Kategoriyan hilbijêre;

Tenê yên kurdî?:

Pêşîn yên:

Agahî: dema 2 an jî zêdetir kategorî hatin hilbijartin, bila mijar wan hemû kategoriyênku te bijartine, bihewîne an hema tenê yek ji wan kategoriyan bihewîne jî bes e?
Hemû an hema kîjan be:


    11 mijar û 14 peyam
    tiştên ku bêhemdî kenê mirov tînin - tirşik
    tiştên ku bêhemdî kenê mirov tînin
    (1) (0) (10)
    di mijarê de bigere

    1. rewşa carinan di gerreke li kolanan a bêserûber de weke keneke ehmeqî xwe dide der û li ser rûyê mirov "elametên dînîtiyê" dide nivîsandin. lê tişta ku îro min dikenîne ne ew e. ne ehmeqiyên min in. daxuyaniya serokê meclîsa kdp ku "partiya barzanî"* ye, gotiye em diktatorên weke salih muslîm naxwazin filan û bêvan û fîstan û welatê me dewaristan. de were bi hewa nekeve û li hewayê heft lotikên bêwijdanî li xwe nexe û nekene. ê law oxlim salih muslîm dîktator be jî dîktatorê heft mehan e, ne wekî we dîktatorê heftê salan e. dikenim, dikenim û tenê dikenim lew eloyê kor ji weloyê re dibêje min di çavên te yê kor niya



    2013.11.18-13:21 ~2015.05.04 15:59]| ceso

    2. Gava ku li kuçe û kolana bêhemdî kena mirov tê cara duyemîn jî mirov dibêje gelo vê xelqê nebêje vî kesî dîn e? Û piştî vê ramanê mirov dîsa bêhemdî dikene!



    2013.11.24-00:58 | ceso

    3. tişta ku hevalê min ê malê ê ku beriya 3 mehan di qezaya trafikê de emrê xwudê kir herdem dikir e.

    rojekê ez ji dibistanê dihatim. min nêrî hevalê min jî ji alê din tê û dikene. min got ev çima dikene, tu kes ba wî jî tune. hat ba min, min got tu bi çi dikenî,got ez rawestgeha xelet de peya bûme. min got wele helal be ji te re, dema em tiştek wisa dikin em aciz dibin û moralê xwe xera dikin lê tu dikenî ....



    2013.11.24-01:43 | brusk56


    5. dema ku erdoğan li vir tiştekî dibêje û diçe cîhê din tiştekî din dibêje, ez bêhemdî xwe dikenim.



    2013.12.02-10:08 | nazim tolhildan

    6. di cihê pirr ciddî de tê serê mirov..

    lewma bû 5 sal e ku neçûme mizgeftê û gava ku diçim şînê jî di vegerê de ji ber gezê lêvên min diêşin



    2013.12.02-23:43 | ferhenga şikestî

    7. (bnr: hemû gotin û hesabên dewlet baxçelî)



    2014.05.18-13:43 | brusk56

    8. (bnr: tir kirin)



    2014.05.18-14:01 | xwelî li ser

    9. (bnr: ekmek için ekmeleddin)



    2014.07.14-01:40 | ceso

    10. (bnr: nihat hatipoğlu)



    2014.07.14-01:49 | brusk56

    11. xaz berdan :P

    (bnr: tir u fis)



    2014.07.14-10:25 | birazî

    12. şîroveyên youtubê yên bin stranên kurdî anjî stranbêjên kurd



    2014.07.14-11:27 | birazî

    13. dema yek peyva heval wek hewal dinivîse.

    (bnr: hewal çawayiii)



    2014.07.14-22:42 | xendekî

    14. ev;



    2015.03.31-14:49 | ceso



    dengdanên dawîn (Yên Din..)
    zaf [1]
    Peyveke dimilkî ye. (bnr: zehf) (bnr: pir)...
    nenge [1]
    Nenge (m) Bi dimilkî (zazakî) dijûn Nîşe: Nenge (m) çekuye...
    her lajê herî [1]
    Zafî miletan de na nenge esta. Zaravayanê Kurdkî ra bitewşi heta ziwan...
    ezxeyic [1]
    Ez xeyic bûye endamê ferhenga tirşikê pîroz be dotmira kurdan ...
    mijarên ku eger rênas jiyan bibûya nivîskarê tirşikê wê vekiribûna [3]
    Axx janyaya tirşikhez,
    Destmêja te û bacanan, kartolan, pîvazan...
    belki ev jî bala te bikişînin
    » tiştên ku dema ders xebitînê de tên bîra mirov
    » bêhemdî şikênandina firaxan
    » kenê edîp yuksel
    » mirovê ji sibehî heta evarî tu karê wî tuneyî û qet aciz jî nabe ji vê bê-kariya xwe

    Kategoriyên mijarê:: jiyan anket
    nivîskarên ku li vê mijarê nivîsîne


    sitemap
    reklamokên beredayî