Kategoriyan hilbijêre;

Tenê yên kurdî?:

Pêşîn yên:

Agahî: dema 2 an jî zêdetir kategorî hatin hilbijartin, bila mijar wan hemû kategoriyênku te bijartine, bihewîne an hema tenê yek ji wan kategoriyan bihewîne jî bes e?
Hemû an hema kîjan be:


14 mijar û 16 peyam
orhan veli kanık - tirşik
orhan veli kanık
(7) (7) (13)
di mijarê de bigere

1. j. 13'ê nîsane 1914'an – m. 14'ê sermaweze 1950'an)



Belaş*



Em belaş dijîn, belaş;

Hewa belaş, ewr belaş;

Çiya û çelixt belaş;

Baran û herrî belaş;

Derveyê otomobîlan,

Deriyên sînemayan,

Cam û camekan belaş;

Ne ku nan û penêr, lê

Ava tehl belaş;

Bi bihayê serî azadî,

Hêsîrî belaş;

Em belaş dijîn, belaş.



Orhan Veli Kanık

Ji Tirkî: Mewlûd Oguz



2013.11.14-21:07 | xwelî li ser

2. helbestvane tirka ye. helbestê yên herî navdar "İstanbul'u Dinliyorum Gözlerim Kapalı" û " Bedava Yaşıyoruz " e. Cem Karaca helbesta "Bedava Yapıyoruz" kiriye stran.



2013.11.14-21:35 | gelawej

3. Şairê ku dibêjin xwedêgiravî piyê wî ketiye çaleke qenalîzasyonê û serê wî li kevirekî ketiye û miriye.



2013.11.17-01:00 | ceso

4. Stenbolî ye û stenbolîhez e. bi destbirakê xwe (bnr: melih cevdet) û (bnr: oktay rifat) re avakarê nifşên garip ê ye. De dema xwe yî ewil de di serî de, di kovara (bnr: varlik)ê de bi zirnavê mehmet ali sel jî helbest belavkirine. Hemû berhemên wî ji weşanxaneya yky ê derçûne.



Çend rêzikên wî î navdar:



li Stenbolê dihisisim çavê’m girtî.



‘Heyf û xebîneta Suleyman Efendî.



Xwezil di şûşeya araqê de masî bûme.



2013.11.17-21:41 | seydayê_peyvan

5. tekane helbestvan e ku ji dersên wêjeyê ya ji mektebên tirkan, maye bîra min de.

zêde helbestên wî nizanim lê dîsa jî sempatiya min jê re heye.



2014.03.04-19:42 | simurg56

6. li tirkiye ye de di nava helbestvanên yekemîna nujeniya helbestê danin destpekirin û bi şewaza serbest helbeste xwe hûnaye



2014.03.04-20:05 | newenda

7. (bnr: küçüktüm küçücüktüm) strana ahmet kaya küçüktüm helbestê orhan velî ye.



2014.03.05-05:25 | rêzan

8. Ez bigrîm win dikare bibihîse

Di misrayên min de,

Win dikare dest hêsirên min bide

Bi destên xwe.



orhan veli





Ez ji jinên xweşik hez dikim

Ji jinên karker jî hez dikim

Jinên xweşik û karker

Ez bêtir ji wan hez dikim



orhan veli



wergêr ; hotikê medê



2014.05.23-00:02 | brusk56

9. Helbestvanê azad serbest û serberbiasîmanave ye. Ji helbestvanên tirk yê ku ez herî bêhtir jê hez dikim. Camêr ew zincîrên helbesta tirkî yên wek rêzik qafiye, redîf, wekheviya hejmara kîteyan vezin xilas kiriye. Deriyên girtî yên helbestê li azadiya peyv û hevok u hejmara kîteya û qafiyeyê vekiriye. Mijara helbestê fireh kiriye. Wilê kiriye ku her tişt kariye bikeve nav helbestê. Li gor wî ji şimik heta kumik her tişt dikare bibe mijara helbestê. Li ser kaxiza qotiya çixarê ew a ji pişt qotiyê derdikeve li ser rûyê wê jî helbest nivîsiye.



2015.01.05-18:17 | xendekî

10. Heroj evqasî spehî ye ev behr?

Halê dixuye ev asîman her gav?

Her gav spehî ye evqasî,

Ev tişt, ev pace?

Ne,

Wilehî ne;

Tiştek heye di vî îşî de.



Orhan Welî

Wergêr: Rênas Xendekî



2015.01.05-18:18 | xendekî

11. Ji him helbestên wî çend qisse:



1

Min nedizanî stran ev qasî xweş in,

Gotin jî, têrî tiştekî nekin

Beriya bikevim nav vî derdî.



2

Evîn, ji bo min jî, ji bo yên wek min jî hinekî zêde ye. Tişteke zêde spehî ye. Ne firdan ji destê min tê, ne jî wîtwîtîn. Beriya her tiştî pêwîstiya min bi xwarin û vexwarinê heye; ha ya rast ez evîndar bibim nikarim bixwim û vexwim.



3

Ez çi zanim,

belkî hê hezara edetên min hene...

lê belê çi hewce ye

hemûya birêzînim?

ew jî dişibin van.



4

Mirova dîn dike ev dinya;

ev şev, ev stêrk, ev bêhn,

ev dara ji serî heta binî xemiliye bi gul û gulçîçeka...



Orhan Welî

Wergêr: Rênas Xendekî



2015.01.05-18:21 | xendekî

12. "Bibe babirk, bibe bêrik, bibe dûmen, bibe masî, bibe av;

Here heta tu dikarî here..."



Orhan Welî



2015.02.27-21:33 | xendekî

13. şairê ku belaş mirî ye.



2015.02.27-21:51 | robar cilo

14. helbesteke wî:



Ew ê Diçe Cengê



Hooo kurkokê porzer ê diçe cengê!

Dîsa wilê xweşik vegere;

Li ser lêvên te bêhna behrê,

Nava birûyên te'de xwê,

Hooo kurkokê porzer ê diçe cengê!



Orhan Welî Kanik

Wergêr: Rênas Xendekî



2015.04.04-22:07 | xendekî

15. Şevên lehdê



Niha şamoşewlo me, lê

piştî ku min deynên xwe da

îhtimalek wê cilê min zêdetir bin

û îhtimalek dîsa tê ji min hez nekî.

Tevlî vê şevên lehdê bixemlî di bihurîna taxa we de ,

tu yeqîn dike ku ez ê wekî berê qîmet bidime te



Orhan Veli Kanık

Werger : xwelî li ser



2016.06.02-14:04 | xwelî li ser

16. (bnr: yalnız seni arıyorum)



2016.11.07-00:22 | xendekî

17. ganster

min helbest nivîsand ev çend sal
min çi bi dest xist?
ez ê eşqiyatî bikim ji vir û pê de

bila haya wa jê hebê
nan tune êdî ji wan re
li sere çiyayan

madem ku nane wan dibim
ji destê wan
bila kerem bikin ew jî werin cihê min
valayî heye di gerdûna wêje yê de

orhan veli kanık
werger: xwelîser



2016.11.14-20:01 | xwelî li ser

18. di nameyeka xwe ya ji bo nahit hanimê de rewşa xwe halê dibêje:
"ev du roj e baran tê û sar e; li gel vê jî sakoyek spî l'min e. sola min nîn e, gomlekê min nîn e, kravata min nîn e, pardusoyê min nîn e." yalnız seni arıyorum, orhan veli, r: 90.

gelek feqîr bû; di destê wî de ji bilî helbestê tişteka dî nebû, evîndar bû.



2016.11.16-14:46 | xendekî

19. helbestvanê ku di siya helbesta wî a bi navê "istanbu'u yaşıyorum" ve têkiliyeke me çê bû. di lîseyê de mamosteyê wêjeyê got: kî ji we helbesta orhan velkanık "istanbul'u yaşıyorum" jibere bixwîne ezê 100 poxan bidimê. ji ber ku poxana min a wêjeyê piçek kêm bû min jî weke fersendekî helbesta wî xwend û 100 poxan stend.



2016.11.21-09:47 ~09:51]| nazim tolhildan

dengdanên dawîn (Yên Din..)
berevajî [1]
Kurdînivîsekî li twitterê ye. Bi qasî go dizanim ji aliyê bernamesazî ...
şerîf omerî [4]
Şerifo kurmancî hat nas kirin erebî hat jî bir kirin......
japonî [1]
japon jî wek torîya ji dêlva "erê" dibêjin "a" . ...
hüdapar [1]
Wan doh Li ser twitterê bi hashtaga #kürtmeselesi çalakiyek xweş lidar...
hueyn [1]
Nivîskarek nû yê tirşikê ye. Bi ezm û şewq dinivîse. Bawerim dê gelek ...
belki ev jî bala te bikişînin
» orhan miroğlu
» veli erdem

Kategoriyên mijarê:: weje niviskarhlbstvn
nivîskarên ku li vê mijarê nivîsîne


sitemap
reklamokên beredayî