Kategoriyan hilbijêre;

Tenê yên kurdî?:

Pêşîn yên:

Agahî: dema 2 an jî zêdetir kategorî hatin hilbijartin, bila mijar wan hemû kategoriyênku te bijartine, bihewîne an hema tenê yek ji wan kategoriyan bihewîne jî bes e?
Hemû an hema kîjan be:


19 mijar û 20 peyam
rêzikên bêhempa yên stranên kurdî - tirşik
rêzikên bêhempa yên stranên kurdî
(26) (1) (3)
di mijarê de bigere

1. ji koma rewşen, di strana Şevên Baranê;



...digerim, digerim, bawer e xwe dixapînim

vî werîsî ji vê derziyê, bi çi awayi derbaskim?...



13.06.2013 23:09 | simurg56

2. ji mehmet atlı, di strana li geliyekî;

ji helbesta nemir arjen arî;



...ar girtiye qurm

li dorê dileyize

çi kiribu

çi bu, gunehê dara berû...

...ramusan min veşartin li geliyekî...



14.06.2013 23:51 | azadixwaz

4. ''barê me welat e ey bira, rêka me dûr e.'' (bnr: ey bilbilê dilşadî) (bnr: seydayê tîrêj) (bnr: şivan perwer)(bnr: koroya şaredariya bajarê mezin a amedê)



29.06.2013 03:12 | endazer

5. siya şevê - derew e;



"...lê lê şev derew e

reş û spî derew e

tu xewn î, xewn derew e

were min bixapîne...."



"...lê lê al derew e

ala ku bi ba pêl dibe

sond li ser wî pir dibe

sed rengî sed derew e..."



29.06.2013 13:39 | simurg56

7. ''çiiiiiiii digerîîîî mîîîna heeespên bêêê gem û zîn hey lê! (bnr: koma wetan) (bnr: çi digeri) (bnr: hespên bê gem û zîn)



12.07.2013 14:52 | endazer

8. "..wekî comerdan,

were meydanê.

destên min bigre,

derxe ji zindanê..."



(ciwan haco - pêjna te nayê)



27.07.2013 23:29 | simurg56

11. Eger tu bê, bi canê te dilxweş im

Ku tu neyî, ji hîcranê dilsoj im

Were derdê xwe tev berde dilê min

Yan bimrim, yan bisojim, yan binasim.

(stûr: baba tahir)



10.08.2013 01:55 | reşkêşevê

12. Te ez kalkirim bi ciwanî

Lê ez xort, bûm tu baş zanî

Pelê dara min te weşand

Buhar çû, te payîz anî



Hêviya min nema di jînê de

Bê kes mame vê dinê de

Gula dilê min çilmisî

Qe şîn nabe ji îro pêde



Ka tu biner li halê min

Te çi aniye li serê min

Birînê zor daye ser min

Mirin gelek nêzîk bû li min



Birîn kûre cebar nabe

Bi dermanan rehet nabe

Heyfa min tê li wê heyfê

Ku li mirinê çare nabe



Gotin: (bnr: ebdulmesîh efrînî)

Muzîk: (bnr: aram tîkran)



10.08.2013 02:14 | gabarî

13. ketime ser sîngê wê.



10.08.2013 12:14 | reşkêşevê

14. jan arslan-ma ne bes e?



te çi anî serê min jînê

te'z xistim destê şînê...



http://www.youtube.com/watch?v=WG6UChIEuog



11.08.2013 12:45 | azadixwaz

15. min bedewiya xwe de veşére

di bédawîya xwe de

......

gulîyên xwe bike star,

gulîyên xwe bike xemla hêvîyên min



(bnr: hîvron- dicemidim)



11.08.2013 12:53 | gabarî

17. min dixwest ku dilê xwe şa bikim bi hatina te lê tu nehatÎ



11.08.2013 15:16 | eletewş

18. "memikê eyşana elî girover e mîna sêva eli paşa gundino". him bi şiroveya arif cizîrî him jî miço kendeş lê guhdarî bikin. pir straneke xemgîn e...



11.08.2013 21:35 | parsek

19. jan axîn-kul û kulîlk



ger ez ba buma

minê porê te bialasta

ger baran buma

xwe'li nav çavên te bixista



îcar jî ji vê kulê nemrim nemrim

careke din hew hez dikim...




20. mehmet atlı negrî



hijê bike rê û bimeşe

xwe li çiya bigre û bimeşe

emrê te hê çend û şeş e

negrî neke limin limin

negrî bikene li dû min



beşişînê bike rû min

şehîdê dilê te ez bim

nekenîne bime dujmin



12.08.2013 12:34 | newenda

21. gulê kesk û sor û zer e

nîşana alê li ser e

êdî reng spî û gewher e

şêrîn û peymana min î



ay lê gulê gula min î

şêrîna ber dilê min î

ez gul nadim malê dînê

li ser gulê têm kuştinê



12.08.2013 16:05 | mîrzal

22. BILBILÊ DILŞADÎ



Ey bilbilê dilşadî hela, wer bike fîxan

Derdê me girane ey bira, birîna me kûr e



Gorî te bitin cerg û dil û mêlak ê hem can

Dengê te ye xweştir, ji ney û nay û bilûrê



Sê hawe te deng, yek ji sira bayê siba ye

Hawayê dî ji dengê xuşîna dehl û reza ye



Hawê sisîya ji bihna şemamok û gula ye

Lewra ku li dinyê tu bi nav û tu meşûr e



Karwanê me va bi rê ketî, lê şevreş û tarî

Serma ye terez kulyên di berfê her dibarî



Bahoz e çelapek têne me, ji her çar kenarî

Warê me welat e ey heval, rêça me dûr e



Çar hawîr me diz û keleş in, têk dane dijmin

Me ji hev radiqetînin bir bi bir, heyf û mixa bin



Qet çarew umîda me nema ye bilbilê min

Meydan e ji bo hirç û çeqel, gur zûre zûr e



Meydane ji bo hirç û çeqel , rovî û keftar

Gorî te bim bilbil, ji serê darê tu wer xwar



Da pêk ve mijûl bim, bi xwe çend rojên di dijwar

Îro li me ferman e, li ser gerdenê şûr e



Destê tewqeyê îro ku em herdu bidin hev

Çend sal û zemanên di xerab jîn em di gel hev



Dinya bi xwe dewran e, bizan geh roj e , geh şev

Geh tarî û dûman e û geh rewşen û nûr e



Dîna xwe bide nik bayê barîn ey birader

Sitêra sibê îro ji şerqê li me da der



Rewşen kirî Kurdistan, bi carek wê seraser

Nîşana sibê ye, fereca xêrê ne dûr e



Piştê wê sitêrê bi xwe berbanga sibê ye

Wê roj hilê rohnî têkeve şûna şevê ye



Karwanê me wê bighêje war û meqsedê ye

Çerxa felekê herdem bi fetl û ger û dewr e



Çexa felekê herdem bi fetl û ger û dewran

Hêvî û hawara me di Yezdanê dilovan



Umîd me herdem bi xwe serdarê li Berzan

Wek Tîrêj dibêje: jîn divê kotek û zor e.



(bnr: seydayé tîréj)

(bnr: cegerxwîn)

(bnr: şivan perwer)



12.08.2013 22:19 | gabarî

23. ji strana ji min hez bike ya mirady a ku ji gotinên nemir feqiyê teyran hatiye standin:



destê xwe dêne li ser eniya min

mîna ku destê te destê min be

min hembêz bike

mîna ku tême kuştin

ji min hez bike



21.08.2013 21:20 | azadixwaz

24. ji gula sor:



nazenîn

xemrevÎn

xemilîn

pê zemÎn



21.08.2013 21:23 | çukko

25. lê lê bêmal! tu ne sêv î, sêvê meletyê,sal donzde meh di paşila xwe bigerînim. rokî remezanê sihor û fitara xwe bi te vekim lê lê bêmaaaaaaal! (eyşe şan-bêmal)



13.09.2013 05:34 | tavgezokî

26. ciwan haco: hate ber derî



Hate ber derî min lê nenêrî

Lê gava ew çû, min dil daye dû

Ka ew çavên reş, ka ew dêmên geş

Ka ew bêhna xweş, ka ew reng û rû



Yara min bang kir, ey bilbilê dîn

Li ser çi digirî, qêrîn û nalîn

Yara te va ye, li ber çava ye

Ev deşt û çiya, tev xweş kir bi bîhn



Bilbil tu d'zanî gelo ez kî me

Tu tim serbest î, lê ez girtî me

Bê lîs û bê hêlîn, bê ol û bê dîn

Ez im cegerxwîn, xortê kurdî me(helbest cegerxwîn)



13.10.2013 00:31 | dîno

27. ''Em pênc kes, ew pênc hezar kes

Em pênc hezar dil, ew pênc dil

Em pênc hezar dilên biheq, ew neheq

Kî dikare dilê bi evînê hildave vegire?

Ma ev me çi dihesibînin!..”



13.10.2013 00:46 | giyanstêr

28. "bigire stêrkê w bikuje nêrî", Heseno wêlî, grup lawje albûma selîqe..



13.10.2013 01:12 | gordereş

29. Dengê Azadî - Dilê Xemgîn



Keçkên ku min hezkir

Hemî niha derew bûn

Ya pêşîn deh salî bû

Ez hên zarok bûm

Lê ewa dawîn çiqas xayin bû

Hêvyên min jimin dizî jimin dizî û wenda bû



06.11.2013 00:03 | brusk56

30. ''birîndar im ez wekê teyrên nav ezmanên kurdistanê''

û

''dihebînim mîna ziyaretê navê sînê''



(bnr: koma wetan), (bnr: keremê gerdenzerî), (bnr: sînê)



28.12.2013 04:56 | endazer

31. ger ez bimirim ger bêm kuştin

hûn li gulê hûn bipirsin

daxwaze wê hûn pêk bînin

heyfa gulê hûn helînin



29.12.2013 21:19 | ferhenga şikestî

32. gava çavê min pê ket

şûşa dilê min eşa

(bnr: koçerê)



29.12.2013 21:50 | kevçiyê dil

33. bila tûrê parsê li mil be

lê bila dilê rezîl bi dil be...



29.12.2013 22:27 | oxir

34. sînan qurban ez dibejim ez pîr dibim lo lo lo

dil pîr nabe lo lo lo dil pîr nabe lo lo



29.12.2013 22:40 | ceso

35. sîng û berê kewgozelê elegez e,

vê biharê wê xemiliye rez bi rez e.



memikên yarê li ser bedenê cotkanî ne,

xalêd sûret mîna konê kurmancî ne.



guliyên yarê mîna cewên derbiharê,

hev girtine, fitil fitil têne xwarê.



ezî li ser kawkubarê bengiyê xefûr,

min da destan û lîlandin sîmên tembûr.



min got: - yarê, tembûr di destê min de heliya,

were li lawikê xwe kerem ke cotê guliyan.



got: - beytûyo, por û guliyên min qumaş in,

yêngên mîna te bê sewda û bê hiş in.



sîng û berê min zozan e, ez çavreş im,

ne ya te me, para lawikê xwe yê keleş im.



got berzeqê û bi awir li min nihêrî,

awirên wê li min bûn mîna kêr û dirrî.



cotê guliyan bûn cotek mar û li min venîn,

saza min ket, tilî û pêçiyên min lerizîn.



mêrg û geliyên elegezê girtin dûman,

niza’m ji çi re gelo bihar bû zivista



fêrikê ûsiv



30.12.2013 14:01 | gulan

38. ''...ez gul nadim malê dinê/ li ser gulê têm kuştinê...'' ay lê gulê- helbest: cegerxwîn, muzîk: mihemed şêxo



31.08.2014 23:37 | serpale

39. "…jina çû daîma dibe qismetê mêrê kotîn e, weree têêêêlî"

(bnr: huseynê farî) - (bnr: têlî)



01.09.2014 09:45 | xendekî

40. "…kuro ma min ji te re negot, mere nêçîrê, nêçîr guneh e..."

(bnr: şakiro)

"bila ezraîl nê ser ruhê min,

lazimî nema, yarê ez kuştim"

(bnr: seyda perînçek)



01.09.2014 09:48 | xendekî

42. " kezîzer kezîzer

xulam memikên girover

serî sor û binî zer "



01.09.2014 13:58 | karmatî

43. ''...surum surum surmîş dike...''ergîn xelîkan



01.09.2014 15:56 | serpale

44. " xwîna herikî ji bîra kê diçe " mihemedo ,koma dengê azadî.



01.09.2014 16:49 | sewdaxan

45. derman çû birîn ma..

(bnr: mehmet atli)

(bnr: birîn)



12.01.2015 18:09 | ferhenga şikestî

46. "Bila ezraîl, nê ser ruhê min

Lazimî nema, yarê ez kuştim" *



12.01.2015 21:17 | xendekî

47. min deryay bêreng tu asmanî geş

-Hanî Muctehîdî, şepol-



12.01.2015 22:03 | seydayê_peyvan

48. Lê lê rihê rihê min î tu şirîka emrê min î

-rojda, lê lê rihê-



12.01.2015 22:39 | seydayê_peyvan

49. bêguman her rist û rêzikeka helbesta celadet alî bedirxan û strana ciwan haco ya bi navê bilûra min ku ji helbesta celadet hatiye çêkirin, lê herî zêde ev herdu ristên jêrîn;



''dinya mîna zarokeke berşîr ket dergûşa xwe..



''di qeraca de

kevir piyê şevgera dixapînin

û bêdengiya şevê de

pêjna lingên mêrxasan tê.''






50. êdî erdhejek im zanim lê lê, ji awirên te yên şikestî!



siya şevê - şikestî;




51. her rêzikên klamê jî delaltirîn

...... xÎreta mêran bi te ra hebe

were bişkêne kilÎta cotê ser memikan

kilîta zêrî.....

(bnr: saliho)

(bnr: delîl dîlanar)



14.05.2016 04:00 | xeteraqirêj

52. "Lêvên te ji pelê gulane
Ew bejin ji şitla rihane
dil wekî sêva hîndêne
şêrîn wek hingivê şanê"

di vê vîdyoyêde di van deqeyande; 03:25- 03:56 dikarin gohdarî bikin awaza/melodiya wî hê ji gotinên wî xweştire







14.05.2016 20:48 ~2016.10.16 20:44 | shorbevan

53. Dikim ramûsanekî li dev û lêvê şekirî,yanaxê wehmedî,terzê d'hakimî şemlê d'erebî xal û xetê d'gerdenê xefxefikê li bin guhara keremkim.Gelî heval û hogirno şika werin. Min çi vê teres û teresbavê re gotiye, bi ser min de bi xiyal û xem e bi kîn û rik e wey dil.Aaaax dilo hey dil wey dil.



Şakiro-wey dil



15.05.2016 16:13 ~16:14 | melayê qûnneşûştî

54. Taqane xunçekey baxî jiyan im
Zîndu kerewey awatî bê giyan im
Roşînkerî rêga jîn û man im

Tenya wel askoley kosar
Le qed palî şaxî hezar be hezar

Taqane xunçekey baxî jiyan im



02.07.2019 04:22 | bilbilê dilkul

55. stran: ciwan haco - nikarim

gotin: feysel xiznewî

nikarim xunaveke rondika bim
li gorna şehîda bibarim
çariya reş nakirim
bisk û keziya nabirim
rûyê xwe nadirim

ez ji bilbilê xemgîn re ne bûhar im
ji bûka çarî reş re ne guhar im
ji konê şîn re ne stûn im
ji kalê poşman re ne qelûn im
na na nikarim

gula binefşê xemgîna ez naçinim
di cihê şahiyê de şînê nadeynim
şehîd canê xwe dide erdê
ji bo ala şahiyê hildê
ala şahiyê govend û dîlana
çepik û lîlandine û strane



13.08.2019 14:58 ~15:01 | ezcan

56. Ji strana rotînda a ez evindarê te me :

" çima ez dema navê te dibhîzim dilê min pir xweş dibe çavê min tijî hêsir "

çi gotineke dijwar.



29.08.2019 11:12 | bûtîmar

57. ”xezalên tî avê vedixwun
ji golên çavên te”

jan axîn - kul û kulîlk



10.09.2019 04:35 | tizbîkêş

58. Ax û yeman şikrayê
Rê dûre xeber nayê
Çavê min rê de maye
Ax û yeman şikrayê

/Mihemed şêxo



25.02.2020 00:53 | hespêsor

59. "min kir nekir çênebû,
jiyan dev ji min berda çû,
dilê min ji bo te heliya bû,
evîn dev ji min berda çû..."

gotin û mûsîk : turan şengül

lê li gorî min (bnr: raperîn) xweştir distrîne.



30.03.2020 19:18 | afa

60. Gotinên hemû stranên mem ararat



30.03.2020 19:38 ~19:39 | xabûrî

61. Rêzika helbesta cegerxwînî, (bnr: ciwan haco) disitire ye.

"Zana û jîr im
Bindestê dijmin
Çiqas dijwar e
Ev reng bindestî"





31.03.2020 01:48 ~01:54 | mansûr

62. Rêzikên strana (bnr: mehmet atli) ye. Navê vê Fedî ye.

"Birçî û xwasî
Li rê u dirban
Li ser çiyan in berf fedî dike "



31.03.2020 02:16 | roz

63. Tu guleke kûvî yî, dûrî deştayî
Kedî nabe nayê, li ser çiya yî
Stranek bê nav î, li ser lêva yî
Rojê li xewneroşkan, şevê li xewna yî

hozan dîno - gulê delalê



31.03.2020 18:01 | xwelî li ser

64. "bi kê re bikenim
dil ji kê re vekim?"

Seîd Yûsiv



31.03.2020 18:34 | bedirxan

65. hemû rêzikên stranên (bnr: mihemed şêxo) ne.

mînak 1
Di ber min re bihurî dimeşe
Yek li ber min kir wek şeş e
Li pêş min kir şeva reş e
Bûm birîndar û nexweş e
Dil û kezeb tev bûn kulo

mînak 2
B'xwedê ez pismamê te me
Bi sûnd pesindarê te me
Ser ceng û hewarê te me
Qelenê te j'xwîna minê



05.04.2020 22:29 | toriyê omerî

66. "ez ê tu nifirê li te nakim belkî konê mala bavê te agir bikeve ji sêrî were bine" Birêz Şakiro



06.04.2020 01:15 | bedirxan

67. Xwezî ne rastiyek ne jî xewnek bam,
Xwezî tev li te, ez xeyalek bam.

dil şikestî - mem ararat




06.04.2020 01:21 | xelîl

68. ku tu xuya nakî, ji xwe ez tune me
li her demê ez bi te hewce me
rihê me yek e, perçek ji te me
gava tu diêşî, can didim ji dilî
(seid Yusuf- çawa tu herî)

lawje >>>



06.04.2020 04:47 | de facto hozan

69. Bêbexto bîhîstina ku min bihîstiye tu li ser şêx û melan pir digerî,

Ew qedera ku xwedê neke bi kaxezên şêx û melan naçe serî.


şivan perwer~ Gulê mehrumê



17.03.2021 23:44 ~23:47 | navîgiranmezelîwêran

71. Stranek Koçerî a Hejar Seyda (Ji dûr ve/Zinare/Rûbar)
....
Te çi bi serê min kirîye,
Mi bi zorê dil birîye
Nikarim ji te dûr herim,
Te nadim bi ahl û xwedîye.
....




05.04.2021 16:10 | pîroz

72. Dem hîna bihar e, çi zû tên seqemên te?



05.04.2021 16:20 | xabûrî

73. Yek ji wan jî ev e li gorî min:

Wê cila reş ji ser rû bavê
De şewq bide vî bajarî
Weke heyva li çardehan
Bikeve bin ewrek yarî
Gorbihişt Seîd Yûsiv



12.04.2021 20:12 | xabûrî

74. Dema go(ku) hêza we yek be
Qamişloka minê
Goristana dijmina ye
Bihuşta li ser dinê
-Seîd Gabarî-



13.04.2021 15:39 | xabûrî

76. “Min divê herim tewafa xala gerdena yarê…”

Fadil cizîrî - heyran jaro



28.06.2022 21:26 | evcebarê pirê

Hemûyan Bixwîne

dengdanên dawîn (yên din..)
ên ku dixwazin zarokên xwe bi kurdî mezin bikin [3]
Ne ez im ji ber ku zarokên min tunne ne. ger tûnne bin, ezê çawa wan b...
kompleksa îkarus [3]
(bnr: icarus complex) Îkarûs karakterek ji mîtolojîya yewnan e. Li ...
inglourious basterds [5]
Di derbarê Şerê Cîhanê yê Duyemîn de gelek fîlm hatine kişandin (Rizga...
tiştanok [1]
"Xalê min tê ji deştê qete(parçe) himbanek li piştê"( berisv...
Grass: A Nation's Battle for Life [1]
yekemîn berhemeke sînemayê ye ku qala kurdan dike. berhemeke hêja ye j...
belki ev jî bala te bikişînin
» rêzikên herî romantîk ên stranên kurdî
» yên ku min dişopînin
» stranên sirbkî/boşnaqî
» kurdînûs

Kategoriyên mijarê:: kurdukurdi anket muzikstrn wejehlbst
nivîskarên ku li vê mijarê nivîsîne


sitemap
reklamokên beredayî