Kategoriyan hilbijêre;

Tenê yên kurdî?:

Pêşîn yên:

Agahî: dema 2 an jî zêdetir kategorî hatin hilbijartin, bila mijar wan hemû kategoriyênku te bijartine, bihewîne an hema tenê yek ji wan kategoriyan bihewîne jî bes e?
Hemû an hema kîjan be:


9 mijar û 11 peyam
ji kerema xwe re - tirşik
ji kerema xwe re
(4) (0) (1)
di mijarê de bigere

1. ev îfade Di nav kurdan de rewşa pêşkêşkirina camêrî û centilmenî û ricakirinê ye. herwekî "ji kerema xwe re bicehime ji vir here!"*



11.11.2013 22:52 | ceso

2. (bnr: şika)



14.07.2015 02:46 | ferhenga şikestî

3. (bnr: ji xêra dê-bavê xwe re)



14.07.2015 07:19 | xendekî

4. (bnr: please)



14.07.2015 15:14 | xwelî li ser

5. xêra xwe, an xêra dê û bavê xwe an xêra kesek din

wateya wî nêvzî wateya vê hevokaye

"ji tera ne zehmet be".



14.07.2015 15:36 | shorbevan

6. Gotineke pir dirêj e. Di zimanên din de tev kin in lê di kurmancî de evqas dirêj e. Gelek caran bi xwe re nabînim ku binivîsim.

pirsgirêkeke din jî di bernamenûsiyê de derdikeve li pêş meriv, meriv pleaseê dike ji kerema xwe re pir nexweş dibe..



14.07.2015 19:20 | mergehez

7. dirêj e û nexweşgotin e. ji aliyê hinekan ve weke ji kerema xwe tê bikaranîn û tê îdîakirin ku ev rasttir e jî.

divê jê re alternatîfên kurttir werin dîtin. (bnr: jkxr) (bnr: xêra xwe)



14.07.2015 21:14 | simurg56

8. heta ku xêra xwe û ji xêra mala xwudê re heye, ne lazim e..

tişta bi serê min nakeve, xêr jî û kerem jî peyvên bi eslê xwe ji erebî ne û bi wateyên xwe yên dînî tên zanîn,heta lutfa lutfena tirka jî bi eslê xwe ji erebî ye û ew jî xweyê wateyeke dînî ye.. û dîsa tişta ez zanim tirka jî û vê paşiyê kurmanca jî ji bo zimanê xwe ji tesîra zimanên din paqij bikin ev rê dane ber xwe û gotinên ecêb yên wekê ji kerema xwe li hev anîne.. lê madem jêderk û serkehniya herdu bêjeyan jî yek e çima yekî di berdêla ya din de tercîh bikin?



14.07.2015 23:51 | endazer

9. Gotina ku ez kezebreşî kirime.
Îşkence ye. Zehmetî ye.
Fêhtiya kurdî ye.
Kêmasiya kurdî ye. bekêriyeke kurdî ye. Wela û billeh. Dema ez çav vê îfadê dikim, ji kurdî sar dibim.

Şaşiyeke mezin e go bi îfadeyeke kintir nehatiye guheriîn.

Hîletê min jê diçe. Bi qasî dûvê kerê dirêj e.

Gelek caran lazim dibe lê ez ditirsihim bikar bînim.
+Çima?
- hingî dirêj e.

Please, lütfen, bitte...
Zimanê ecnebiyan çi hêsanî û kin gotine. Lê Kurmancî çar peyv. Çaaarrrr peeeyyyvvv. Çar çarr! .
Ji xwidê bitirsin law. Ev çiye.

Divê ev pirsgrêk werê fêhmkirin û çareserkirin.

Zehf qeherîm, tripên min efû bikin *



03.01.2018 15:08 ~16:01 | gumgumok

dengdanên dawîn (yên din..)
tirşik translate [3]
Mirmirokî:kekremsî Mêrokî:erkeksî Mîrovokî, merivokî: însansi Tirş...
kerguh [3]
Ajalekî şêrîn e Ji bo "taybetmendiyên" wan gotine kerguh. Gu...
pelûl [1]
Ez pir jê hez dikim li jor nivîskar gotiye xwarin û şêraniya pîr û ka...
pelûl [1]
şêranîya ku bi ard-arvan û av û şekir çêdibe. kesê bixwaze kare ji dêl...
seyda perinçek [1]
Bavê wî cangorî ye di sala 1990î li gundekî qoserê şehîd ket. Dibê ku ...
belki ev jî bala te bikişînin
» xwendewar

Kategoriyên mijarê:: kurdukurdi zimanbiwej
nivîskarên ku li vê mijarê nivîsîne


sitemap
reklamokên beredayî