Kategoriyan hilbijêre;

Tenê yên kurdî?:

Pêşîn yên:

Agahî: dema 2 an jî zêdetir kategorî hatin hilbijartin, bila mijar wan hemû kategoriyênku te bijartine, bihewîne an hema tenê yek ji wan kategoriyan bihewîne jî bes e?
Hemû an hema kîjan be:


26 mijar û 42 peyam
google translate - tirşik
google translate
(16) (1) (4)
di mijarê de bigere

21. Carna nijadperestên tirk ji bo wergera kurdî wê sepanê bikar tinin ku xeberên kotî li kurdan bikin.
Lê google ji wan re sûprîzan çêdike:
Here lînkê
Camêr ji google translatê pirsiye ku "son of the bitch" çiye.
Google Translate: "Kurê xezalê".
Çi sepanek qeşeng.



21.11.2020 08:17 | cinorek

22. Here lînkê
(bnr: ev çi ye oxlim)



07.09.2021 20:19 ~20:19 | heval.js

23. algoritmaya wê ewqas xurt bûye ku di hindurê demeke kin de wergerên kurdî ecêb baş dike. Ev çend sal in ku ez tim nivîsên elmanî werdigerînim kurmancî û min tim ewil li google translate dinêrî lê werger rezîl bûn. paşê min dev jê berda. lê çend hefte berê min go ka ez dîsa lê binerim û ew çi bû? nêzîkî %85 rast wergerand. tenê min çend hevokên tevlihev bi xwe wergerand û çend tîp di hevokên din de sererastkirin. hema bêje tenê çarîkek wext lê çû li gorî wextê ku min dida wergerên berê.

(bnr: bijî google translate)

lêzêdekirin: nîvîsên werdigerînim hemû polîtîk in. belkî jî lewma werger evqas baş e.



11.10.2021 00:40 ~00:42 | mergehez

24. Ez jî berî aniha çend rojan pê hesîyam ku gava hevokên bi zimanên ku ji xeynî tîpên latînî hatîye nivîsandin werdigerîne Kurmancî û meriv bêzehmetî jê fêhm dike.



11.10.2021 13:27 | pîroz

25. gellek kêmasî û şaşî hebin jî her diçe wergera kurdî ya google translate baştir dibe. çiqas kesên ku kurdî (kurmancî - tîpên latinî) baş dizanin beşdarî pêvajoya wergerê bibin, wê encam ewqas baştir bin. li twitterê jî min gelek ceriband û encam bi giştî başin.

hebûna kurdî di google translate de pir girîng e. di serî de twitter, youtube û gelek platformên din yekser google translate li sîstemên xwe entegre kirin e. bi vî awahî kurdî dikeve wan hemû platforman.

lê nizanim wergera kurdîya soranî di çi astê de ye. ger kurdîya navîn jî di google translatê de hebe xwendina weşanên kurdî yên bi tîpên erebî ji aliyê kurdên bakur ve wê hesantir be. bi saya google translate malpereke bi kurdî ya soranî wê demildest bi kurdî ya kurmancî bê wergerandin. di salên dawî pêşketina ku herî zêde min kêfxweş kir ev bû...

sernivîsa nûçeyeke The Guardian'ê wisa wergerand
Here lînkê



12.10.2021 04:06 | şûjin

26. 6 sal in wergerên kurdiya kurmancî çêdike.
Di despêkê de gellek kêmasî û şaşî hebûn lê her ku çû wergera kurmancî ya google translateê baştir bû.
Û
Niha wan despêka kurdiya soranî jî kir.
Înşalla demek şûnda kurdiya zazakî jî tewlê dibe.

Ji bo zimanê kurdî karek pir giring e.



14.05.2022 09:56 | cinorek

27. îro di cejna zimanê kurdî de, zaraveya soranî li ser google translateê hat zêdekirin. زۆر سوپاس بۆ تۆ براگەورە گووگڵ هیوادارم هەمیشە ئۆنلاین بێت

(bnr: 15ê gulanê cejna zimanê kurdî)



15.05.2022 01:11 ~08:28 | ezcan

28. bi lêzêdekirina soranî wê pirra di navbera kurmancî û soranî de xurttir bibe û çûnûhatin û danûstandin zêdetir û hêsantir bibe. kesên dixwazin hînî soranî bibin an tekstên soranî wergerînin kurmancî jî wê bibe çavkaniyek pirr baş û bikêrhatî. ev kêmasiyek û eybek mezin bû ji bo hikûmeta başûr ku heta niha soranî di google translateê de nebû ser xêrê ew jî çêbû li wir dimîne zazakî, hemû kurd bêtir jî yên zaza divê kampanyayan çêkin û tim di rojevê de bigirin ji bo zazakî jî bikeve nav zimanên google translateê.



16.05.2022 13:23 | endazer

29. Ew şaşiyên ku min li jor behs kiriye niha tune û gelek baş dişixule.



20.10.2022 16:14 | bayesar

30. Wergêrekî pir baş e lê hê jî xeletî yan dike, divê mirov pir pê bawer neke. Gava hûn wergêrekî dikin, jibo ku baştir bibe, wergêrên xelet bidin zanîn û awaya rast jê re bişînin, ez her tim wiha dikim. Di demek nêz de zaravaya Soranî jî lê hate zêdekirin û behsa Zazakiyê jî hebû lê min di nav zimanan de ne dît, hêvî dikim hemû zaraveyên Kurdî di warê dijîtal de cihê xwe bigirin. Ji bo tevahiya zimanan warekî pir başe bi rastî.



20.10.2022 23:57 | bayê xerbî

31. google, kurmancî jî tê de 33 ziman wek "wergera offline" destnîşan kir, ev tê wê wateyê ku hûn ji bo wergerandinê ne hewceyî înternetê ne, sepana google translateê rojane bikin û kêfa xwe binêrin. pîroz be! Here lînkê



18.01.2023 15:17 | ezcan