1. albûma hîvron e ku gotinên hemû stranên vê albûmê de aîdê ehmedê xanî ne û hemû mûzîk jî aîdê nusret imir in. |
|
23.11.2013 23:39 |
simurg56
|
2. albûma ku heta niha min jê tenê strana "nivisvanê felekê" guhdar kiriye Û min ecibandiye. |
|
24.11.2013 01:51 |
brusk56
|
3. albûma ku nisret îmîr bi telafûza xwe ya çewt û çelexwehrî kutaye diya beytên nestêle yên ehmedê xanî de.. mirov berî ku here ber derî û dergehê parsekekî jî bi du sê dengan dengê xwe akort dike, axaftina xwe kontrol dike, evî camêrî jî muhtemelen pêşiyê çend note li hev anîne û paşê rasterê kitêba tiberik mem û zîn vekiriye û beyta dilê wî lê rûniştî hema wê gavê û wê seetê xwendiye û qeyd kiriye.. |
|
24.11.2013 02:05 |
endazer
|
4. a rastî gava mariv godarî dike ji guhê mariv re xweş tê ji ber ku dengê nisretî dengekî ecêb e û di nava stranbêjên kurdan de nû ye mariv bala xwe dide lê ev tişt heta kêngî be? ji cihekî şûn de mariv dê eciz bibe albûm ne serketî ye. ji ber ku ristên Ehmedê xanî ye gotin pirr baş in lê bi mûzikê nekariya baş bifesilîne muzîk têk çû ye hama bibêje hemû awazên stranan dişibin hevudu cudahiyekî pirr biçuk heye ewqas dîsa jî ji ber ristên ehmedê xanî hêjayî godarîkirinê ye |
|
10.12.2013 17:36 |
ferhenga şikestî
|
5. berî niha sê salan, min rexneyên tund û tûj û bêeman û îman lê girtine, nisretekem, rexneyên min ên li ser bilêvkirina te hê jî baqî ne, lê baş e ku te ev albûm çêkiriye. stranên ''mem'', ''zîn'' û ''ji dil'' di playlîstê de ev çend roj in cih nadin tu straneke din, min hemû ji ber kirin. |
|
17.08.2016 01:13 |
endazer
|
duayên kurdî [1] |
|
duayên kurdî [1] |
|
nivîskarên ku tirşikê diterikînin [1] |
|
pulmoner embolî [1] |
|
dêr miryem/manastira hogots'ê/hogots monastery [1] |