Kategoriyan hilbijêre;

Tenê yên kurdî?:

Pêşîn yên:

Agahî: dema 2 an jî zêdetir kategorî hatin hilbijartin, bila mijar wan hemû kategoriyênku te bijartine, bihewîne an hema tenê yek ji wan kategoriyan bihewîne jî bes e?
Hemû an hema kîjan be:


10 mijar û 10 peyam
ismail beşikçi - tirşik
ismail beşikçi
(26) (2) (1)
di mijarê de bigere

21. Mamoste Beşîkçî bi dû nîvîsên hêja rewşa başur û rojava niexandîye yek jê hevpeyvîn ê li gel civaknasek fransî
Here lînkê

Here lînkê



28.10.2017 12:19 | azad30

22. Heta îro ji xeynî malbata berzanî hemû aliyên kurda rexne kiriye. Rexnegirî baş e lê divê çêker bê.

Ewqas pirtûk nivîsandiye, ketiye hepsê filan kes nikare ewana biçûk bibîne lê,

Heta îro ku behsa çi kiriye çu sûd negihiştiye kurda. Tiştên ku em jixwe dizanin an jî tê zanin bi zimaneke li gorî me rave dike tenê.

Heta îro ji kurda re pêşniyar kiriye ne li cih deye û ji bo kurdistanê jî baş nebûye.

Bi xwedê nivîsên wî gelek caran pir xweş in lê çi bikin jê? Yanî çi gotiye ku yan jî çi çêkiriye ku kurd gavek pêş de avetine an jî ronî bûne. Çi tevlê kiriye ku kurd tiştek xistiye destê xwe.

Tenê aliyekî rexne nekir û ji ber siyaseta vê aliyê nîvê başûr çû. Ji aliyê destketiyê jî başûr çû bîst sal berê.

Li gorî min insaneke zane ye. Lê nikarim bêjim baş e, qenc e. Darî çavan tiştek nîn e ku ezê ji xwe re bikim palpişt û bêjim aha wana gotiye çavê me vekiriye.

Dîsa dibêjim axlep tiştên gelek xweş dibêjê, tesbîtên baş jî carinan dike, zimanê wî jî bi piranî kêfa me tîne a rastî. Lê ev qas. Berevaniya tiştên ku gelek zirar dide kurdan jî dike.

Kesekî ku mirov hêviya xwe pê girê bidê nîn e. Riya wî vekirî bê. Xwedê ewî li riya rastê rabigihînî. Qenc û baş û bisûd bikî. Heke nabê ji me dûr bixê. Û riya wî bibirê.



30.10.2017 08:40 | rûbar

23. rewşenbîrê ku ji aliyê tirşikvanekî xama -gede- ve tê rexnekirin
li gorî min insaneke zane ye. lê nikarim bêjim baş e, qenc e.
werin werin werin tev lo lo! îja ne baş û qenc e he? ezê di aqilê we de bimîzim.
jixwe ji ber ku ne qenc e bi dehan salan di ber rÊya mafê rewa yê kurdan de temenê xwe di zindanên tirkan de pûç kir newlo?

heta îro ku behsa çi kiriye çu sûd negihiştiye kurda. tiştên ku em jixwe dizanin an jî tê zanin bi zimaneke li gorî me rave dike tenê.
ma çi bikira? bi zimanekî li gorî aborjîniyan rave bikira? mesela ji sûdê tu çi fêm dikî? divê çek jî bigirta destên xwe? yan biba astronot, derketa hîvê û ala kurdistanê li ser axa hîvê daçikanda? (bnr: bo konuda ben de sayın beşikçiye çok kırgınım)
heya îroj behsa bindestiya kurdistanê nekiriye her gav behsa cot memikan û quzzê kerê kiriye, bi ya min şaş kiriye ma te 36 pirtûk nivîsandin xwezî te behsa ewqas behsa memikan nekira, hinekî jî behsa kurdistanê bikira.(bnr: insan gerçekten hayret ediyor)

heta îro ji kurda re pêşniyar kiriye ne li cih deye û ji bo kurdistanê jî baş nebûye.
erê heya îroj ji kurdan re pêşniyariyên tewşomewşo kiriye, îja kurd û azadî? na lo! (bnr: hirç û govend)
divê pêşniyariyên wek 'bindestî aramî ye, serdestiya tirkan teqtîrê xwudê ye, divê kurd xulamtiyê qebul bikin' bikira, lê ew çû behsa azadî, serbestî û keseyeta azad û berkeftî kir, (bnr: aşk olsun sana beşikçi)

yanî çi gotiye ku yan jî çi çêkiriye ku kurd gavek pêş de avetine an jî ronî bûne. çi tevlê kiriye ku kurd tiştek xistiye destê xwe.
bajo bavê mino, tu jî bajo! jixwe civata kurdan civateke modern, pêşketî û xwenda ye, her kurdekî/ê di salê de çil-pêncî heb pirtûk dixwînin, feraseta kurdan fireh e dîsa jî gotinên beşikçi têrî ronîbûn û serwextbûna kurdan nekiriye, ma kurd êdî çi bikin amk? birêz beşikçi divê biçûna pêşniyariyên xwe ji papao yenî gineyê re bigota, ne ji me re!

tenê aliyekî rexne nekir û ji ber siyaseta vê aliyê nîvê başûr çû. ji aliyê destketiyê jî başûr çû bîst sal berê.
(bnr: rûbar çardeh salî ye hevalên wî jê re dibêjin einstein)
erê amk jixwe malbata talabaniyan û serkirdeyên ynkyê îxanet nekirin, dibêjin birêz beşîkçî serê xwe girtiye, çarşef li xwe kiriye, çûye kerkukê û bi destê xwe rêveberiya kerkûkê daye artêşa iraqê û loma başûr bîst sal çû berê.
li bakur ji ber rexneyên beşikçî kurdistan ava bû lê ji bela ku beşikçi rexne li başûr nekir başûr wilo bindest ma! (bnr: halamın da taşşağı olaydı amcam olurdu)
kuro temam nezan bin cahal bin lê ehmeq nebin, nexweşiya vê serdemê ehmeqî ye, min heft hêşt pirtûkên beşîkçî xwendine hama bêje ji bakur bêtir rexne li başûr digirtin. ji nezaniya we ez dikim ku xwe bikujim.

kesekî ku mirov hêviya xwe pê girê bidê nîn e. riya wî vekirî bê. xwedê ewî li riya rastê rabigihînî. qenc û baş û bisûd bikî. heke nabê ji me dûr bixê. û riya wî bibirê.
encax mirovên ehmeq ji xelkê hêvî dikin, ez jî pirr, gelek ji gelektîrîn ji xwudê hêvî dikim ku adriana lima û margot robbie sibehê werin cem min û min ji bavê min bixwazin. ger xwudê hêviya min pêk neyne xirab e ne qenc e. bû kakagyan?

wek encam dikarim vê yekê bêjim; birêz beşikçi yekî ne qenc e ger qenc bûya ewî donald trumpî nekira serokê amerikayê, zaten piştî ku beşikçî keştiya xwe bir amerikayê koka reşşikan qelandin.

not: belasebeb bersiv neyê, ezê tîpek jî nexwînim, dema min a vala jî ji xwendina nivîsokên ehmeqan ve cêtir e cağnım. hadê by öptüm



30.10.2017 10:01 ~10:03 | ferhenga şikestî

24. Ên ku pirtûka mamoste beşîkçî xwendine, bila bêjin aha ewî pirtûkê de ewana gotiye. Hişdarî daye. Kurd jî ji newmê xwe vehiş aniye.

Qasê ku min xwendî di nivîsên wî de gelek agahî hene. Lê mijarên ku pêwîstiya kurd heye yan paş de hatiye avêtin yan jî behs jî nekiriye.

Em jî dizanin azadî baş e. Em jî dizanin kurdistan metîngehek jî nîn e. Em jî dizanin rewş xirab e. Em jî dizanin hezar sal jî biçe metîngehkarên me biratiyê nakin û mafên me nadin me.
Êêê...

Ewana dibêjim.
Mamoste çi dibêje. Dibêje cilê barzanî kurdewariye herin pêş wî? Min tiştek weke çareserî nedît li wî.

Lê raste ji ber ku li jor rastiyên ku min jî nivîsand gotiye ketiye hebsê. Merivek bi rûmet e. Ser sera ser çawa.
Êêê...



30.10.2017 11:36 | rûbar

25. Sosyologê li Enqerê 20 hezar Mark (Pereyên berê yên Elmanya) ji kadroyekî PKK girtî. Camêr sax e kesên bawer nekin beriya koç bike bila jê bipirsin. heyf û xebînet e ew çend kesên li dora wî kombûne ku ewqas keda wî qenalîzeyî mala Barzanî kirine.



30.10.2017 23:20 | hejîro

26. Nivîsa xwe a dawî da eşkere behsa kêmasîya netewebûna kurdan dike û dibêje kurd tu car li ser zimanek , alek , çandek nabin yek û ev jî kêmasîyek mezine ji bo kurdan.

Û Dibêje ku hizra netewebûnê bi kurdan ve hebûya wê demê hin rÊvebirên YNK'ê referandûma 17 kewçêra 2017 a ji bo serxwebûna kurdîstana başûr ji veqetîna iraqê de xayîntî nedikirin û nedihişt ku haşdî şabîya ku îran piştgirî didê bikeve wir û dagir bike.

Kêmasîya me kurdan ez jî wek birêz beşîkçî difikirim ku ew jî netewebûn e.



27.04.2019 16:18 | brzn

27. (bnr: başûrê kurdistanê)



27.04.2019 16:18 | brzn

28. min wî li pêşengeha pirtûkan a amedê 2019an de dît û min wergera pirtûka wî bi kurdî da îmzekirin. yekcarî ketibû û hişê wî qels bibûn. pîrbûn bi rastî jî zehmet e.

spas mamo ji ber fikr û nivîsên te.



25.11.2019 00:25 | berxweda

29. Ne bi tenê li Tirkîyê, di dinyayê de di nava hemî rewşenbîr û nivîskar û entelektuelan de rewşenbîr û entelektuelê herî wêrek herî dilsoz herî maqûl herî rastgo herî dirust û herî binamûs e...



25.11.2019 00:28 | ferhenga şikestî

30. Min vê salê xwest pirtûkên wî bixwînim lê hingî hevokan dubare dike mirov êdî jê aciz dibe ji xwe tişkî balkêş jî têde tuneye lê ya bi min ecêb tê Ev cara ewiliye dibînim tirkek bi vî şiklî li cem kurdan sekiniye û hovitiya gelê xwe rasterast aniye ziman.



25.11.2019 00:30 | biaqila malê

31. Mirovekî hêja ye her kes di wî warî de fena hev difikire lê pirtûkên wî him pir dûbare dikin hin wergerên wan ên kurdî birastî qet nebaş e. Temam ked dane em wan pîroz dikin lê xweş wernegerandine kurmanciyê



25.11.2019 01:55 | seryasêdilşûşe

32. dîsa nivîseka hêja ji pênûsa wî derketiye li ser pirtûkeka nû bi navê "kemalizm ve kürd ulusal sorunu 1"
Here lînkê



12.04.2020 07:05 | afa

33. sosiyolog ku kurd qîma xwe bi wî nayinin



12.04.2020 22:23 | hola êzîda

34. Nivîskarek û lêkolînerek tirk e , kurdî û kurdbûn pere bikira kurdên me yên xwefiroş jê dûrnediketin.Lê çi berjewendiyên îsmaîl beşîkçî li ser kurda hebe nizanim.Belê hin tirkan re rêz digrim ev jî yek ji wan e.Lê ez naçim xwe qurbana wî jî nakim.Divê mirov kesayetên wiha guhdar bike jê sûd werbigre.Hizir û gotinên wî çi ne , gelo wê çawa be ku kurd xwe ji dagirkeran xilaz bikin.
Belê ez ji vî camêrê hez dikim çima? Ji bo ku tu kurdekî heta niha van tiştan wek wî neanîne zimên.


temaşe bikin.
ev jî nivîsa wî dawî ye. Here lînkê



13.04.2020 00:48 | brzn

35. gelek tişt hene mirov bikare li ser vî camêrî bibêje lê ez ê bi tenê yek tiştî bêjim: ez ê hezar kurdê mîna metiner û ensarioglu bi qurbana wî bikim



13.04.2020 17:10 | soryazyus

36. vîdyoyeyek e li ser twitterê ku ez lê rast hatim de dibêje "kurd li hemberê kurdan tifaqan dikin.Hin kurd dibêjin dewlet ne baş e , hin dibêjin bê dewlet nabe û li hember hev ketin tifaqan" û dibêje kurd nizanin ku çi bobelat hatiye serên wan û wek Auschwitz a polonyayê (hîtlerê ji bo kuştina mirovan cihûdan ew der bi kar aniye) girtîgeha silêmaniyê jî nizanin.
https://twitter.com/RudawTurkce/status/1053016433335197697



11.05.2020 14:33 | brzn

Xêra xwe vê peyvê ji îngîlîzî wergerîne kurdî
evsene
dengdanên dawîn (yên din..)
rexşê belek [1]
Navê hespê ristemê zal e. Di destanên persan mina şehnameya firdewsî...
pelûl [1]
Diranê feqîran di pelûlê da dişike....
tirşik translate [3]
Mirmirokî:kekremsî Mêrokî:erkeksî Mîrovokî, merivokî: însansi Tirş...
kerguh [3]
Ajalekî şêrîn e Ji bo "taybetmendiyên" wan gotine kerguh. Gu...
pelûl [1]
Ez pir jê hez dikim li jor nivîskar gotiye xwarin û şêraniya pîr û ka...
belki ev jî bala te bikişînin
» ismail yk

Kategoriyên mijarê:: kurdukurdi niviskarsiyasi
nivîskarên ku li vê mijarê nivîsîne


sitemap
reklamokên beredayî