Kategoriyan hilbijêre;

Tenê yên kurdî?:

Pêşîn yên:

Agahî: dema 2 an jî zêdetir kategorî hatin hilbijartin, bila mijar wan hemû kategoriyênku te bijartine, bihewîne an hema tenê yek ji wan kategoriyan bihewîne jî bes e?
Hemû an hema kîjan be:


8 mijar û 9 peyam
sendroma stockholmê - tirşik
sendroma stockholmê

Navê mijarê ya ewil ev bû:sendroma stockholm
(6) (3) (1)
di mijarê de bigere

1. ev sendrom, di sala 1973'an de li stockholmê piştî bûyereke dizîyê derketîye holê. dizek dikeve bankê û 6 roja jinekê gerew bi dest dixe. paşê ew jinik Wî dizê hez dike û hevîyê disekine ku diz li girtîgehê derkeve. hemû pirsgirêkên wek vê bûyerê re dibêjin sendroma Stockholm.



ez bawer dikim ku piranîyê kurden elewî li vê nexewşîyê ketine.



02.12.2013 15:54 | nazim tolhildan

2. sedema tekîldarîya chp û elewîyên dersimê yên ku ji alîyê chpve ji komkujîyê hatine derbas kirin e.



02.12.2013 17:26 | saladin

3. sendroma ku dema mirov darî fÎlmên sînemayê dike, bi taybetî jî fÎlmên aksiyonê, bivê nevê bi mirov re peyda dibe.. wek nimûne; serlehengê fÎlmê yekî diz û neheq û zordest be jî eger biçekÎ karÎzmatîk û qeşeng û jîr û jêhatî be mirov dixwaze ku her ew bi ser bikeve û bi zilma xwe dinyayê serûbino bike..

navê dêrsimê derketiye lê di nav piraniya kurdan de heyranî û hijmekariyeke mezin ji bo serdestên xwe heye.. heta kurdên ku xwe wek kurdistanî dibînin jî heta ji wan tê dixwazin ku bişibin serdestên xwe.. eger bi çavek objektîv li tevgera siyaseta kurd ya li bakurê kurdistanê ya ku kopiyeyeka amator ya partiyên sîstem û rejîma tirkiyeyê ne were nêrîn wê têderkeve bê ka ez di van tez û îdîayên xwe de çendî mafdar im..



02.12.2013 18:32 | endazer

4. nivîskarên kurd ku niha li Stockholmê dijîn berî niha sî sal gotin hem bi hesreta welêt dişewitin û niha tu astengî tune ye ku bên lê venagerin gelo mariv ji vê rewşê re jî dikare bibêje "sendroma Stockholmê?



02.12.2013 23:35 | ferhenga şikestî

5. nexweşîya kurdên dev ji kurdî berdayîn çuyîn li pa

pey tirkî ,erebî u farisî ketine.



10.07.2014 11:48 | birazî

6. karl marks di derheqê hevalên ku ji kemalîzm û mîlîtarîzmê hêvîdar in de gotiye ku:



"civaka ku celadê xwe/sitemkarê xwe wek xelasker/rizgarker dibînin, dişibin golika gêj a ku kêra qesêb dialêse..."



19.03.2015 17:26 | remlavêj

8. misilmantiya kurdan li ser sendroma stockholm ê hatiye avakirin. bi leşkerî û dagirkerî îslam hatibû mezopotamya û piştre kurdan ji bo îslamê xwe dikujin û xelkê jî dikuştin.



06.07.2015 13:36 | hola êzîda

9. rewşa kurdên ku raya xwe dane akp'ê ye.



02.11.2015 00:08 | nazim tolhildan

10. Mirov dikare bêje ku rewşa derûniya ya hemû gelê tirkiyê ye. Ev gelê rojhilata navîn, kî bikute quna wan ji wan hez dikin.

Ji feqîrî di nav sefaletê de dijîn, piraniya wan emr û heyata xwe de carek tenê neçûna sinemayê, di standartekî pir kêm de dijîn, lê xwe weke kralê ewropa dibînin erdoganî weke serokê dinyayê dihesibînin û bi vê pesnê xwe didin, diçin reya xwe jî didin xwediyê keştiyan û qesran.



Bi rastî ev akpê layiqê wan e.



02.11.2015 21:38 | brusk56

11. Rewşa ku mirovên elewî û kurdên bakur niha tê de ne. Rastî ev sendrom di jîyana rasteqîn de ne wekî di rêzefîlma (bnr: la casa del papel) ê de tê xuyan.



04.06.2020 18:39 | yûsiv

12. sendroma ku kurd tê ne
hişê kurda pir qels e
kesên ku bi wan re heya diho ji dijmin bûn
roja din bi wan re dibine heval û hogir



04.06.2020 21:36 ~22:12 | merwano

13. Min ê jî bigota ev ê ev sernav vekiriye li rêzefîlmê La Casa de Papel temaşe kiriye.



05.06.2020 14:14 | oceancr

dengdanên dawîn (yên din..)
pelûl [1]
Diranê feqîran di pelûlê da dişike....
tirşik translate [3]
Mirmirokî:kekremsî Mêrokî:erkeksî Mîrovokî, merivokî: însansi Tirş...
kerguh [3]
Ajalekî şêrîn e Ji bo "taybetmendiyên" wan gotine kerguh. Gu...
pelûl [1]
Ez pir jê hez dikim li jor nivîskar gotiye xwarin û şêraniya pîr û ka...
pelûl [1]
şêranîya ku bi ard-arvan û av û şekir çêdibe. kesê bixwaze kare ji dêl...
belki ev jî bala te bikişînin
» sendroma lîmayê

Kategoriyên mijarê:: zanistitenduristi
nivîskarên ku li vê mijarê nivîsîne


sitemap
reklamokên beredayî