Kategoriyan hilbijêre;

Tenê yên kurdî?:

Pêşîn yên:

Agahî: dema 2 an jî zêdetir kategorî hatin hilbijartin, bila mijar wan hemû kategoriyênku te bijartine, bihewîne an hema tenê yek ji wan kategoriyan bihewîne jî bes e?
Hemû an hema kîjan be:


18 mijar û 20 peyam
bekas - tirşik

Zana(7) û Dana(10) du bira ne ku li kurdistana başûr, di bin zordestiya seddam de dijîn. dema carek bi dizîka li sînemayê temaşe dikin, superman nas dikin. êdî li gorî wan çareseriya her derdî û riya ...
(9 şîrove)
bekas
(0) (0) (1)
di mijarê de bigere

1. filmek ku jiyana 2 zarokên kurd, bi hemû paqijiya xwe pêşkêşî mirov dike. hêvî û hevgirtin ji dilê van zarokan kêm nebûye. ez hêvîdar im ku ji dilê tu kesan kêm nebe .



28.11.2013 00:28 | brahim

2. ji bo nerina film bi binnivis , fermo http://www.filmifullizle.com/neredesin-supermen-bekas-2012-turkce-altyazili-izle.html



28.11.2013 00:37 | brahim

3. navê resen û resmî yê fîlmê bekas e.. ji bo tirkî wek neredesin süpermen hatiye wergerandin..

min seyra fîlmê nekiriye lê ji xwe hej fîlmên ku ji bo raya giştî ya dinyayê ajîte bike û bi qewlê ciwan dilê xanimên ewropa bi zarokên cilterişî û çilmoyî yên kurd bide şewitandin tên kişanin nakim.. neyse navê mijarê bi navê resen û resmî yê fîlmê, bêkas re hate guheztin..



28.11.2013 01:58 | endazer

4. filmekê karzan kader e.

filmek zêde zêde xweş e. weke hatî gotin di filmê de zêde ajitasyon tune ye. temam rewşa herdû zarokên ku bûne mijara filmê qet ne baş e. lê ev ne ji ber kurdbûna wan e .

mirov dikare bêje cûreya filmê komedî ye jî . bi rastî jî filmek orjinal e. ji ber ku film him dram e him jî pêkenok e. mirov kelogirî dibe wextê guhdar dike. rewşa herdû zarokên biçûk bi awayekî xweşik nîşandane.

puana min jê re ; 89



08.01.2014 10:45 | brusk56

5. filmê ku dive filmên weke wê behtir bîne çê kirin, ji ber ku mirovên ne-kurd jî bi zilm û reziltîya ku kurdan kişandin/dikişînin bihesin.

ne xêr, rewşa xirab a zarokan bêguman ji kurdbûna wan e. di çiroka fîlm de em dibînin ku rewşa mirovên din jî ne baş e, le ev du zarok "bekas" in, ji ber ku dê bavê wan ji alîyê leşkerên saddam ve hatine kuştin. (hetta zana dibêjê dema ku superman dîtin wê ji wî xwasteka heyfa dê bavê xwe ji saddam jî ke)

ajitasyon an na, ez bawer im bê xebatên halo tu kes bi kurdan na hese. xwezî miroven din wisa baş û zana bana ku bê ajitasyon ji heya wan ji trajedîyên halo heba, lê mixabin realîte ne wilo ye.



bruskîzm: puana min jê re 99 e. nizanim çima ne 100 e. *



08.01.2014 17:17 | saladin

6. slumdog millionaireê kurdan e. bêhenek, gelek dişibe wî fîlmê. lê bi tu awayî nabêjim ji wê fîlmê dizî kiriye. ew tiştek din e.



fîlm ji aliyê karzan kader ve, him hatiye nivîsandin him jî hatiye kişandin. nizanim çima lê fîlm li fînlenda, iraq û swêdê hatiye kişandin.



bi ya min fîlmek serkeftî ye. mirov bêyî ku bêhnteng bibe lê temaşe dike. jixwe saetek û nîv e. li imdb'yê cûreya wê weke drama hatiye nivîsîn lê ne wisa ye, zêdetir nêzikî komediyê ye.

di gelek sahneyan de mirov dikene, tenê çend sahneyan de dramayek rastîn heye ku mirov kelogirî bibe. lê bi giştî komîk e.



weke li jor hatiye îdîakirin, ne fîlmeke ajîtasyonê ye. peyama ku fîlm dixwaze bide, giringiya malbatê ye, xweşitiya biratiyê ye. tabî ji ber ku fîlm bi kurdî ye û li kurdistanê derbas dibe ku weke hûn zanin welatek bindest e, tabî têde mirov hinek xalên ku mirov diqehirîne jî dibîne. (spoiler; weke mînak dema zana ji bo ku alîkarî ji birayê xwe re bîne diçe gund lê li wî gundê erebean kes guh nade wî û wî didin ber dehfan û diavêjin erdan dilê mirov diêşe)



heçiyê vê peyamê bixwîne, ji kerema xwe re li vê fîlmê temaşe bike, tu wê poşman nebî. heta dikarî bi hevalên xwe yên ku gotine te "hadê em li fîlmek xweş temaşe bikin" re jî temaşe bikî.









fîlmê de gelek sahneyên xweş hebûn, ez ê li jêr behsa hinek ji wan bikim.



----------- spoiler tê----------

* li ser eniya ker, pardonmichael jackson, hebûna amblema bmw'yê, komîk bû.



* enirîna zana ya ji zilamê ku naxwaze pêlava xwe bide boyaxkirin jî gelek baş bû. "ger tu li amerîkayê bûya, wê li te bikeniyan. were ez te bikim zilam"



* sahneya duakirinê ya li mizgeftê jî baş bû;

zana; xwedêyo, ji bo ku em pere qezenc bikin hemû pêlavên pîs bişîne ji me re.

dana; mîlyonek dînar jî bixwaze

zana; bavê xalid got, mirov ji xwedê pere naxwaze. ger bixwaze, wê xwedê hemû tiştan jê bistîne.

dana; ehmeq! ma tu wê çi wenda bikî? ma me çi heye ku em wenda bikin? te çi bivê bixwaze. pasaport jî bixwaze.

zana; (piştî ku dana ji wir diçe); xwedêyo, tu birayê min efû bike. îro hinek kerîtî pê re heye.



----------- spoiler çû jî----------



fîlmê di sala 2012an de, xelata festîvala navnetewî ya fîlman ya dubaiyê standiye.



08.06.2014 20:20 | simurg56

7. flîmeke gelek xweş e. gava di civatan de mijara pêşniyarên flîman vedibe mirov dikare cara pêşîn vî fîlmî pêşniyar bike. dengê gotina kaka ji ber guhê mirov jibîr naçe.ez ji ser sedî 100 pûanî didim. *



03.10.2014 14:27 | xendekî

8. filma min li komputera xwe bar kirî lê ji ber pirsgirêka dengê wê min nekarî guhdarî bikim. piştî van şîroveyên tirşikvanan bêguman ezê guhdarî bikim.



03.10.2014 14:30 | azadixwaz

dengdanên dawîn (yên din..)
ên ku dixwazin zarokên xwe bi kurdî mezin bikin [3]
Ne ez im ji ber ku zarokên min tunne ne. ger tûnne bin, ezê çawa wan b...
kompleksa îkarus [3]
(bnr: icarus complex) Îkarûs karakterek ji mîtolojîya yewnan e. Li ...
inglourious basterds [5]
Di derbarê Şerê Cîhanê yê Duyemîn de gelek fîlm hatine kişandin (Rizga...
tiştanok [1]
"Xalê min tê ji deştê qete(parçe) himbanek li piştê"( berisv...
Grass: A Nation's Battle for Life [1]
yekemîn berhemeke sînemayê ye ku qala kurdan dike. berhemeke hêja ye j...
belki ev jî bala te bikişînin
» bekas

Kategoriyên mijarê:: sinemaflm
nivîskarên ku li vê mijarê nivîsîne


sitemap
reklamokên beredayî