Kategoriyan hilbijêre;

Tenê yên kurdî?:

Pêşîn yên:

Agahî: dema 2 an jî zêdetir kategorî hatin hilbijartin, bila mijar wan hemû kategoriyênku te bijartine, bihewîne an hema tenê yek ji wan kategoriyan bihewîne jî bes e?
Hemû an hema kîjan be:


8 mijar û 9 peyam
selaheddînê eyûbî - tirşik
selaheddînê eyûbî

Navê mijarê ya ewil ev bû:selahaddîn eyyubî
(2) (3) (1)
di mijarê de bigere

1. serdarê koma eyyubîyane , fîlma "cennetîn kralliği" da serleşkerê gernase..



14.11.2013 18:34 | sîyabend

2. bi eslê xwe kurd lê ji bo êraba gelek xebitiyê



14.11.2013 19:36 | newenda


4. mirova ku tirk lê tên xwedî. bi gorî gotina wan selahaddîn eyyubî tirk bûye. aw bila di gûyê xwe de bigevizin rastîya mijarÊ dinya alem dizane. lê belê ez kurdên ku bi kurdîtîya eyyubî re şanaz dibin qet fêm nakim lewra ev mirov ne bi kurdîtîya xwe bi oldarîya xwe û bi îslamperestîya xwe derketîye pÊşî û hatîye nas kirin. camêr ji bo kurdîtîyê tu çalaqîyek pêk neanîye, tu gavek neavêtîye.



21.01.2014 12:59 | deqlok

5. kurd e. xelas! ji bo kurdan evqas e.

lê ji bo misilmanên hemû dinyayê wateya wî mezin e.

ez bixwe jî pesna xwe bi kurdbûna wî nadim. tenê dikarim hevokên xwe de dikarim weke mînakeke şexsiyetên kurd yên dîrokî, bidim.

fîlma kingdom of heaven (qraltiya bihûştê) de yek ji karakterên sereke ye û gelekî karîzmatîk e û çawa çêbûye nizanim lê di vê fîlmê de bi saya eyyubî, misilman cara yekemîn baş hatibûn nîşandan.



21.01.2014 20:50 | simurg56

6. caxê Siltan Selahaddîn çuyî ber emrê Xudê tellaq çar dore imparatorluke gerîya bi dengek awaz digot : "seh bikin yê ku kudûs feth kiri û tejî xezîna wî de zêr û zîv heyî şaxê sultanan seleheddîn ji bilî emelê xwe ti tuşt nebir qebra xwe de.."



18.05.2014 22:03 | singundiki

7. selahaddînê kurdî jî tê nasîn, zatekî qedîmbûye qedrû qîmeta mirovahîyê û dijminê xwe zanibûye dema qudûsê distîne li dijminê xwe dilovanîyê dike. dijminên xwe jî ji xwere dike heyran û heyran dihêle. di rizgarkirana qudûsêda xaçîya tarûmardike hetanî do pêr jî generalekî îngilîza diçe ber mezelê wî pîyê xwe li kêlika wî dixe û pîyê xwe dide ser kêlika wî dibêje; rabe selahaddîn em dîsa hatin.



ji bû kurdîtîyê ti xebatek nekirîye ne ew tenê hemû kurd wisabûne jiber kurda timî ji bû îslamê xebat kirine gotine em tev bi hevra ummetin.. lê misilmana(tirk ereb,fars, ecem..) jî wan ripî rût tena qûna tazî li holê hiştine ev jî hembera qencîya wanbûye.. û tirk û ereb li serê lihevdixin yek dibêje tirke yek dibêje erebe ê ka bira ew di dada hevnin em jî miqrefonê xwe dirêjî dijminê selahaddîn bikin wê ji mera bibêjin kîye..





not: û jiber ez têr (bnr: îslam)ê rexne ji nakim oxlimek reşşik liser reşşika daye oxlim adresa xwe bibêje.. çibûye ji te ez ji îslamê xeberdidim ev di nava min û xwedê daye tu nekebe nava me cardin ez nebînim tu reşşika bidî xwedayê te wekilbe ezê bikebim moda endazer..



16.11.2015 20:47 | shorbevan

8. seleheddînê eyyubî wekî nasname kurd be jî, wekî jîyan, armanc û kiryarên xwe tu carî nebû kurd. ango seleheddîn tam jî kurdek li gor dilê erdogan e ku loma kesên mîna saddam, erdogan dema dikevin tengasîyê pesnê kurdayetiya selahaddîn eyyûbî didin. lewra ew kurdên mîna seleheddîn ku lehengiyê li ser navê wan û ji bo wan dike dixwazin.



encam awêneya rastiyê ne. ez dibêjim seleheddîn ev e, lê dibêjin şerefa îslamê? şerefa îslamê! me parastvanî û mêrxasiya şerefa herkesekî kir, ji bilî şerefa xwe! loma jî ew ên me ji bo şerefa wan canê xwe da, hatin û ne şeref û ne jî namûs bi me ve nehiştin. seleheddîn şerefa kê parastibe bila ew lê xwedî derkevin, lê ne kurd!



seleheddîn şûrê îslamê bû, hîn jî wisa tê naskirin û binavkirin, lê ew şûr bû ku 73 ferman li ser êzidiyan rakir û ew şûr e ku ev hezar sal in destûr nade kurd li ser navê kurd bibine xwedî holikekî jî û ew şûr e ku îroj li ser stuyê jin û bûkên me û bi zora wî şûrî her roj bi hezarê caran tecawizê namûs û şerefa kurd tê kirin. heya roja kurd xwe ji vê kambaxiyê rizgar neke û tola wê hilneyne, bi kîjan rûyî em qala şeref û namûsê dikin ez fêhm nakim û ez ê fêhm jî nekim tu carî!



07.08.2016 23:37 | tizbîkêş

9. selahaddînê mirovahiya wî ew bûye ku pê.. lê belê kuştinê ku kiribe, dabe kirin, û li kurdîtiyê xwedî derneketina wî.. di dema wîde problemek wiha tunebûye yanî ti sûcê wî tune îslam yek tirk dido herî derketine holê an cîhê lê bûne ti xêr û bereket li wî cîhî nebûye...



08.08.2016 00:11 | shorbevan

10. Îro hemû dewletên dinyayê bi eşkere yan bi dizî dijmintiya kurdan dikin. Hemû Li hember welatek bi navê kurdistan disekin. Yên xwe weke dost tidin nimandin jî bi dizî dijmintiyê dikin. (bnr: amerîka), (bnr: brîtanya)
Ez sebaba wê pir meraq dikim tiştek ne hişa min. Dibe ku
Dewletên misilman ji nijadperestî û ji gejiyê dijmintiya kurdan dikin.
Lê dewletên gawir tolê hildigrin ji kurdan.
Ew tola ji dema eyyûbî maye.



15.09.2017 06:19 | elaziz izzetpasa camii

11. Bi xwe Rebbê zilaman e. Bi rastî min li dewletên Ewrupa gellek caran gerîyam û gellek kesan min naskir, dema pirsîyara min dikin û derheqê kurdan de tiştan dipirsin, bes qala Selahaddin Eyyubî dikin. Ez gellek caran rastê wan mînakan hatim.
bi gûmana min, Fatih Sultan Mehmet ji bo Tirkan tê çi wateyê,
Napolyon ji bo fransîyan çîye,
Cengizxan ji bo Mongolan çîye,
Selahaddin Eyyubi jî ji bo Kurdan ew e.
Bes em qedr û qiymeta wî nizanin. Mixabin, ev jî ji sedema putperestîya apocîyan e kû ji herkesên ji wan nebin kû dixin xain, ajan, isbirlikci û hwl. û destpêka dîroka kurd û kurdistanê bi derketina pkk ve girêdidin.



01.02.2021 00:51 | kurêbavêxwe

12. Kurd e. Selahaddin Eyyubi, wekî pêşmerge û rêberê leşkerî, di rêbazên cangoriyê û leşkerî de navdar bû û di sala 1187an de wî bi serê xwe da Kudüsê, paytexta Empiratoriya Latînî, ku di destpêka krîzê de ew bi destê rûsyan hatibû qezenckirin. Wî bi rêbazên leşkerî û siyasî û hinek rêbaziyên sivîl û dîplomatîk, ji bo pêşeroja din ya Kudüsê û herêmên din yên sereke yên Navîndiya Nînûwa (Mesopotamia) cangoriya wêredarî û aramiyê bi rêxistin kir.



17.02.2023 21:20 | horhorik

dengdanên dawîn (yên din..)
pelûl [1]
Diranê feqîran di pelûlê da dişike....
tirşik translate [3]
Mirmirokî:kekremsî Mêrokî:erkeksî Mîrovokî, merivokî: însansi Tirş...
kerguh [3]
Ajalekî şêrîn e Ji bo "taybetmendiyên" wan gotine kerguh. Gu...
pelûl [1]
Ez pir jê hez dikim li jor nivîskar gotiye xwarin û şêraniya pîr û ka...
pelûl [1]
şêranîya ku bi ard-arvan û av û şekir çêdibe. kesê bixwaze kare ji dêl...
belki ev jî bala te bikişînin
» selaheddînê eyûbî

Kategoriyên mijarê:: kurdukurdi dirok oldin
nivîskarên ku li vê mijarê nivîsîne


sitemap
reklamokên beredayî