1. komek mûzika rock in . ji kurdistana îranê ne . bi rastî pir pir serketî ne . |
|
2013.06.11-06:13 |
brusk56
![]() |
2. rockurd bi ya min di nav komên rock mûzîka kurdî de yek ji komên herî hakimî enstrûman e. bi rockurdê re encax koma rewşen bikare di vê mijarê de bikeve pêşbaziyê. lê ji ber ku her çiqas herdu jî rock bin, mûzîka ku çêdikin ji hev gelekî cûda ye. ji ber vê yekê danberheva wan ne pêkan e. |
|
2013.06.11-16:09 |
simurg56
![]() |
3. ez nû dewla serê tirşikê bi nav û mûzîkên vê komê hesiyam.. ji bo bêtir agahî ketim malpera wan de çendî di malperê de wek zimanê hilbijêr zimanê kurdî, farisî û yê îngîlîzî hebe jî lê jinav van her sê zimanan de tenê zimanê farisî berdest û çalak e.. nizanim ji ber çi lê di gelek malperên hunermendên kurd de eger hilbijêrka zimanê kurdî hebe jî an pasîf e yanî naşixule an jî nûçe û weşanên di malperê de yên bi zimanê kurdî kevn û efinkî ne yanî zûbizû nayên aktûel kirin.. |
|
2013.06.11-17:04 |
endazer
![]() |
4. rock mûzîkê kurdî de komek bir saxlem e. vokalîstê deng xweş navê wî Kia Shadman e. * hûn dikarin albûma rockurd ya nû bi navê shet li vir guhdar bikin: https://soloset.net/albums/shet/c: û ji bo profîla hevalê kia ji fermo: https://www.facebook.com/kia.shadman |
|
2013.07.08-11:24 |
serburiyek
![]() |
5. rock-vanên kurd î hêja: Yekemîn rock-vanê kurd kEREM gerdenzerî / koma wetan e (1972). her wisa jAN axîn, koma rewşen, siya şevê, ferec, mirady û teq û req hinek komên hêja û resen ên rocka kurdî ne. |
|
2013.07.15-21:26 |
seydayê_peyvan
![]() |
6. koma ku berî 4 salan min derbarê wan de wisa nivîsandiye; |
|
2013.07.21-21:06 |
simurg56
![]() |
7. koma ku li malpera wê ya kevin wêneyên ecêb hebûn. ev çend sal in malpera wan girtî ye. |
|
2014.07.27-00:17 |
simurg56
![]() |
8. koma ku berî 3 mehan stranek nû (rûdawekî seyr) weşandine lê di derbarê wan de hê jî min agahiyên berfireh tune. |
|
2018.02.16-22:58 |
simurg56
![]() |
9. yek ji tiştê herî xweş ê tirşikê rê min da, rockurd e. favoriya min, salî reş e. lê heman hemû stranên wan guhdar dikim û coşeke mezin li canê min vedidin. |
|
2018.09.26-20:46 |
biruya hayao miyazaki
![]() |
10. li dinyayek din dijîn. li wê dinyayê ne înternet heye ne jî rîyên din yên ragihandinê. |
|
2019.10.06-00:14 |
simurg56
![]() |
11. ev demek e li ser intagramê çalak in. Here lînkê ;feature=emb_title min ji wergera îngîlîzî ya ku wan wek binnivîs weşandibûn, li kurmancî wergerand. di binê miajrê de peyda dibe: (bnr: nowadays) min dil heye teklîfî wan bikim ku li ser navê tirşikê, bi wan re hevpeyvînek çêbikim. |
|
2020.10.18-10:56 |
simurg56
![]() |
![]() |
lewendî [1] |
![]() |
pêşkêşker [1] |
![]() |
yair netanyahu [5] |
![]() |
platformên ji bo video kişandinê [2] |
![]() |
mîş kirin û -mîş bûn [2] |