Kategoriyan hilbijêre;

Tenê yên kurdî?:

Pêşîn yên:

Agahî: dema 2 an jî zêdetir kategorî hatin hilbijartin, bila mijar wan hemû kategoriyênku te bijartine, bihewîne an hema tenê yek ji wan kategoriyan bihewîne jî bes e?
Hemû an hema kîjan be:


8 mijar û 9 peyam
kartol - tirşik
kartol
(6) (0) (1)
di mijarê de bigere

1. xwarina serekeya serhedê.

ew zebze ye ku pir dişibe merivên pesnê xwe bi mezinên xwe yên mirî didin; ji ber ku di aliye wê YÊ Dİ BİN AXÊ DE dimîne de ( MİRÎ JÎ Dİ BİN AXÊ DE NE) XÊR HEYE, ew der tê xwarin. pARÇEYÊ WÊ YÊ HÊŞÎN Ê "Lİ SER AXÊ" Bİ ALKOLÎT E; JAHRî û ziqûm e; ji ti gûkî re nabe. kartolmirov; merivê ku tim û tim bi miriyan dipesine

bnr: http://mamostemaruf.blogspot.com/2011_02_20_archive.html



12.11.2013 22:43 | mamoste marûf

2. tiştê ku elman jê re dibêjin kartoffel e.



25.12.2013 05:16 | oxir

3. dijmin ê parêz e.



25.12.2013 18:26 | gelawej

4. li herêma dêrika çiyayê mazî em jê re dibêjin patat



28.03.2014 11:15 | mergehez

5. min li devereke xwendibû, digot peyveke Ûrisî ye, çê dibe jî. Ji ber vê yekê bi piranî ev peyv di nav serhedîyan de tê bikaranîn, her wiha demeke serhed di bin destên Ûrisan de bû.Xuya ye wê demê derbasî zimanê me bû ye.



19.04.2020 17:28 | merwano

6. Meriv kartolekî hûr hûr bike qasî kapa û bike binê erdê, gere hindik xwelî li ser be, tev hêşîn dibin û kartolên nû ji wan çêdibin. Min wisa kiriye û raste çêdibe.



19.04.2020 21:04 | afa

7. dema em xwendevane zanîngehê bûn, me bûrs digirt û me lazmatiyan dikirî. me torbekî kartol dikirî heya mehekî têra me dikir. yaw carna nava me xera dibû.

cûreyên xwarina kartolan
tirşika kartola
kartolên qijilandî
kartolên qijilandî di nav birinca da
kartolên bi mirîşkê re tawê da
kartolên pelixandî
...
hê lîste dirêj dibe



19.04.2020 23:19 | raman

8. bi elmanî kartoffeln e. nizanim di navbera wan de pêwendiyek heye an na.



18.08.2021 15:22 ~15:23 | hueyn

9. Peyva ku bi almanî kartoffel e û li wir derbasî kurdî bûyî ye. Ji ber ku dewleta ûrisa çar (dewleta beriya sovyetan) almanên li prusyayê hildaye û sirgûnê qersê kiriye. Ji ber vê jî serhedî çêkirina penîrê qaşar û çandina kartola ji wan hîn bûne.
Bi îngîlîzî jî dibêjin potato û li wir derbasî gelek zimana bûye. Colemêrgê ji kartol re dibêjin pitat.
Lê ya herî balkêş devoka geverê ye. Ji ber ku geverî dema peyv an jî tiştekî xerîb dibînin û ew tişt dikeve jiyana wan navê wê ya orîjînal ji xwe re guncav nakin, wê peyvê re navekî kurdî dibînin û êdî wê bikar dînin. Navê kartol jî wek "sêvikê binerd" bikar dînin (Geverî ji sêva ra dibêjin sêvik). Li fransî jî kartol ra dibêjin pomme de terre (sêva bin erdê).



08.11.2022 10:16 ~10:20 | pêşewa

dengdanên dawîn (yên din..)
pelûl [1]
Diranê feqîran di pelûlê da dişike....
tirşik translate [3]
Mirmirokî:kekremsî Mêrokî:erkeksî Mîrovokî, merivokî: însansi Tirş...
kerguh [3]
Ajalekî şêrîn e Ji bo "taybetmendiyên" wan gotine kerguh. Gu...
pelûl [1]
Ez pir jê hez dikim li jor nivîskar gotiye xwarin û şêraniya pîr û ka...
pelûl [1]
şêranîya ku bi ard-arvan û av û şekir çêdibe. kesê bixwaze kare ji dêl...
belki ev jî bala te bikişînin
» kartolîk

Kategoriyên mijarê:: xwarinvexwarin nebat
nivîskarên ku li vê mijarê nivîsîne


sitemap
reklamokên beredayî