1. bajarê kurdistanê ye , ev bajara çalêda deyşteka mezina duzda dirêj dibe..nîve çîyayê gelîdax(çîyayê ağirî) aliye îdirê ye... deriye sînore nexçîvan û Ermenîstanê li îdirê ye. |
|
19.11.2013 00:53 |
sîyabend
|
2. Li ber palê çîyayê agirî ye. navenda deşta wê de çema erez diherike. axa wê pir biadane û hewayê wê pir xweşe. zebeşa amedê, sêva amasyayê, zerdeleya Meletî, pemûya edenê û gellek tiştên nayên bîra min hêşîn dibe. |
|
29.11.2013 16:02 |
nazim tolhildan
|
3. bajareke tê de du celeb gel dijîn, kurd û Azerî. Kurd bi piranî ray a xwe didine bdp ê. azerî jî bi piranî didine MHP ê. |
|
10.12.2013 10:05 |
nazim tolhildan
|
4. bajareke balkêş e. di alîyê siyasetê de pir tevlihev e. süleyman demirel hevpeyîvîneke xwe de ji bo îdirê gotibû kesê ku dixwaze siyasetê hin bibe, bila bi sêrîde biçe îdirê û li wir siyasetê bike. li gorî min dbp di kurdîstanê ray a kurda ya herî zêde li îdirê distîne. ji ber ku, nîvê gelheya îdirê azerî ye. bdp di nav raya kurda ya %50 de, %40 distîne. ger gelheya îdiRê, wek amedê an jî şirnexê %100 kurd bûya, wê deme yê %80 bistanda. |
|
03.03.2014 11:32 |
nazim tolhildan
|
5. li gorî lobiya denga dibêjin şaredariya bajêr ketiye di destê bdp de.. |
|
30.03.2014 21:58 |
endazer
|
6. bi nûçe tvyê hatiye gotin ku bi bdpê hatiye standin lê li tu dereke din vî awayî nehatiye gotin. |
|
30.03.2014 22:03 |
azadixwaz
|
8. bajarê ku di tê de rêjeya kurdan %50 ye û xuyaye ku hemû kurdan raya xwe daye bdpê. di kurdistanê de bajareke wisa hemû raya xwe dide bdpê tune ye. bi vî awayî ez pir kêfxweşim ku îdirî me* |
|
30.03.2014 23:03 |
nazim tolhildan
|
9. bila xeyîdîn çênabe lê, mixabin, îdir kerxane ya bazîdê ye. hin bazîdî yan ji bo frotina cixare ya qaçax an jî ji bo muşterîbûna gewadan diçê vê bajarê. |
|
31.03.2014 13:12 |
ervah.azad
|
10. bajarê herî xweş û rengîn a bakûrê serhedê ye. di hilbijartina giştî de li hember mhp'ê 2-0 pêk çûye û rekora xwe a deng standinê dîsa şkandiye. kesekî bawer nedikir ku emê 2-0 bikin. lê bi namzetên xwe û xebatên xwe yên hilbijartinê ve du qatî pervîn buldanê dengê xwe zêde kir. |
|
10.06.2015 10:14 |
nazim tolhildan
|
12. bajarê ku îro, ji ber ku tev li çalakiyên mertalên zindî bûne, hevserokê şarederiya bajêr, hevserokê meclîsa giştîya bajêr, hevserokên şarederiyên navçeyên bajêr û gelek rêveberên hadp'ê û dbp'ê hatine binçav kirin. |
|
09.10.2015 15:57 |
nazim tolhildan
|
13. Sêv û mişmişên wê gelekî xweş in. Jê rê dibêjin îdira hêşîn. |
|
27.09.2017 16:10 |
robar cilo
|
14. bajarê ku bere bere bûye navenda kurdbûnê li rex bazîda xanî. |
|
27.09.2017 21:09 |
serhednişîn
|
15. azerî û kurmanc lê dijîn |
|
27.09.2017 21:46 |
çarçoveya bextewariyê
|
16. 31.03.2019 hilbijartina herêmî ya tirkiyê ku pêk hatine de , hemberê partîyên tirkan yên ku piştgirî dane mhp a ku faşîste , reyek bilind hildaye ye. |
|
05.04.2019 12:35 |
brzn
|
17. di 31.03.2019 hilbijartina herêmî ya tirkiyê de, bi qersê re, serkeftina herî xweş bû ji bo kurdan. di vê hilbijartinê de, hemû partiyên sîstemê bûn yek li dijî kurdan. lê dîsa jî bi ser neketin. him jî vî bajarî xistin rojeva tirkiyê jî û kirin meseleya tirkiyê. lê dîsa jî nebû. |
|
05.04.2019 21:35 |
simurg56
|
pelûl [1] |
|
tirşik translate [3] |
|
kerguh [3] |
|
pelûl [1] |
|
pelûl [1] |