1. peyveke ku li serhedê tê karanîn.rêxa ajalan ku li gom û tewlê dikirin bi erebeya destan an bi keleska rêxê(dişibiya darbestan.ji dar û textan çêdibe çar milê wê heye rêx dikeve orta wê) dikşandin dirêtin ciheki guncane nêzî malê.Ew rêx,bi rojan dihate tepisandin ro bi ro stûr dibû. ji vê rêxa komkiriye an belevkiriye der malê re tê gotin basmelix. Peyveke tirkiye -basmalık- bi çi awayi çima bûye navê vî tiştî ez jî nizanim.îcar ev basmelix bi bêra merkî(bêreke rast û tuje) dihate birîn.piştî ku basmelix bi bi vê berê çargoşe dihate birîn ji her libeki re dihate gotin kerme. peyva kerme bi wateya xwe mecazî ji tê karanîn. Ji bo dest û pişt an tara stuyê merivê ku qirêj ku êdi stûr bûye ,durve jî tê xuyan tê gotin kerme girtî, an stûyê te kerme girtiye heyran. me gelek dirêj kir ev mijara rêxê. gava kerme ber tavê zûha û hişk dibê jî jêre tê gotin sergin. Yanî gelî heval hogiran rêwitiya sergînan ji tena serê xwe dûr û dirêje ,ji xwe re efendîbin vê yekê bi dewlemediya kurdîbûne re girênedin.mesele jiyane, kar û barê ajalvaniyê hewqas. |
|
24.11.2013 21:32 |
tivirloismail
|
4. birr kirina basmê bi bêra merê |
|
12.04.2016 15:52 ~2020.05.22 20:52 |
bûtîmar
|
5. basme kengê bû basmelix law. dest ji kermên serhedê berdin! |
|
28.11.2017 03:10 |
serhednişîn
|
gur li serê kîjan çîya mirîye [1] |
|
xwarina herî xweş [1] |
|
gur li serê kîjan çîya mirîye [1] |
|
sallana sallana nietzsche ser avê [2] |
|
wedat aydin [1] |