Kategoriyan hilbijêre;

Tenê yên kurdî?:

Pêşîn yên:

Agahî: dema 2 an jî zêdetir kategorî hatin hilbijartin, bila mijar wan hemû kategoriyênku te bijartine, bihewîne an hema tenê yek ji wan kategoriyan bihewîne jî bes e?
Hemû an hema kîjan be:


10 mijar û 10 peyam
nivîskarên ku ji ber serbestiya fikrî ya di tirşikê de dev ji nivîskariyê berdidin - tirşik
nivîskarên ku ji ber serbestiya fikrî ya di tirşikê de dev ji nivîskariyê berdidin
(5) (0) (2)
di mijarê de bigere

1. nivîskarên ku xweranegir in, bêtehemûl û bêtolerans in.. zirz û serhişk û cirnexweş in.. bi piranî alÎgir û sempatîzanên pkkê ne lê di nav wan de yên ji ber rexneyên tund û tûj yên li ser kesayetên din yên siyaseta kurd jî dev ji tirşikê berdayîn hene.. kurdên îslamî heta êvarî behsa xweşbînî û mûsamaha û xweragiriya li hemberî fikr û baweriyên din û yên din dikin û dîsa kurdên çep û sosyalîst heta evarî behsa demokrasÎ û serbestiya fikrî û serbestiya xwederbirînê ya kesên din dikin lê dema guh bi dengeke muxalîf dikevin tavilê mehdê xwe tirş û tehl dikin û şûrê xwe yê jinavbirin û tunekirinê serberjor dikin.. û tekane argûmanta van camêr û canikan jî berdêl e.. çi gava dengekî muxalîf seh bikin tavilê xwe dispêrin vê çeper û kozika pÎroz.. neyse ez meseleyê dirêj nekim di nav kurdan de kêm platformên ku wekê tirşikê heçî kesê bivê dikare bihêsanî û biserbestî ya dilê xwe der bike û bêje hene, lê nizanim ne ji ber tunebûne elim û edeteka bi vî rengî an bi rastî jî di kodên me yên genetîk de bêtehemûlî û xweranegerî heye, hebûna tirşike di çavên camêrinan re diçe û hem xwe jê dûr vedidin û hem jî bi hirde û wêde propagandaya reşkirina tirşikê dikin..



03.12.2013 03:55 | endazer

2. nivîskarên an ji kurdên hevîdarin ku hemû kes weke wan bifikirê û bijî.Lê mixabin ew heyama zordestîya vê zihnîyeta reş û tarî qedîya.kesên ku ji bo serbestîya fikrî ya di tirşikê de dev ji niviskariyê berdidin bila reya wan ji vê derê hetta esfelesafînê vekirî bê.*



03.12.2013 16:31 | karmatî

3. kesên ku rexneyan dikin û çarçoweya rexneyê jî ew bixwe diyar dikin ku mesele rexne be dibêjin rexne pirr baş e nîşana pêşveçûyînê ye lê sînorê camerine diyar dikin bi kurtasî ew dibêjin ew dipêjin mertala wan jî amade ye "berdêl"!



03.12.2013 18:05 | ferhenga şikestî

4. nivîskarên ku ji ber hebûna tirşikê şok derbas dikin, in.

bawer û texmîn dikim ku piştî dev ji vir û nivîskariya xwe berdin jî nikarin xwe bigirin û dîsa tiştên ku li vir tên nivîsandin, dişopînin. heta belkî jî bi naveke din dîsa vedigerin.

çima? ji ber ku dema we çavên xwe girtin an jî serê xwe kir nav axê de, rastî û tirşik wenda nabin



03.12.2013 18:32 | simurg56

5. (bnr: dîno)

(bnr: quto)

(bnr: reşkêşevê)

û çendek ji nivîskarê jêbirî



19.02.2014 02:49 | endazer

7. (bnr: nazim tolhildan)

(bnr: rasteqîn)



nazim tolhildan ji ya xwe hat xwar û vegeriya rasteqîn jî înşeleh di rê de ye.. *



17.03.2014 00:48 | endazer

8. nivîskarên ku ez bawer im, bi navên cuda û veşartî be jî, di nav me de hebûna xwe didomînin.

dema mirov ji malperekê aciz bibe û wê biterikîne jî, meraq dike bê ka li wir çi diqewime. ger bêyî ku têkeve, yên ku têne nivîsandin bixwîne, dîsa pêdivî pê dibîne ku bersivê bide.

yanî ger mirov bixeyide û here, an divê êdî weke xwendekarek jî wê malperê nexwîne, an jî divê bi navek nû bibe endam û dîsa bersivan binivîse.

(bnr: ez ji xwe dizanim)



19.03.2014 22:12 | simurg56

9. (bnr: derewa azadiya fikirî ya ragihandinê)



11.09.2015 00:33 | dijber

10. dev jê berdana ez dikarim sond bixwim ku %200 tev ji rîyê endazer dane



11.09.2015 00:42 ~00:43 | shorbevan

11. Dema ez fikrê xwe dinivîsinim, qene ez xeber didim dê û bavê van.
Yek ji min re gotî ye "dewarê Sêrtê" ka ez bêjim çi?
Serbestîya fikra kurda gelo tinne ye?



30.03.2020 14:36 | dilreş

12. Erê welle ez tev li hevalê dilreş dibim. Hinek kes hedê xwe nizanin û ev yek jî dibe sedema sarbûna ji tirşikê. Divê rêveberî çareseriyê bibîne. Kesek ji min ra bigota dewar minê çêr bikira.



30.03.2020 16:10 | xabûrî

13. Divê em carnan rexneyan qebûl bikin û carnan jî gotinên hişk re jî rêz bigrin.Ev Tiştekî piçûk e , gotinên wisa carnan dibin.
Lê ez li gotina hemberê dilreş jî erê nakim.Û li vir dilreş mafdar e.Dilreş çewt e nîne ne girîng e.

Lê divê ev nîqaş ji formata tirşikê xirab neke.

Her bijî yekitiya tirşikvanan!



30.03.2020 18:18 | brzn

14. (bnr: bila moderator endazer were guhertin)



31.03.2020 11:10 | bûtîmar

15. (bnr: rexne) û (bnr: heqaret)



31.03.2020 12:58 | xabûrî

Hemûyan Bixwîne

dengdanên dawîn (yên din..)
rexşê belek [1]
Navê hespê ristemê zal e. Di destanên persan mina şehnameya firdewsî...
pelûl [1]
Diranê feqîran di pelûlê da dişike....
tirşik translate [3]
Mirmirokî:kekremsî Mêrokî:erkeksî Mîrovokî, merivokî: însansi Tirş...
kerguh [3]
Ajalekî şêrîn e Ji bo "taybetmendiyên" wan gotine kerguh. Gu...
pelûl [1]
Ez pir jê hez dikim li jor nivîskar gotiye xwarin û şêraniya pîr û ka...
belki ev jî bala te bikişînin
» nivîskarên şevîn
» berdan mardînî
» fikrî amedî
» tirşikê bixwin lê nebin tirşikçî
» devê xwe şur kirin

Kategoriyên mijarê:: tirsik
nivîskarên ku li vê mijarê nivîsîne


sitemap
reklamokên beredayî