Kategoriyan hilbijêre;

Tenê yên kurdî?:

Pêşîn yên:

Agahî: dema 2 an jî zêdetir kategorî hatin hilbijartin, bila mijar wan hemû kategoriyênku te bijartine, bihewîne an hema tenê yek ji wan kategoriyan bihewîne jî bes e?
Hemû an hema kîjan be:


32 mijar û 52 peyam
karê herî xweş yê dinyayê - tirşik
karê herî xweş yê dinyayê
(8) (0) (2)
di mijarê de bigere

18. ez dibem qey henekê nebaş kirin *



11.01.2018 14:10 | aqilkêm

19. Bûyina şivonê mala heyderê şêxo.
Heyder qîmeta şivanên xo xwaş zane.
Her heftê le bajêr seba şivonên xo nonê bajêr teyne.
Şivonên xelkê titûnê batedin.
Şivonên heyder her gavê malboreyê vedexwin.
Dinya je wan re xwaş e.
Keşka ez jî bibûma şivonê wan.



11.01.2018 17:54 ~17:55 | elaziz izzetpasa camii

20. li Tirkiyê wekîltî ye.
eynî pezan mexel tên û meaşên xwe hildidin..



12.01.2018 14:30 | çarçoveya bextewariyê

21. (bnr: xeyalvedanî) ye.
(bnr: karê xeyalan)

Xwe dirêj bike, çavên xwe miç bike û li hespê xwe yê xeyalî siwar bibe. Di nav ewr û baranê re û li ser qozeqerê derbas bibe.

Berê xwe hilde banî heta heyvê, heta rojê û galaksiyên dî bifire.

Mîna fonksiyona f(x)= x3+1 'ê bifire.

Heta û hetta xwe weke fonksiyons f(x)= x2 'ê noq bike.

An jî mîna fonksiyona sînusê, heta heta xwe soba bike here.

Ev jî ne bes e, li fonksiyona mîstî û ecêb f(x) = √x3+x-3 . Geh winda bibe, gih xwuya bike. Esil tu yî.

Carinan jî biçûk bibe û bikeve nav xwîn û damarê însanan. Here nav noron'ên wan. Xeyal, bîrîn û dinyaya wan temaşe bike. Di wir de li xwe binêre .


bedîuzzaman çi rast gotiye:
Însan çi ecêb e, carinan xeyalên wî ji kaînatê dibihûre, carinan ji ew di kevçiyekî çayê de difetise û dixeniqe...



13.01.2018 02:22 | gumgumok

22. Ew karê ku di kirina wê de meriv nexwaze biqede, karê herî baş ê dinyayê ye. bêguman ji bo herkesî, karekî wisa di xeyalan de heye. yê min betalî ye.



12.04.2020 13:20 | ceso

23. pêşkêşvanê bernameya welatan,kulturan didin nasîn.



12.04.2020 14:02 ~14:05 | de facto hozan

24. Bi min aşpêjî ye.
Ne xasim dema ez li kulîçexane dixebitim◉‿◉
Helbet zehmetiyên wê jî hene, lê ne bi qasî têkiliya mirovan.
Dema xwarinê çê dikim, strêsa min ji laşê min derdikeve, bi aramî têr û tije dibim *



10.08.2021 20:49 | merwano

25. Xwedê ez jî dibêjim karê xwarinê ye. Ji ber ku dema mero xwarin çêdike hem ên li dor wî zikê xwe bi xwarinek xweş têr dikin hem jî çêker ji strêsa xwe xilas dibe . bi vî awayî kêfxweşkirina ên li dor xwe serê xwe bilind dike. Bawerîya wî jixwe çêdibe, hêvîya ji xwe dike...

Gava ez jî ji bo ezmûnan dixebitîm, ji bo strêsa min bişike, min tîrik û darikên zirav ji bo xwe di çêkirina peqlewê de biceribînim kirîbû. Axirê, min xwe baş hîn kir û nihaka heta hevîrên ji peqlewê bigirin ên nanê şikeve an jî boreka ez li ser destê xwe tenik dikim. Nexasim, em nema ji sûkê hevîrên çêkirî dikirin.

Nîşe:
şamborekên ku ez çêdikim ji ên dîya min teniktir tê lêbelê hîn jî nikarim kûtilka çêkim...
Kûtilk hosteyî û zanebûn divê, hêvî dikim rojkê ezê fêrî çêkirina wan jî bibim...



10.08.2021 21:33 | pîroz

26. Xerçkirina pereyan e. binêrin Dan Bilzerian



10.08.2021 23:09 | fermano

27. (bnr: lêkolîner)



30.10.2021 09:32 | pênûsa westiyayî

28. (bnr: Çerçî)
Dixwazim wê karê bikim û gund bi gund bigerim.



30.10.2021 09:42 | cinorek

29. karê herî xweş yê dinyayê/137509 lêkolîner ne kar, yê ku wî karî dike ye. Divê wisa be lêkolînerî



30.10.2021 15:00 | xabûrî

30. (bnr: karê bettala) ye



30.10.2021 17:19 | pîroz

Xêra xwe vê peyvê ji îngîlîzî wergerîne kurdî
destkol
dengdanên dawîn (yên din..)
tirşik agahdarî [1]
Silav tirşikvanên hêja, Di demeke kin de versiyona nû (v3.0) wê wer...
tirşik v3.0 [1]
ka ez jî agahdariyeke bidim) slav tirşikanên hêja, mergehez malper...
tehdîdên kurdî [2]
Ezê te li berekê(kevir) ve vedim, Ezê lingê te bişkênim, Were meydan...
horhorik [2]
Tirşikvanek fantastîk e. Miqayeseya xweşikbûna memik û welatê xwe di...
toksîkolojî [1]
Zanista ku bi jehr, jehrêketin, antîdot û dermankirina jehrêke...
belki ev jî bala te bikişînin
» karê herî xweş yê dinyayê
» herî ser rehetiyê
» xweşkirina ji hev re
» yên ji kul û derdan mirine

Kategoriyên mijarê:: jiyan anket
nivîskarên ku li vê mijarê nivîsîne


sitemap
reklamokên beredayî