Kategoriyan hilbijêre;

Tenê yên kurdî?:

Pêşîn yên:

Agahî: dema 2 an jî zêdetir kategorî hatin hilbijartin, bila mijar wan hemû kategoriyênku te bijartine, bihewîne an hema tenê yek ji wan kategoriyan bihewîne jî bes e?
Hemû an hema kîjan be:


8 mijar û 10 peyam
rockurd - tirşik
rockurd
(14) (0) (6)
di mijarê de bigere

1. komek mûzika rock in . ji kurdistana îranê ne . bi rastî pir pir serketî ne .

http://www.rockurd.ir/ malpera wan a fermî ev . herkes dikare hemû stranên wan bêperetî daxîne .



(bnr: sos)



11.06.2013 06:13 | brusk56

2. rockurd bi ya min di nav komên rock mûzîka kurdî de yek ji komên herî hakimî enstrûman e. bi rockurdê re encax koma rewşen bikare di vê mijarê de bikeve pêşbaziyê. lê ji ber ku her çiqas herdu jî rock bin, mûzîka ku çêdikin ji hev gelekî cûda ye. ji ber vê yekê danberheva wan ne pêkan e.

Rockurd bi taybetî di albûma xwe ya yekem de, çend stranên xwe de cih dabû dengên xwezayî, tişta ku rockurdê de bala min dikişîne û dide hîskirin, nizanim çima, lê ew e ku ji xwe gelek bawer in. lê gelekî...



11.06.2013 16:09 | simurg56

3. ez nû dewla serê tirşikê bi nav û mûzîkên vê komê hesiyam.. ji bo bêtir agahî ketim malpera wan de çendî di malperê de wek zimanê hilbijêr zimanê kurdî, farisî û yê îngîlîzî hebe jî lê jinav van her sê zimanan de tenê zimanê farisî berdest û çalak e.. nizanim ji ber çi lê di gelek malperên hunermendên kurd de eger hilbijêrka zimanê kurdî hebe jî an pasîf e yanî naşixule an jî nûçe û weşanên di malperê de yên bi zimanê kurdî kevn û efinkî ne yanî zûbizû nayên aktûel kirin..

xwezî lîrîsên stranên xwe jî di malpera xwe de weşandibûna.. çimkî di stranên derî kurmancÎ de ji mûzîkalîteyê bêtir lîrîs bala min dikişînin.. û ji xwe mûzîka rockê jî ji ber ku mûzîkek protest û serkêş e dibe ku di van stranan de behsa rojeva siyasî ya vî parçeyê kurdistanê hatibe kirin..



11.06.2013 17:04 | endazer

4. rock mûzîkê kurdî de komek bir saxlem e. vokalîstê deng xweş navê wî Kia Shadman e. * hûn dikarin albûma rockurd ya nû bi navê shet li vir guhdar bikin: https://soloset.net/albums/shet/c: û ji bo profîla hevalê kia ji fermo: https://www.facebook.com/kia.shadman



08.07.2013 11:24 | serburiyek

5. rock-vanên kurd î hêja: Yekemîn rock-vanê kurd kEREM gerdenzerî / koma wetan e (1972). her wisa jAN axîn, koma rewşen, siya şevê, ferec, mirady û teq û req hinek komên hêja û resen ên rocka kurdî ne.



15.07.2013 21:26 | seydayê_peyvan

6. koma ku berî 4 salan min derbarê wan de wisa nivîsandiye;



"Ev nêzikî salek e ku guhdarî koma mûzîka rock Rockurd dikim. Û min herdem xwest ku li ser wan nivîsek binivîsim lê heta îro jî nebûbû nesîb. Min vê komê beriya salekê fîlan bi awayeke çawalêhato nas kir. Çaxê min cara yekemîn li stranên wan guhdar kir ya rastî min jê hez nekir. Lê dema ku min çend car din lê guhdar kir hêdî hêdî lê germ bûm. Bi qasê ji malpera wan hîn bûm kom li Îranê, li mahabadê dijî. Jixwe ev salek bû ez li benda vekirina malpera wan bûm. Beriya salekê malpera wan hatibû girtin lê niha dîsa vekirine. Malpera wan bi sê zimanan (kurdî, îngîlîzî û farisî) lê mixabin kurdiya malperê bi tîpên erebî hatiye nivîsandin, loma min nekarî kurdî bixwînim û min jî bi îngîlîzî lê mêzand. Stranên komê hemû bi soranî ne. Ez encax dikarim beşeke stranan fêhm bikim lê ev li ber jêhezkirinê tabî ne asteng e. Min straneke wan bi alîkariya wergera strana wan a îngîlîzî û bi qasê min ji stranê fêhm kir, wergerand kurdî û ji wan re şand. Lê mixabin ji min re tu bersiv nehat. Ez bawer im malpera wan ne gelek çalak e.



Bi qasê ku ji malpera wan hîn bûm, kom li Mahabadê di salan 1999an de ji aliyê Shahrooz Farhad û Kia shadman ve hatiye avakirin. Wê demê projeyeke bi navê scream (qêrîn) meşandine, lê helbest û stranên vê projeyê tu caran li tu derî nehatine weşandin. Piştî vê projeyê navberek dane xebatên xwe. Di sala 2002an de dawiya dawîn li mezela jêr a mala Saied Amini Fard dest bi tomarkirina stranan kirine û bi gotina wan "xeyal bûne rastî" Kom niha ji 5 kesan pêk tê: Saied Amini Fard, Shahrooz Farhad, Kia shadman, Farzad Garmiani û Shoresh Darbandi (şoreş)



Tomarkirina stranan di sala 2004an de qediyaye û albûma wan a yekemîn amade bûye. Navê albûmê kirine shar-e-door (Far away city-Bi kurmancî: Bajarê Dûr) Bi gotina malpera wan navê komê ji yekbûna du peyvan pêk tê: Rockû Kurd. Her wiha cureya mûzîka wan jî ji yekbûna du cureyan pêk tê: alternative rock û space rock



Di vê albûma wan de 10 stran hebûn lê niha bi navê "kurdîka" stranake nû jî derxistine. Dîsa straneke xweş û resen e. Mûzîka Rockurdê bi rastî jî cuda ye. Mirov dikare di stranên wan de rastî her dengî bibe: dengê çepikan, dengê lingên hespan, giriya zarokan an jî şipeşipa baranê. Bi taybetî ez ji stranên wan ên bi navê "bardirash"(Kevira Reş) û "Hawse"(Cîran) pir hez dikim. Mûzîka rockurd cuda ye, ji ber ku nikarim wan bişibînim tu komeke din a cihanê. Gelek kom hene ku dema mirov cara yekemîn guhdar dike dibêje "aha ev eyn weke fîlan komê ye." Weke mînak dema li mirady guhdar dikim, muse; dema li rojhan beken guhdar dikim, haluk levent; dema li ferec guhdar bikim jî system of a down tê bîra min, lê dema ez guhdarî Rockurd dikim tu komeke din nayê bîra min. Ev rewş bi ya min ji bo mînakên li jor ne kêmasî ye lê ji bo Rockurd resenî ye. Her çiqas ez wisa bibêjim jî li malpera wan girêdanên malperên çend hunermendan hene: iran rock, muse, pink floyd û radiohead. Ev jî nîşan dide ku her çiqas Rockurd neşibe van koman jî (belkî hinek bişibe Pink floyd û Radiohead lê ne zelal e) qet nebe ji wan hez dike û wan weke mînak dibîne.



Hûn dikarin ji malpera wan hemû stranên wan belaş daxin û guhdar bikin. Ya rastî min dixwest albûma wan bikirim lê nizanim ka ez dikarim ji ku peyda bikim. Min ji malpera wan jî pirsî lê mixabin bersiv nehat. Ger bersiv were ez ê li vir binivîsim. Weke min li jor jî gotibû, malpera wan bi soranî jî vedibe lê soranî bi alfabeya erebî hatiye nivîsandin û loma ez nikarim jê fêhm bikim. Min jî ji ber vê yekê ji bo we strana Bardirash (Kevira Reş) ji îngîlîzî wergerand kurmancî, fermo:



Kevira Reş



Demeke zû û dema zayînê bû

Ji bo kevira reş ku biderize û derkeve holê

Lê niha, kevira reş bêdeng bû

Ne dengê bayê dihat, ne dengê te

Heta tu jî ne li wir bûyî

Heta hîv jî tarî bû, wisa xuya dikir ku

Kevira reş dizanî ku wê felaket bibe afat

Giyana zilamê dawîn ku tenê ew xelas bûbû,

nêzikî wî bû. (û çîroka bûyerê jê re got): ew roja ku tavê dev ji tîndanê berda, sermayeke kujer her derê dorpêç kir, ez bi tenê bûm û ez neçar bûm ku her tiştên xwe yên şêrîn û qîmet bavêjim nêv agira ku dişewite da ku şewata êgîr biparêzim. Her tişt talan bûbû, ku di nav sermayê de min zindî bigire (lê dîsa jî agir temirî)

Kevira reş, rihê xwe dida û di nav îşkenceyekê de bû.



Black Stone



It was the time of advent and beginning…

The moment for the black stone to crack had come along.

But, this time the black stone was silent.

Neither the wind was blowing, nor could your sound be heard.

Also you were not there,

Even the dark moon wasn't shining, seemed like,

The black stone knew, disaster would be holocaust.

Spirit of the latest man who was the only survivor,

approached him .(and told the story of the event)that: during that year when the sun gave up shining, a killer cold, surrounded everywhere I was the only

and I had to throw all that I had and all of my honeys stressing into the burning fire, in order to make fire,

keep burning, everything was destroyed,

to keep me alive in the coldness,(even though, the fire burned out)

The black stone, was writhing in agony and was in torment."



21.07.2013 21:06 | simurg56

7. koma ku li malpera wê ya kevin wêneyên ecêb hebûn. ev çend sal in malpera wan girtî ye.

min îro wan wêneya di kompîtûra birayê xwe de peyda kir û li vir bar kir;

https://www.tirsik.net/caps/index.php?/tags/229-rockurd

bila wenda nebin.



27.07.2014 00:17 | simurg56

8. koma ku berî 3 mehan stranek nû (rûdawekî seyr) weşandine lê di derbarê wan de hê jî min agahiyên berfireh tune.
stran: Here lînkê

min vê strana wan jî nû dît lê berî 3 salan hatiye weşandin: Here lînkê
navê stranê xewn dikim e, texmîn dikim.

her du stran jî ne xerab in.



16.02.2018 22:58 | simurg56

9. yek ji tiştê herî xweş ê tirşikê rê min da, rockurd e. favoriya min, salî reş e. lê heman hemû stranên wan guhdar dikim û coşeke mezin li canê min vedidin.

mêrik hunereke hêja li dar dixin. bi ya min, hunerên xwe ne bi kurdî, lê farisî bikirana, dê navê wan gelekî bihata naskirin.

hêvîdar im, carê stranên nû li ser ên din zêde bikin û xwe nekin yek ji windabûyînan.



26.09.2018 20:46 | biruya hayao miyazaki

10. li dinyayek din dijîn. li wê dinyayê ne înternet heye ne jî rîyên din yên ragihandinê.
min berî salekî fîlan peyam şand hesaba wan ya soundcloudê, hê jî bersiv nehat.

xuya ye hê jî mûzîkê çêdikin û dijîn lê mirov piştî evqas salan hê jî nikare agahîyan ji wan bistîne.
di hejmara duyemîn ya ziryabê de ozan irmak li ser wan nivîsek amade kiriye û xuya ye bi wan re ketiye têkiliyê. "xuya ye" ji ber ku irmak jî tiştekî dîyar nekiriye hevokên xwe bi formatên wek "dîyar kirin ku", "anîn ziman ku" û hwd. ava kiriye. belkî jî tenê ji lêkolîna xwe ya li ser înternetê, van agahiyan bi dest xistibe.
di nivîsê de çend wêneyên komê hene ku jixwe ev çend sal in ew wêne di tirşikê de jî hebûn: Here lînkê
tekane agahîya ku min cara ewil ji nivîsê bihîst, ew e ku: komê berê şêweya rocka psycodelic bi kar anîne û niha jî rocka progressive disepînin.

eger ozan irmak karîbe bi wan re bikeve têkiliyê çima pirsên baştir ji wan nekiriye nizanim. îhtîmalek mezin bi wan re neketiye têkiliyê, tenê derbirînên wan yên li derdorê berhev kiriye nivîsek bo danasîna wan lê xistiye. min neeciband. jixwe di rastnivîs û gramerê de jî gelek problem hebûn. heta dubarekirina heman hevokan li pey hev...



06.10.2019 00:14 | simurg56

11. ev demek e li ser intagramê çalak in. Here lînkê
carinan parvekirinan dikin. berî çend rojan jî stranek nû weşandin. navê stranê nowadays (van rojan) e. li ser rewşa kambax ya dinyayê çêkirine ku sedema wê korona ye. stranek xweş e.


;feature=emb_title

min ji wergera îngîlîzî ya ku wan wek binnivîs weşandibûn, li kurmancî wergerand. di binê miajrê de peyda dibe: (bnr: nowadays)

min dil heye teklîfî wan bikim ku li ser navê tirşikê, bi wan re hevpeyvînek çêbikim.



18.10.2020 10:56 | simurg56

12. îro single-ek nû weşandin. bi navê "qûmar"ê ye lê wekê 'game'(lîstik) wergerandine. min hez kir.

çend meh berê bestekar û rêveberê komê ya kia shadman re axivîbûm û ew gotibû em li ser 'single-ên' nû dixebitin. yanî dibe ku yên din jî di rê de be. hêvî dikim ew qasî 'bext' û 'pem xoşa wa bim' baş bin.



09.06.2023 02:44 | ciwanzêr

Xêra xwe vê peyvê ji îngîlîzî wergerîne kurdî
destkol