1. Ji hêla rojnamevan û wergerên anfê yên ku mêjî-tirk, ziman-kurd ve da ku ziman qir bibin hatiye îcadkirin! |
|
2013.11.25-23:15 |
ceso
![]() |
2. JI BER KÛ di nava zimanÊN kÛ TÊNE WERGERANDin KURDÎ NÎN E MiROV NiKARÊ TIŞTEK WEHA BÊJÊ LÊ BI RASTÎ JÎ ZIMANÊ WA KURDÎ YE LÊ HIŞ Û AQLÊ WAN BI TIRKÎ YE.. |
|
2013.11.25-23:28 |
nan û av
![]() |
3. gelek tişetekî başê, êdî ne pewîstê ji bo hînbûna zimana |
|
2013.11.26-22:05 |
newenda
![]() |
4. (bnr: kampanyaya opsîyona kurdî li ser google translate) |
|
2015.01.23-21:22 |
xendekî
![]() |
5. opsiyoneke google'ê ye ku heta niha 90 zimanî werger dikir êdî bi 103 zimanî wergerê dike û êdî kurdî-kurmancî jî di nav de ye. |
|
2016.02.18-15:34 ~15:35]|
xendekî
![]() |
6. opsiyoana ku kêmasiyên wê hertim hene, di her zimanî de. min nêrî û dît ku kurmancî ji erebî xweştir tê wergerandin. |
|
2016.02.18-15:44 |
hola êzîda
![]() |
7. bi google translateê "helboqkirin bipije, devê xwe berdaye. din çi!? tu kes ne lazim bû ji bo hînbûna ku ev ew e ku i zimanê şêlû tê fêmkirin. Çi happy. Çi herdû." |
|
2016.02.19-02:38 |
daskan
![]() |
8. zimanê kurdî tev li wan zimanên Google transleteyê bûnê şûn de hevalekî min wiha nivîsand: "brûska zeus'ê têkeve qûna we, ka we digot zimanê kurdî tuneye" * |
|
2016.02.19-10:37 |
nazim tolhildan
![]() |
9. (bnr: egerin translate) |
|
2016.02.19-15:36 |
cinorek
![]() |
10. Berê me xwe dikuşt ku zimanê me jî tevî Google Translatê bibe. Belê ev mirazê me pêk hat. Nizanim baş bû an na. Ji ber ku wergera Googlê ji kurdî bo îngilîzî an jî bo tirkî kêm zêde baş dixebite, lê ji zimanên din bo kurdî bi kêrî tu tiştî nayê û ji vê gavê pê ve tirk jî dikarin nivîsên me yên kurdî bi texmînî fehm bikin. Berê li ser înternetê gava bi tirkên nijadperest re dikevime nîqaşê, min bersiva wan bi kurdî dida û bi wan re hew bi tirkî xeber dida. Bi min yek ji heqeretên herî mezin ev bû û zehf li zora wan diçû. Îcar ev derfet jî ji destê me çûye * |
|
2016.02.19-23:07 ~23:12]|
ezman b
![]() |
11. gavek baş e ji bo kurdî. |
|
2016.02.20-10:49 |
simurg56
![]() |
12. bijî google ![]() |
|
2016.02.20-16:33 ~16:34]|
cinorek
![]() |
13. Karê ku ez jî carna hin peyv û wergeran lê zêde dikim e. Kesê dixwazê dikarin bi rêya hesabên xwe yên Gmailê bikevin sepana wergerê û tevlî karê wergerê bibin. B vî awayî google werger wê baştir bibê... |
|
2016.02.20-20:58 |
nan û av
![]() |
14. bangewazî!!! |
|
2016.03.09-12:27 ~12:28]|
xidiran
![]() |
15. bı rastî jî ji bo pêşeroja kurdîbûna googlê û abdroîdê derfetek girîng e. |
|
2016.03.09-21:44 |
simurg56
![]() |
16. tiştek ecêb e. hevokên ku ji bo wergerê derdixîne pêşberî mirov gelek seyr in. hinek ji axaftina rojane ne, hinek di deerbarê teknolojiyê de û hinek jî tenê hevokên nîvço ne. |
|
2016.03.09-21:55 |
simurg56
![]() |
17. Projeyeke ku piștî nûkirina sîstema xwe, mirov hișmiraz dike. Di hola 8 zimanan de wergerîneke ecêb û ecêb dike. Pir nêzîkî wergera mirovan bûye. |
|
2016.11.20-23:40 |
gumgumok
![]() |
18. tekane sîstema ku wergera noral ji bo kurdî dike. yanî pergala google translateê, her roj hewl dide ku bêtir hînî kurdî bibe ku bikare wergera hevokan, bi awayek baştir bike. ji bo alîkariyê, divê mirov ji îngîlîzî hevokan wergerîne bo kurdî. bi saya van hevokên me, makîneya googlê hêdî hêdî mantiqa zimên fêhm dike û xwe bi pêş dixe. |
|
2017.09.20-22:46 ~22:47]|
simurg56
![]() |
19. Berê di beşa kurdî de wergerên baş dikir lê van wextên dawî de pirr şaşî tê de hene.a xirab ew e ku wergera alternatîf ji ya ku tê pêşkêşkirin çêtir e. |
|
2020.04.13-23:08 |
bayesar
![]() |
20. bi ya vê bernameyê tirşikvan di hin hevokan de tê van maneyan: 1. terrorist 2. exremist 3. thug 4. tyrant. ji xeynî van di hinin hevokên alternatîf de wekî "tirşikçî" jî tê bikaranîn. tê bê wergêrên vê mîratê hemû dijminên tirşikê ne. * ![]() |
|
2020.10.17-22:42 |
biruya hayao miyazaki
![]() |
21. Carna nijadperestên tirk ji bo wergera kurdî wê sepanê bikar tinin ku xeberên kotî li kurdan bikin. |
|
2020.11.21-08:17 |
cinorek
![]() |
22. wêneyê nîşande ![]() (bnr: ev çi ye oxlim) |
|
2021.09.07-20:19 ~20:19]|
heval.js
![]() |
23. algoritmaya wê ewqas xurt bûye ku di hindurê demeke kin de wergerên kurdî ecêb baş dike. Ev çend sal in ku ez tim nivîsên elmanî werdigerînim kurmancî û min tim ewil li google translate dinêrî lê werger rezîl bûn. paşê min dev jê berda. lê çend hefte berê min go ka ez dîsa lê binerim û ew çi bû? nêzîkî %85 rast wergerand. tenê min çend hevokên tevlihev bi xwe wergerand û çend tîp di hevokên din de sererastkirin. hema bêje tenê çarîkek wext lê çû li gorî wextê ku min dida wergerên berê. |
|
2021.10.11-00:40 ~00:42]|
mergehez
![]() |
24. Ez jî berî aniha çend rojan pê hesîyam ku gava hevokên bi zimanên ku ji xeynî tîpên latînî hatîye nivîsandin werdigerîne Kurmancî û meriv bêzehmetî jê fêhm dike. |
|
2021.10.11-13:27 |
pîroz
![]() |
25. gellek kêmasî û şaşî hebin jî her diçe wergera kurdî ya google translate baştir dibe. çiqas kesên ku kurdî (kurmancî - tîpên latinî) baş dizanin beşdarî pêvajoya wergerê bibin, wê encam ewqas baştir bin. li twitterê jî min gelek ceriband û encam bi giştî başin. ![]() |
|
2021.10.12-04:06 |
şûjin
![]() |
26. 6 sal in wergerên kurdiya kurmancî çêdike. |
|
2022.05.14-09:56 |
cinorek
![]() |
27. îro di cejna zimanê kurdî de, zaraveya soranî li ser google translateê hat zêdekirin. زۆر سوپاس بۆ تۆ براگەورە گووگڵ هیوادارم هەمیشە ئۆنلاین بێت |
|
2022.05.15-01:11 ~08:28]|
ezcan
|
28. bi lêzêdekirina soranî wê pirra di navbera kurmancî û soranî de xurttir bibe û çûnûhatin û danûstandin zêdetir û hêsantir bibe. kesên dixwazin hînî soranî bibin an tekstên soranî wergerînin kurmancî jî wê bibe çavkaniyek pirr baş û bikêrhatî. ev kêmasiyek û eybek mezin bû ji bo hikûmeta başûr ku heta niha soranî di google translateê de nebû ser xêrê ew jî çêbû li wir dimîne zazakî, hemû kurd bêtir jî yên zaza divê kampanyayan çêkin û tim di rojevê de bigirin ji bo zazakî jî bikeve nav zimanên google translateê. |
|
2022.05.16-13:23 |
endazer
![]() |
![]() |
navîgiranmezelîwêran [5] |
![]() |
tiştên ku mirovî aciz dikin [4] |
![]() |
tiştên ku dawîya wan nayê [4] |
![]() |
tiştên ku mirovî aciz dikin [2] |
![]() |
tiştên ku mirovî aciz dikin [4] |