Kategoriyan hilbijêre;

Tenê yên kurdî?:

Pêşîn yên:

Agahî: dema 2 an jî zêdetir kategorî hatin hilbijartin, bila mijar wan hemû kategoriyênku te bijartine, bihewîne an hema tenê yek ji wan kategoriyan bihewîne jî bes e?
Hemû an hema kîjan be:


    11 mijar û 15 peyam
    qebrax - tirşik
    qebrax
    (4) (0) (8)
    di mijarê de bigere

    1. kesê/a ku jina an ji mêra ji bona pera difiroşê. (bnr: pêzeweng) (bnr: qewad)



    2013.12.02-11:58 | karmatî

    2. ev gotin (qeprax, qibrax) li amedê her populer e û pirr tê emelkirin.



    2013.12.02-14:59 | mîrêhekarya

    3. li gorî texmîna min ji lêkera kıvranmak ya tirkî ya ku bi kurmancî tê wateya xwetevdanê tê.. bêjeyeke argo ya devoka tirkiya diyarbekirê ye.. ji bo kesên li ser soza xwe nasekinê tê gotin..



    2013.12.02-18:35 | endazer

    4. wateya wî gotinê çîye ez baş nizanim le ez zanim pir tê gotin...



    2013.12.13-19:26 | gokerr

    5. di bilêvkirinê de karîzmayeke vê dijûne heye law, dema meriv vê dijûnê dike eyn dilê mêrê rehet dibe*



    2015.09.13-23:55 | ferhenga şikestî

    6. pêzeweng, bi taybetî ji kesên jina xwe û qîza xwe didin firotinre tê gotin.



    2015.12.25-13:19 | shorbevan

    7. (bnr: qebrax oxlî qebrax) *



    2016.04.23-18:44 | bûtîmar

    8. di helbesta fêrîkê ûsiv ya bi navê "Zeriyê" de peyva "Qibrax"ê derbas dibe, ez bi cih nizanim "qebrax" û "Qibrax" yek e lê dibe ku koka wan yek be.

    Yunus Dîşkaya vê helbestê kiriye stran, ecêb xweş dixwîne. Wexta dibêje:

    "Çi rind î, çi qibrax î tu, beybûna al, heft şax î tu/
    Fêkiya cenetê li nava bax î tu, lê bo min, ax, asax î tu"

    Ji ber wateya peyva "qebrax"ê ya li cem me kurdên bakur bi min ev peyv nexweş dihat.
    Ji min re bû Meraq ev peyv li nav kurdên êzidî yê Rewanê di çi maneyê de tê gotin.
    Min got ez ji kê bipirsim Eskerê Boyîk hate bîra min. min ji wî re peyam şand, bersiva wî ya ji bo vê peyvê ev e:

    "qibrax - yanê rêk û pêk, her tishtê wê cîda, rind, tishtê zêde ser nîne... yanê her alîva paqij e û rind tê dîtin. silav û rêz."

    Bersiva wî dilê min xweş kir, gotinên stranê bêtir xweş bû.

    ji bo stranê:











    2021.07.25-15:09 ~15:12]| mefer

    Hemûyan Bixwîne

    dengdanên dawîn (Yên Din..)
    16.09.2021 li trabzonê ji aliyê şarederê şewitandina siparişên kurdistanê [4]
    Kes jî ranabe nabêje çima wan şewqe û sîparîşan li başûr çênakin çima ...
    di tirşikê de kêmasiya nivîskarên jin [3]
    Rewşekî asayî ye. hêjmara jinan li her cîhî li gorî mêran hindik e , h...
    narsîst [2]
    xweperest jî tê gotin. merivên xweperest li her derî xwe ki...
    narsîst [4]
    yek ji peyvên ketiye nav dest û piyan e. yê dizane yan nizane vê axiri...
    tîşortên tirşikê [3]
    /8...
    belki ev jî bala te bikişînin
    » qebrax

    Kategoriyên mijarê:: zimandijun zimanpeyv
    nivîskarên ku li vê mijarê nivîsîne


    sitemap
    reklamokên beredayî