Kategoriyan hilbijêre;

Tenê yên kurdî?:

Pêşîn yên:

Agahî: dema 2 an jî zêdetir kategorî hatin hilbijartin, bila mijar wan hemû kategoriyênku te bijartine, bihewîne an hema tenê yek ji wan kategoriyan bihewîne jî bes e?
Hemû an hema kîjan be:


    17 mijar û 24 peyam
    sendroma stockholmê - tirşik
    sendroma stockholmê

    Navê mijarê ya ewil ev bû:sendroma stockholm
    (5) (3) (12)
    di mijarê de bigere

    1. ev sendrom, di sala 1973'an de li stockholmê piştî bûyereke dizîyê derketîye holê. dizek dikeve bankê û 6 roja jinekê gerew bi dest dixe. paşê ew jinik Wî dizê hez dike û hevîyê disekine ku diz li girtîgehê derkeve. hemû pirsgirêkên wek vê bûyerê re dibêjin sendroma Stockholm.



    ez bawer dikim ku piranîyê kurden elewî li vê nexewşîyê ketine.



    2013.12.02-15:54 | nazim tolhildan

    2. sedema tekîldarîya chp û elewîyên dersimê yên ku ji alîyê chpve ji komkujîyê hatine derbas kirin e.



    2013.12.02-17:26 | saladin

    3. sendroma ku dema mirov darî fÎlmên sînemayê dike, bi taybetî jî fÎlmên aksiyonê, bivê nevê bi mirov re peyda dibe.. wek nimûne; serlehengê fÎlmê yekî diz û neheq û zordest be jî eger biçekÎ karÎzmatîk û qeşeng û jîr û jêhatî be mirov dixwaze ku her ew bi ser bikeve û bi zilma xwe dinyayê serûbino bike..

    navê dêrsimê derketiye lê di nav piraniya kurdan de heyranî û hijmekariyeke mezin ji bo serdestên xwe heye.. heta kurdên ku xwe wek kurdistanî dibînin jî heta ji wan tê dixwazin ku bişibin serdestên xwe.. eger bi çavek objektîv li tevgera siyaseta kurd ya li bakurê kurdistanê ya ku kopiyeyeka amator ya partiyên sîstem û rejîma tirkiyeyê ne were nêrîn wê têderkeve bê ka ez di van tez û îdîayên xwe de çendî mafdar im..



    2013.12.02-18:32 | endazer

    4. nivîskarên kurd ku niha li Stockholmê dijîn berî niha sî sal gotin hem bi hesreta welêt dişewitin û niha tu astengî tune ye ku bên lê venagerin gelo mariv ji vê rewşê re jî dikare bibêje "sendroma Stockholmê?



    2013.12.02-23:35 | ferhenga şikestî

    5. nexweşîya kurdên dev ji kurdî berdayîn çuyîn li pa

    pey tirkî ,erebî u farisî ketine.



    2014.07.10-11:48 | birazî

    8. karl marks di derheqê hevalên ku ji kemalîzm û mîlîtarîzmê hêvîdar in de gotiye ku:



    "civaka ku celadê xwe/sitemkarê xwe wek xelasker/rizgarker dibînin, dişibin golika gêj a ku kêra qesêb dialêse..."



    2015.03.19-17:26 | remlavêj

    10. misilmantiya kurdan li ser sendroma stockholm ê hatiye avakirin. bi leşkerî û dagirkerî îslam hatibû mezopotamya û piştre kurdan ji bo îslamê xwe dikujin û xelkê jî dikuştin.



    2015.07.06-13:36 | hola êzîda

    11. rewşa kurdên ku raya xwe dane akp'ê ye.



    2015.11.02-00:08 | nazim tolhildan

    12. Mirov dikare bêje ku rewşa derûniya ya hemû gelê tirkiyê ye. Ev gelê rojhilata navîn, kî bikute quna wan ji wan hez dikin.

    Ji feqîrî di nav sefaletê de dijîn, piraniya wan emr û heyata xwe de carek tenê neçûna sinemayê, di standartekî pir kêm de dijîn, lê xwe weke kralê ewropa dibînin erdoganî weke serokê dinyayê dihesibînin û bi vê pesnê xwe didin, diçin reya xwe jî didin xwediyê keştiyan û qesran.



    Bi rastî ev akpê layiqê wan e.



    2015.11.02-21:38 | brusk56

    13. Rewşa ku mirovên elewî û kurdên bakur niha tê de ne. Rastî ev sendrom di jîyana rasteqîn de ne wekî di rêzefîlma (bnr: la casa del papel) ê de tê xuyan.



    2020.06.04-18:39 | yusiv

    14. sendroma ku kurd tê ne
    hişê kurda pir qels e
    kesên ku bi wan re heya diho ji dijmin bûn
    roja din bi wan re dibine heval û hogir



    2020.06.04-21:36 ~22:12]| merwano

    15. Min ê jî bigota ev ê ev sernav vekiriye li rêzefîlmê La Casa de Papel temaşe kiriye.



    2020.06.05-14:14 | oceancr

    16. Min ê jî bigota ev ê ev sernav vekiriye li rêzefîlmê La Casa de Papel temaşe kiriye.



    2020.06.05-14:15 | oceancr

    Hemûyan Bixwîne

    dengdanên dawîn (Yên Din..)
    knock knock [1]
    (bnr: teq teq)...
    aramî û bêdengiya li ser tirşikê [1]
    Ji ber kêm nivîsînê dîsa ketiye rojeva tirşikê. Nizanim çima lê heye k...
    aramî û bêdengiya li ser tirşikê [1]
    tirşikê hê nekarî ye vê derê bike qadeke popûler ku ev aramî û bêdengî...
    rêya kadizkê [3]
    KOMA Stêrka kû di fezayê dE YE. Nêzîkî 200 AN Jî 400 MILYAR Stêrk di k...
    esnafên nimêj dikin [1]
    Esnafên ku Gelemperî bo karê wan baş here û bobalet bi ser wan de neyê...
    belki ev jî bala te bikişînin
    » sendroma ehlers-danlos

    Kategoriyên mijarê:: zanistitenduristi
    nivîskarên ku li vê mijarê nivîsîne


    sitemap
    reklamokên beredayî