Kategoriyan hilbijêre;

Tenê yên kurdî?:

Pêşîn yên:

Agahî: dema 2 an jî zêdetir kategorî hatin hilbijartin, bila mijar wan hemû kategoriyênku te bijartine, bihewîne an hema tenê yek ji wan kategoriyan bihewîne jî bes e?
Hemû an hema kîjan be:


8 mijar û 11 peyam
charlie chaplin - tirşik
charlie chaplin
(5) (0) (2)
di mijarê de bigere

1. Charles Spencer Chaplin (. 16'ê avrêlê, 1889 – m. 25'ê berfanbarê, 1977) aktorê komediyê, derhêner û bestekarê navdar ê li Îngilistanê hatiye dinyayê.



Karakterê sînemayê yê bi navê Şarlo, kir ku li seranserê cîhanê navê wî belav bibe, ev karakter ji aliyê wî ve li hollywoodê hate afirand. Di fîlmên xwe de tundî û neheqiyên li ser mirovên ji rêzê bi zimanekî qerfî û dem bi dem jî bi xemgînî raberî mirovan kir. Di fîlmên wî de hezkirina mirovan li pêş bû. Her wisa di fîlmên wî de têgihîştineke bêmînak a rexnekirinê jî hebû.

Şarloyê ku bi gopalê xwe, xwe dihejîne lê bi awirên cidî dimeşe, wekî camêrekî sergever xuya dike. Ev tevgeriyana “seretahez” ya ku bi xuyakirina xwe nelihev, bi serê xwe hêmaneke qerfî ye. Dijberî û nakokî di bingeha qerfa Chaplînî de hene. Bîner hem ji nakokiya di navbera baş û xirab, zengîn û xizan, bişens û bêşens de hez dike, hem jî hez dike ku di nava çend xulekan de hem bikene hem jî xemgîn bibe. Dizê ku dide dû Şarloyî her tim xurt e û pêknehatî ye. Şarlo jî hin canbaziyan dike, ji navbera lingên polîsî re derbas jî dibe. Kesên ku neheqî û tadayiyê li Şarloyî dikin jî her tim xurt û qelew in. Şarloyê ku dizane bîner alîgirên lawazan in, di rewşên wisa de sermilên xwe difisîne, rûyê xwe diqermiçîne û xwe dixe rewşeke li ber giriyanê. Ji ber ku helwesta nebende bîneran dikenîne, Şarlo pêşî wekî ku bîner li bendê ne tevdigere, û piştre berevajiyê vê dike û bîneran dikenîne. Dema ku bîner dibêje qey ew ê li ser riyekê bimeşe, Şarlo dikeve otomobîlekê. Chaplîn hosteyê kenandinê ye lê naxwaza pir bikenîne. Ji dêvla ku bîneran bi xulekan bikenîne, ew çêtir dibîne ku bîner dem bi dem ji dil bi tîqetîq bikenin.



Fîlmên wî herî serkeftî: the kid ( Lawik, 1921), the gold rush (Êrîşa bo Zêran, 1925), the circus (Sîrk, 1928), city lights (Ronahiyên Bajêr, 1931), modern times (Demên Hemdem, 1936), the great dictator (Dîktatorê Mezin, 1940),limelight (Ronahiyên Dikê, 1952),



12.11.2013 15:13 | xwelî li ser

2. lîstikvanê ku flma wî ya bi navê Modern Times, li kurdî hat wergerandin.

wergera wê ji wergerine.comê dikare were peydakirin.



12.11.2013 21:04 | simurg56

3. SALA 1990 DA televizyonda fîlme charlie Chaplin derdiketin , mina cinnî ya girin dikir u em zarun em pê dikenin...



12.11.2013 21:23 | sîyabend

4. Bi karaktera charlot, bêyî ku kurdan nas bike, jiyana gundiyên kurd ên li bajarên giran (metropolan) bicih bûyî leyîst.



12.11.2013 22:17 | mamoste marûf

5. ji bo milyonan kesan komedyen û derhênerekî serkeftî tenê ye. lê ji bo pispor û piçek kesên zanê, feylosofekî bêbiha û rexnegirekî bêhempa ye. erê, rexnegirekî bêhempa; hemû fîlmên xwe de li hemberî kapîtalîzm û nûjenparêzîyê disekine. bondora kapîtalîzm û nûjenparêzîyê di jîyana civakî de dikole û bê tirs rexneyên xwe dike. heta niha kesekî li hemberî demên nûjen wek wî analîzên bandordar nekirîye. dawîya dawîn; steven spielberek nîne, friedrich nietzschek jî nîne. lê steven speilberg+friedrich nietzscheke.



21.01.2014 13:57 | nazim tolhildan

6. pirr xweş bêdeng disekine, dilê mariv dixwaze tim û tim hiş be



21.01.2014 15:34 | ferhenga şikestî

7. her tim bi sahneya ku bi qûna xwe brîketan digirt, tê bîra min û bavê min.

berê med tvyê de fîlmên wî dihatin nîşandan. lê wê demê mixabin me tenê temaşe dikir û dikenî, haya me ji rexneya wî ya ji bo pergalê, tune bû *



21.01.2014 20:54 | simurg56

8. herdu fîlmên wî yên bi navê modern times û the great dictator li gorî min, li gorî şert û derfetên zemanê ku lê hatine kişandin ji dema xwe berrî ne, yanÎ di ser dema xwe re ne.. di her du fÎlman de jî rexneyên ku li pergala kirêt û bêhnpêketî digire hîn jî aktûel in Û sed sal dî jî dê aktûel bin.. çerxên demên nûjen hê jî bi bayê bezê, bêyî sekn û bêyî etlehî dil û ruhê mirovahiyê di nêv xwe de diperçiqîne û dîktatorên mezin jî hê jî bi hemû hêz û karîna xwe pêkutî û tadeyê li yên bindest û berdestê xwe dikin..

tîrada wî ya di fîlma The Great Dictatorê de heq e ku mirov serê herdu rojan carekî bi riya hemÛ navgînên çapemeniya dîtbarî biweşîne û bi ber guhê xelkê bixe..



21.01.2014 23:37 | endazer

9. (bnr: makîneya seksê)



07.04.2014 22:55 | mergehez

10. şêrko bêkes helbesta bi navê "şîret"ê xwe de qala charlie chaplinê dike.



Şîret



Gelek tişt hene

Zengar digrin û

Paşê jî dimrin

Weke tac û

Kopal û

Textê bin lingê padîşahan

Gelek tiştên din jî

Di dinyayê de hene

Narizin

Jibîr nabin û

Tu caran namirin

Weke şewqe û gopal û

Sola

Charlie Chaplinî



Şêrko Bêkes



jê cihê Kerem Sevinç strana xwe yê "apey bidi" ji charlie chaplinê re diyarî kiriye.



Here lînkê



09.04.2014 19:25 | bijîmillah

11. derhêner û lîstikvaneke serkeftî yê sînemayê bûye..

çend roj berê di malpera radikal.comê de nûçeyek derheqê jiyana wî ya taybet de derketibû, di nûçeyê de digot ku şarlo doxînsisteke temam bû, gelek tade û eziyet li jinên li derdora xwe dikir, yekî polîgam bû, yanî bi jinekî têr nedibû, dixwest wekê dîkê mihelê doxîna xwe li her mirîşkekî sist bike.. filan..

henek li aliyekî bi qasê ku dixweye ewî jî wekê yılmaz güneyî nekariye kîrê xwe û hetka hunera xwe biriye..



11.04.2014 17:47 | endazer

12. demekî mêre jinekî pir xweşik û delal bÛ.

(bnr: paulette goddard)



11.04.2014 22:47 | rûbar payîz

13. derhenerê bê oscar e. Ewqas berhemên wî yên hêja hene lê carekê jî oscar nesitendiye. Meriv oscarê sar dike ev derhenêr



17.11.2014 03:36 | berxweda

14. camerê wêneye wî bi mala min ve.



05.01.2015 16:59 | ciwanpiroz

15. ew camêrê ku şêrko bêkes li ser şoqe û gopalê wî helbest nûsiye.



05.01.2015 20:40 | medê

16. aktorekî (bnr: îngîlîz) e. bi saya sînemaya wî ya bêdeng bûye pêşeng û cihekî bêhempa bi xwe re vekiriye.



(bnr: modern times)

(bnr: city lights)



06.01.2015 06:44 | wiha wilo wisa

17. Xwediyê ekola sînemaya bêdeng, Yê ku ev gotin gotî:

Heke rêveberên dinyayê dayik,

helbestvan û mamoste bûna, kesî gazinan nedikir.



* Charlie Chaplin



12.01.2015 11:45 | xendekî

dengdanên dawîn (yên din..)
pelûl [1]
Diranê feqîran di pelûlê da dişike....
tirşik translate [3]
Mirmirokî:kekremsî Mêrokî:erkeksî Mîrovokî, merivokî: însansi Tirş...
kerguh [3]
Ajalekî şêrîn e Ji bo "taybetmendiyên" wan gotine kerguh. Gu...
pelûl [1]
Ez pir jê hez dikim li jor nivîskar gotiye xwarin û şêraniya pîr û ka...
pelûl [1]
şêranîya ku bi ard-arvan û av û şekir çêdibe. kesê bixwaze kare ji dêl...
belki ev jî bala te bikişînin
» charlie hebdo
» chaplin of the mountains

Kategoriyên mijarê:: sinemalstkvn komik
nivîskarên ku li vê mijarê nivîsîne


sitemap
reklamokên beredayî