1. şîraniya bi şîr û brincê tê çêkirin. xwuha mehîr ê. |
|
12.03.2014 23:35 |
dara berrûyê
|
2. xwarina ku ez qet jê hez nakim. bi xwê nexweş, bi şekir hê nexweştir. |
|
13.03.2014 00:11 |
oxir
|
3. Xwarin/şêraniyek e. |
|
17.09.2015 02:56 |
mergehez
|
4. Weke navê xwe yê ku li ser e, şorbeya şîrê ye. Şîr û savareke cûreyek zirav bi hev re dikelînin. Di cûreyên wê hene. Yekî şor e yekî din jî şêrîn e. Ez ya şêrîn bêhtir hez dikim. Şorbeşa ye ba min. |
|
02.06.2017 22:35 |
rûbar
|
5. carna dibe xwarina rojê |
|
05.06.2020 17:41 ~2021.05.31 11:18 |
merwano
|
6. birinc û şîranî? Qet kêfa min jê re nayê lê diya min gelek jê hez dike û wer çêdike:/ |
|
06.06.2020 14:58 |
şev
|
7. Xwarina bi kelandina savar, şîr û piçek xwê tê çêkirin. Gava tê li ser sifrê mezinên mala me pîvazkê li ber dişkînin û germî dixwin. Ji ber ko şor e kêfa zarokan jê re naye. Ji wan xwarinên ko gava meriv di nav salan de derbas dibe, tahm jê distîne. |
|
22.03.2021 18:29 |
pîroz
|
8. Şorbeşîr li êlihê bi du awayî tê xwarin. Bi şekir û bê şekir. Hîn ku dixwazin li gorî tama devê xwe şekir tevlî nav şorbeyê dikin. Ez bi her du awayî jî dixwim û hez dikim. Lê gava temenê mirov zêde dibe tama bêyî şekir ji ya bi şekir xweştir tê. Lê dîsa jî bi hinek şekir jî bijare ye. |
|
27.03.2021 00:01 |
bilbilê dilkul
|
rexşê belek [1] |
|
pelûl [1] |
|
tirşik translate [3] |
|
kerguh [3] |
|
pelûl [1] |