Kategoriyan hilbijêre;

Tenê yên kurdî?:

Pêşîn yên:

Agahî: dema 2 an jî zêdetir kategorî hatin hilbijartin, bila mijar wan hemû kategoriyênku te bijartine, bihewîne an hema tenê yek ji wan kategoriyan bihewîne jî bes e?
Hemû an hema kîjan be:


15 mijar û 22 peyam
peyvên bo gazîkirina hezkiriya xwe - tirşik
peyvên bo gazîkirina hezkiriya xwe
(15) (2) (1)
di mijarê de bigere

1. şikir ku kurdî de hê weke ya tirkî de, asîmîle û erzan nebûye. (aşkitom, bebitom)

ji bo yên kurdî (bnr: delalê) (bnr: xezalê)



20.11.2013 23:05 | simurg56

2. (bnr: keçê)



21.11.2013 00:10 | brusk56

3. (bnr: şşşşş!)

(bnr: hêêêy)

(bnr: qîzzaa kerê)

(bnr: kurê kerê)



21.11.2013 06:59 | ceso

4. Ne hewceye ku em tiştekî lê zêde bikin.Melayê cizîrî wisa gazî dikir hezkirîya xwe re.



Sebah-ul xeyr xana min,şehî şîrîn zebana min

Tuyî ruh û rewana min,bibit qurban te canê min



Te alellah çi zatî tu çi wî şîrîn sifatî tu

Ne wek qend û nebatî tu yeqîn ruh û heyatî tu



Heyat û reheta can im"sebahul xeyr ya xanim!"

Were bînahiya çavan bibînîm bejn û balayê



Sebahul xeyrî mesta min,letîfa cam bi desta min

Xumar û meyperesta min,tuyî meqsûd û qesta min



Ji meqsûdan tuyî bes min bibin ber çerxê etles min

ji xeyrê te nevêt kes min bi reş toz in muqewwes min



Di benda zulfê çewkan im "sabahul xeyrî ya xanim!"

Were bî nahiya çavan bibînim bejn û balayê



ji wê zulfê ji wê bendê reha bim lê ji peywêndê

Siyeh çeşmê sipî zendê te sohtim şibhetê findê



Şubhê şem' û şemal im ez ji ber hubba te lal im ez

Da'if im wek hilal im ez sîfet goyîn di kal im ez



Ve bulbul ra bi evxan im "sebahul xeyrî ya xanim!"

Were bînahiya çavan biînim bejn û balayê



Ve bulbul ra şev û rojê ser wê terh û bişkojê

Enî mahî şefeq rojê te sohtim şubhetê dojê



Ku dûr im ez ji wê hûrê tenê carek li ser sûrê

Ji wadî eymana torê tecella kir di nîv nûrê



Ji wê sohtî dil û can im "sabahul xeyr ya xanim!"

Were bînahiya çavan bibînim bejn û balayê



Ji husna wê tecellayê yedî beyda û belayê

Çi wesfan bîm xeber nayê welê dil cezbêê dayê



Ne hişyar im ji wê berqê ji zer tacêli ser ferqê

Ji spêde da heta şerqê belê naêxmê ferqê



Ji derba 'işqê nalan im "sabahul xeyr ya xanim!"

Were bînahiya çavan bibînim bejn û balayê



Zarîfê nazikê şengê sîfet hûrî perî rengê

Bi rojê ra tu hevdengî du reş toz in siyeh yengê



Kişandin lê ne wek caran xedengên qews û nûbaran

Ji rengê şîr û mukaran reşandin sîne wek baran



Jiwê derbê pir êşan im "sabahul xeyrî ya xanim!"

Were bînahiya çavan bibînim bejn û balayê



Veke carek xet û xalan li ser wan mesned û palan

Bixwîne li me 'ebdalan bibînin 'îd û sersalan



Îcazet dê me destûrê perî rengê sîfet hûrê

Ji nîva zulmet û nûrê binoşin mey di ferfûrê



Ji dil talanê xalan im "sabahul xeyrî ya xanim!"

Were bînahiya çavan bibînim bejn û balayê



Ji şehkasa ku qerqef tê meya nûrên muşerref tê

Nîşanek dîlberê kef tê ji bo min her seher xeftê



Ji wê camê dinoşim ez seher lew ney li hoş im ez

Ji ' amê lê dipoşim ez bi can her lê dikoşim ez



Ku xalib mest û sukran im "sabahul xeyrî ya xanim!"

Were bînahiya çavan bibînim bejn û balayê



Were pêşber melayê xwe şehîd û mubtelayê xwe

Bi şefqet ke liqayê xwe Meya nemrit bi dayê xwe



Mesîhayê li bîmaran kesên gestî du reş maran

Şehîdên şir û mukaran kirî amancê nûbaran



Li dîdara te heyran im "sebahul xeyrî ya xanim!"

Were bînahiya çavan bibînim bejn û balayê



21.11.2013 15:43 | karmatî

6. Baba Tahirê Hemedanî, ji bo hezkirîya xwe gotîye "delal"



delal, her du çavên min qesra te ne

nav du çavên min cihê piyên te ne

ditirsim, tu xafil gav biavêjî û

bi mijangê min biêşin piyên te.



22.11.2013 09:59 | nazim tolhildan

7. dilê min

ber dilka min

yara min

gula min

dil ketiya min



22.11.2013 16:57 | newenda

8. peyvên ku di arşîva min de bi zêdehî hene. lê ez eşkere nakim da ku wek aşkım'a tirkan nebe gû nebe rîx.

nîvîskar li vir eşkere dike ku çi qas romantîk e *



22.11.2013 22:11 | oxir

9. (bnr: gula min)

(bnr: yara min)



22.11.2013 22:29 | azadixwaz

10. ji wêje û mûzÎk û zargotina kurdî çend nimûne;



xana min

xanima min

bermaliya min

kevaniya min yanî; keyvabûya min

delala min

mala min

jinekem

dergistî

dilketî

berdilk

qera min

qemera min

qedera min

sûsika nazenîn





têbinî; di nav malê de bikar neyînin, bihêlin bila tenê di nav mûzîk û helbestan de bimîne..



06.02.2014 00:12 | endazer

11. ezîza min



07.02.2014 01:37 | zero

12. delalîkê



07.02.2014 02:29 | remêyê neco

13. dibe ku jiyana min jî bê bikaranîn



07.02.2014 03:28 | mergehez

14. ji bo mêra: kartol

ji bo jinan: kundir



03.03.2014 11:42 | nazim tolhildan

15. ji bo mêran çîko

ji bo jinan çîkê

rasteqîniya jiyanê eve heyran. Em çi bikin di stranan de çi tê gotin an jî helbestkar çi dibêjin, rastiyê de weha te gotin..



03.03.2014 15:30 | rojan

16. qaqîşk,gurgo,hirçê, erê erêêê hal meselet ev in,so what! *



03.03.2014 17:17 | gulgenim

17. keçê, kuro.. awayê şirÎnkirînê; keçkokê, kurkoko..



03.03.2014 18:06 | endazer

18. ez hevalé xu ya hayali ra(bnr: tenéti) golık dıbejım. gava ku mırov devé xu tıji bıke u béje bétır başe avha ; goollıg



03.03.2014 18:14 | hun çawane heval:)))))))

20. delalê û şêrÎnê xweşê... û hin kurdên me yên postpostmodern dibêjin "hayatim/aşqim tê çaya min dagirî?" *



20.05.2014 21:23 | dil-tesne

22. dîno *



17.06.2014 23:32 | sewdaxan

24. (bnr: lo lo)

(bnr: lê lê)



23.04.2016 11:35 | nazim tolhildan

25. (bnr: hey lawê nizanim çi)

(bnr: aşqim te carkê maç kim)



23.04.2016 12:28 | biaqila malê

26. Ew peyv in ku dikarin bibin peyvên romantîk jî, dikarin bibin peyvên absurd jî.



(bnr: wey lê lê)

(bnr: wey lo lo)



23.04.2016 13:07 | mergehez

27. diya zaroka, sosina min, navê sosin hînkî hatiye herimandin lê belê navê wê nabe berbest ji bedewî, bîhndarî û dirûv pêxistina wêre ev çi gule ev çi çîçeke rebî!..



23.04.2016 23:34 | shorbevan

28. (bnr: berxikê)



24.04.2016 00:01 | gumgumok

29. (bnr: jehrê)

(bnr: jehro)



24.04.2016 00:12 | gulêê

30. (bnr: topasedamtekevo)

(bnr: topasedamtekevê)



24.04.2016 01:16 | endazyar

31. Min ji mirovekê xwe dibîhîst hertim dema ku keyfxweş be wiha digote jina xwe: çurê, çura min ka çayek xweş çêke bo me*



24.04.2016 15:46 | azad30

32. (bnr: waştî)



27.05.2016 01:27 | endazyar

34. ♀️ heyrano
♂️ kulîlkê



03.02.2018 17:57 | xendekî


36. (bnr: perperok)



22.07.2018 02:19 | xelîl

37. Gelek caran nifşên ser pêncî salî hem jin û hem jî mêr bi hin navên din bangî hevdû dikin. Wek mînak go navê jinê 'Siltan' be, ew bi navê 'Eyşê' tê gazîkirin; go navê mêr 'Ahmed' be ew wek 'Hiseyn' tê gazîkirin. gelek caran ew navên li wan têne kirin, navên hin kesên ku di meseleyan de bi awayakî hatîye bahs kirin ku ji alîyekî ve jin an jî mêr wê/wî kesê/î dişibêne hezkirîya/ê xwe.

bawerdikim ku sedema vê jî ew e ku, gazîkirina bi navên hevdû eyb hatîye dîtin. Niha jî bi navên rastî gazî hevdû dikin, lê hê jî ew asta ku wek delala/ê min, jîyana min ku eşkere were gazîkirin nehatîye.



22.07.2018 22:36 | mikurhat

38. serhedî dibêjin werdeka min an qaza min ! *



01.08.2018 19:55 | xwelî li ser

39. di telefona bavê min de numreya diya min wek delala min qeyqkiriye. telefona diya min de jî wek evîna min qeydkiriye. *



26.06.2019 11:06 | xelîl

40. dîsa hemû m*rên tirşikê civiyane. çima yên ku tên gazîkirin tenê jin in? qey jin qet gazî hezkiriyên xwe nakin? *



27.06.2019 00:10 | roza

42. (bnr: gulguliya min) :/
(bnr: Şêrîna min)



15.12.2020 20:04 | merwano

43. dema ku em herin nav ciya dibêjim;
... Hevrîşma min, demên din dibêjim kulîlka min, yasemîna min... gava deng nebe xwe jî bi awayek romantik ez dibêjim yasêê min dara di devê bavê xweyî kirê tu çima deng nakî *


Edît:
Yek di bin peyamê minde bawerim cihê reşik û çepika bi hev şaş dike jêre bilez videoya bikarhanina tirşikê bişînin: )

Ger ne wisabe
hesûdek di hesûdiya xwede di teqe çi jitere em ji hevre dibêjin çi, tu çima akubeta me xerabdikî em wiha şad û bextewarin *

anjî ji henekan fehmnake ku wiha be wê pir ji destê min bikşine *



15.12.2020 22:29 ~22:58 | shorbevan

50. Mijara ku divê em jê fêhm bikin ko lewendî û gewrê li hev hatine. Ser xêrê bi rebbî!*)
(bnr: êşa evînê)



23.04.2021 00:44 ~00:43 | pîroz

51. Berxika min
Sosina min
Bejnrîhana min
Bejnrezidansa min
Û hwd. A min



23.04.2021 18:16 | xwelî li ser

52. Tenyê-tenyo



22.06.2022 18:23 | xemakê

53. Kulîlka berçelan û şepal ê



22.06.2022 20:54 | evcebarê pirê

54. Keçik:
(bnr: heyran)
(bnr: dilêm)
(bnr: rehê min)



23.06.2022 01:51 | pîroz

55. (bnr: reşê)



15.02.2023 01:39 | ciwanzêr

Hemûyan Bixwîne

dengdanên dawîn (yên din..)
îy yo hee [1]
Strana binavûdeng a koma the cranberries e. zarok bûm. Jin...
fuckîro rebeno [1]
ez jî nizanim çi ye. min tirşikê dixwend .hema ji nişka ve hat min wek...
nexweşiya mirovê vî wextî [2]
Pirsgirêkek din: her kes di bubble-ê xwe de dijî. Tenê mijarên hilbija...
helbestên ku tirşikvanan nivîsandine [1]
Xwîna-Pak Ji te re dibêjim, Tu yî tu! Erê hem jî gelek baş dizanim...
stranên ku nivîskarên tirşikê vêga guhdarî dikin [1]
Raffî Mardoyan - fatima salih axa

...
belki ev jî bala te bikişînin
» peyvên herêmî
» hezkiriya/yê berê
» xweserî

Kategoriyên mijarê:: anket tekili
nivîskarên ku li vê mijarê nivîsîne


sitemap
reklamokên beredayî