Kategoriyan hilbijêre;

Tenê yên kurdî?:

Pêşîn yên:

Agahî: dema 2 an jî zêdetir kategorî hatin hilbijartin, bila mijar wan hemû kategoriyênku te bijartine, bihewîne an hema tenê yek ji wan kategoriyan bihewîne jî bes e?
Hemû an hema kîjan be:


8 mijar û 9 peyam
peyamên çeppikkirî yên di vê mijarê de; aynur doğan
peyamên çepikkirî

56870. eger rojekî bibim dîktator, îşê min ê ewil, ez ê gotina stranên kurdî li aynurê qedexe bikim, ez li mÎnîbûsê ji bo ku bêjim ''min li filan derî peya bike'' an ''ez ê li filan derî peya bibim'' di dilê xwe de du sê cara gotina xwe prova dikim, ji bo ku ji şitexaliya xwe neyêm fihêtê, lê ji aynurê re ne xem e, bawere çawa stranekî ji derekÎ dibihîse ji xwe re dibêje ev stran ne xirab e ka ez jî di konserta xwe de bêjim û derdikeve û di bîra wê de û di guhê wê de ew stran çawa mabe bi wî miqamÎ dibêje û haşa hizûrê dikute fonolojiya kurmancî de.. ji qumrîkê re dibêje kumruke, şûna bêje malan bar kir çûna waran dibêje çûne wera lê, dîney lê, dîney lê... wez sevî me lo lo.. ber diyara me..

dengê wê ne xirab e, eger mesele jêhatin be, ji aynurê sed qetî stranbêjên çêtir hene.. wek tê gotin wextê xwudê dide nabêje tu keça kê yî.. an ka telafûza te ya kurmancî çawan e?..



29.06.2013 13:58 | azadixwaz

136285. Pêşangeha Muzîkê ya Cîhanî WOMEXê xelata hunermendê ya 2021an daye hunermenda Kurd a navdar Aynur Dogan.
***
"Yek ji gavên herî girîng ên rêwîtiya min a muzîkê dîsa di sala 2006an de bi WOME-ê dest pê kir. WOMEX, mezintirîn pêşangeha navneteweyî ya muzîkê ye, ez hêjayî xelata hunermendiyê ya 2021-an dîtim, ez bi vê gelek şanaz im! Min xwest ku ez vê bextewariya xwe bi we re parve bikim." - Aynur
Congratulations dotmam.



01.06.2013 01:27 | simurg56