Kategoriyan hilbijêre;

Tenê yên kurdî?:

Pêşîn yên:

Agahî: dema 2 an jî zêdetir kategorî hatin hilbijartin, bila mijar wan hemû kategoriyênku te bijartine, bihewîne an hema tenê yek ji wan kategoriyan bihewîne jî bes e?
Hemû an hema kîjan be:


33 mijar û 50 peyam
rojekî ez û nietzsche çûn ber golikan - tirşik
rojekî ez û nietzsche çûn ber golikan

Navê mijarê ya ewil ev bû:rojekî ez û nietszche çûn ber golikan
(3) (0) (1)
di mijarê de bigere

1. nietszche tew îddîa dikir ku xweda miriye, min jî nedipejirand û ez û wî li ser vê yekê ketin heftûheştê. Min kir û nekir nietszche ji gotina xwe nehat xwar û tira xwe nekir fis. De neyse em ketin behsê bê ka kî mafdar e. Piştî mirina nietszche me fehm kir ku yê mirî nietszche ye û xweda sax e.



24.11.2013 00:36 | ceso

2. (bnr: nietszche neçe neçe)



24.11.2013 00:47 | endazer

3. Em rastê albertê einstein yê kercewsî hatin.



01.12.2013 01:53 | ceso

4. heta çaxê nîvro golikan bi giyayên ter û teze yên nû nefilîn guhanên xwe tijî şîr kirin.. bû çaxê nîvro kate uptona mala îso, kim kardashiana bavfille û rojdaya me ya şenses û qamkinik di nav kirasxiftanên xwe yên gulgulî de, di destekî de firavîna me şivan û gavanan û di destê wan yê din de satil..



01.12.2013 02:13 | endazer

5. nietzsche bi eslê xwe ji gundekî dihê ye, li zanîngeha sêrtê beşa muhasebeya iki yıllık dixwîne xudênehiştî! li kurdî-der a sêrtê tevlî dersên hemû astan dibe, niyeta wî heye ku dest bavêje namûsa hechecikan, dema ez û wî em çûyîn ber golikan felsefeya fisteqên sÊrtê kuta kiribû, ji wî we ye ku piştî Hz. Omer qira kurdan anî ji wê hingê ve ye fisteq bûne sembola şîna şehîdên wê demê û ev bûyer bûye destpêka bîrdoziya kurdekemalîzmê.



01.12.2013 21:00 | zero

6. (bnr: golika reben golika reben) *



01.12.2013 21:12 | brusk56

7. Xera vî bêbavî negihişt tu kesì,ên pey ketine pê girtine; çi şivan çi gavan çi rêber û çi führer..



12.04.2014 00:07 | birho_fîlo

8. Erê piştî me golîkan dan mexel, ji nişka ve rabû ser piyên xwe û qêrî got ecce homo.

(bnr: true story)

(bnr: erê welle)



29.03.2020 23:24 | xelîl


10. me dît zelamek ber me ve têt, Nietzsche rabû, qêr kir:

Hêêyy ew kî ye j' wê ve têwo
Mêvanê çavkildêwo
Şala mûşê l' piştêwo
Keç xemilî l' hêvyêwo.

belê gava nêzîk bû me naskir ew karl marx bû.



05.04.2020 18:00 | hespêsor

11. Nîçe go min gotiya dotmama xwe domam agirê dilê min didu ne yek tu yî yek golika min a rengîn e.



05.04.2020 18:36 | bûtîmar

dengdanên dawîn (yên din..)
nivîskarên ku tirşikê diterikînin [1]
Herhal bêhna wan teng dibe, tiştek balkêş di tirşikê da nabînin ji ber...
pulmoner embolî [1]
Di damarên pişikê de hebûna embolîyê ye. Trombûs Herî zêde ...
dêr miryem/manastira hogots'ê/hogots monastery [1]
Dêreke dîrokî ye, dema çêkirina wê bi texmînî sedsala şeşemîn e lê Piş...
taybetmendiyên jinên faris ên li tirkiyeyê [1]
(bnr: botoks) (bnr: li nîveka rêyan da rêzbûn û wisa meşiyan) (bnr: ...
warê stranan [1]
Weke berdewama qonaxa nû ya projeyên ji bo meyla hilberandina naveroka...
belki ev jî bala te bikişînin
» rojekî ez û nietzsche çûn ber golikan
» nietzsche
» çûn rûyê hev
» bernameyên kêrhatî yên androîd

Kategoriyên mijarê:: yendin
nivîskarên ku li vê mijarê nivîsîne


sitemap
reklamokên beredayî