûna "would you like" daye û gelekî di cîh de ye.

lêv kirna woulc/would jî rast e ..

wekî din bila devê we girtî be dinya germe mêş hene..



27.08.2020 16:57 ~17:01 | shwinsherm

9. Bilêvkirina navê bajarê amedê ya ji aliyê mêrdîniyan e. Rêzika guhertina tîpa " d " bi " c " yê li vir jî hatiye sepandin û amed ango diyarbekir bûye " ciyarbekir", " carbekir". Ev tişt ji aliyê niştecihên bakurê mêrdîn tê kirin. Gelemperî li navçeyên weke stewrê, dêrik û bismil tê bikar anîn. Li bismil jî, kurdên salê notî ji stewrê hatine bikar tînin.

Heman tişt di peyvên dê û çiya de jî heye. Weke mînak bo çiya peyva " ciyar" tê bikar anîn. Bawerim ev peyv guhertina "d" ya peyva "diyar" bi "c" yê ye. Ji ber ku peyva diyar li rojhilatê amedê di wateya jor û bilind de jî tê bikar anîn.



27.08.2020 22:30 | tîrêj zana 21

10. li mêrdînê ji amedê re tê gotin. hin mînakên din ên bi heman awayî guherîne:
diya min - ca min an jî ciya min
derve - cerve
radyo - racyo



12.11.2020 21:20 | keyomerd

dengdanên dawîn (yên din..)
nivîskarên ku tirşikê diterikînin [1]
Herhal bêhna wan teng dibe, tiştek balkêş di tirşikê da nabînin ji ber...
pulmoner embolî [1]
Di damarên pişikê de hebûna embolîyê ye. Trombûs Herî zêde ...
dêr miryem/manastira hogots'ê/hogots monastery [1]
Dêreke dîrokî ye, dema çêkirina wê bi texmînî sedsala şeşemîn e lê Piş...
taybetmendiyên jinên faris ên li tirkiyeyê [1]
(bnr: botoks) (bnr: li nîveka rêyan da rêzbûn û wisa meşiyan) (bnr: ...
warê stranan [1]
Weke berdewama qonaxa nû ya projeyên ji bo meyla hilberandina naveroka...
belki ev jî bala te bikişînin
» carbekir

Kategoriyên mijarê:: yendin
nivîskarên ku li vê mijarê nivîsîne


sitemap
reklamokên beredayî