Kategoriyan hilbijêre;

Tenê yên kurdî?:

Pêşîn yên:

Agahî: dema 2 an jî zêdetir kategorî hatin hilbijartin, bila mijar wan hemû kategoriyênku te bijartine, bihewîne an hema tenê yek ji wan kategoriyan bihewîne jî bes e?
Hemû an hema kîjan be:


39 mijar û 68 peyam
nivîsandina tezê - tirşik
nivîsandina tezê
(1) (0) (1)
di mijarê de bigere

1. Tişta kû ez van rojan dikim e. Mirov serê xwe dixwê. Ev e nêzîkî salekîye kû min master xilas kirî û derbasî tezê buyîm e lê ev e nûka çend heftene kû min dest bi nivîsandina tezê kiriye. Ev e saleke ez xwe hirde wirde didim lê dawiya dawin ez mecbûr mam kû ez binivîsim. lê hîna gellek maye kû ez xilas bikim. Lê ez di pêvajoya nivîsandinê de hînê vê yekê bûm kû mirov xwe ber îş re dikê ew îş li ber çavê mirov hêsantir dibê. Ji ber nivîsandina tezê ez nikarim di tirşikê de jî gellek binivîsim. Dilê min gellek bi aramiya tirşikê a van rojan de diêşê lê mixabin zêde wextê min nîne kû ez aramiya tirşikê biçirînim û kevçiyê xwe li vê tirşikê bidim. Bila nivîskarên tirşikê li min negirin..



11.11.2013 22:54 | nan û av

2. Mijara ku min navê weke "zû nivîsandin" an jî " lez nivîsandin" fehm kiriye.



11.11.2013 22:57 | ceso

3. mIJARA KU EZ JI RÊVEBERIYA KONSEYA BILIND A TIRŞIKÊ DIXWAZIM KU NAVÊ WÊ WEKÎ 'NIVÎSANDINA TEZÊ' WERE GUHERTIN.



11.02.2014 22:29 | nan û av

4. îro hevaleke min vê çalakiyê wisa rave kir "pêvajoya nivîsandina tezê de, mûyên spî dikevin porê mirov, mirov qebz dibe, kîlo dide, xew lê diherimîn û hwd."



12.02.2014 21:09 | simurg56

5. mijara piştguhkirin bi xêrtir e ji pêketinê. lê heta ku rê heye helbet.



12.02.2014 22:29 | azadixwaz

6. (bnr: nivîsandina teza masterê)



03.11.2018 00:24 ~2024.03.23 01:29 | mirovekirind

7. dijwar e û di destpêkê da kêf nade ji mirovê ra.

(1) hema bibêje tu pirtûkek dinivîsî, mîna wê ye. hem jî pirtûkeka zanistî. tu di vê pirtûkê da meseleyek vedibêjî, agahî didî ji xwîneran ra. Gava tu agahî û hevokên ne yên te ji weşanên din distînî û dinivîsî, hewce ye tu navê van eseran/berheman lê zêde bikî. (bnr: çavkanî)

(2) tu, hema em bibên, Bi nivîsandina tezê/pirtûkê ve xwîneran hînî tiştekî dikî. ev yek, mamostetî ye. berî her tiştî divê tu alîyê hînkirinê ve jêhatî bibî. wekî mamosteyek ilmê hînkirinê bizanibî, da ku berhema te, pirtûka te kêrî tiştekî were. nivîsandina tezê an jî nivîsandina tiştekî zanistî, em dikarin bibêjin, berî her tiştî ji ber vê yekê zor e, dijwar e.

kesên ku nivîsa te dixwînin divê bi rehetî ji te fam bikin. ji ber vê yekê ku nivîskar pir caran ji hin kesan ra kar û nivîsa xwe didin xwendinê, didin kontrolkirinê. bi gotineka din, xwîner ku nivîsa te dixwînin çi ji te fam dikin û te dixwast te çi bigota, van her du gere ji hev cuda nebin.

Carekî din ez bibêjim, di nivîsandina tezê da çavkanî pir girîng e. tu çi hevok binivîsî gere tu agahîyên rasteqîn bidî. an jî tu çavkanî daynî û ji berpirsiyariya van hevokan xwe xelas bikî: "filan kes wer gotîye". Heya ji destê te hat, çavkanî li jêwergirtinan zêde bike.

(3) û sedema sisêyan jî ew e ku "karê nivîsandin" bixwe karekî dijwar e. nivîsandin ji axaftinê dijwartir e. ji ber ku ji zaroktîyê heta niha ye em her diaxivin, vegotina tiştekî yê bi devkî ji me ra rehet tê. lê dema ku ew tişt bi nivîskî be mirov zehmetî bi vegotina vê yekê ra dikişîne. (bnr: axaftin vs nivîsandin)

Kesên xwendî, "xwendevanên biserketî", li dibistanan perwerde bûne, pir tiştan elimîne lê dîsa jî nivîsandina wan kin e, lawaz e. zêdeparîya xwendevanan bi rastî nizanin baş binivîsin.

wekî din, nivîsandina tezê nivîsandina zanistî ye û ji nivîsên wêjeyî (roman û helbest) zahf cuda ye. û nema wek nivîsandina rojnivîskê ye.

Nivîsandina tezê (bnr: writing thesis), ne wek spartekên derewîn e, xwendevanê/a ezîz yên "biserketî". de were binivîse!



07.11.2019 20:52 ~2019.12.04 00:16 | mirovekirind

dengdanên dawîn (yên din..)
pulmoner embolî [1]
Di damarên pişikê de hebûna embolîyê ye. Trombûs Herî zêde ...
dêr miryem/manastira hogots'ê/hogots monastery [1]
Dêreke dîrokî ye, dema çêkirina wê bi texmînî sedsala şeşemîn e lê Piş...
taybetmendiyên jinên faris ên li tirkiyeyê [1]
(bnr: botoks) (bnr: li nîveka rêyan da rêzbûn û wisa meşiyan) (bnr: ...
warê stranan [1]
Weke berdewama qonaxa nû ya projeyên ji bo meyla hilberandina naveroka...
nivîskarên ku tirşikê diterikînin [4]
eyb dikin û xelet dikin.

tabî hemû ne wek hev in. hinek...
belki ev jî bala te bikişînin
» nivîsandina hin peyvan ku dîftonga xw dest pê dikin
» tezên fantastîk yên kurdî yên li ser etîmolojiyê

Kategoriyên mijarê:: jiyan
nivîskarên ku li vê mijarê nivîsîne


sitemap
reklamokên beredayî