Kategoriyan hilbijêre;

Tenê yên kurdî?:

Pêşîn yên:

Agahî: dema 2 an jî zêdetir kategorî hatin hilbijartin, bila mijar wan hemû kategoriyênku te bijartine, bihewîne an hema tenê yek ji wan kategoriyan bihewîne jî bes e?
Hemû an hema kîjan be:


8 mijar û 10 peyam
zeveş - tirşik
zeveş
(0) (0) (1)
di mijarê de bigere

1. zeveş, li her derê kurdistanê belav e. Bi piranî jî celebek ku jê re 'zeveşê amedê' tê gotin bi nav û deng e. ew mîrat jî pir xweş e. kurd zeveşan dixwin, dendikên wan diqelînin, difiroşin, qalik/qaçilên wan didin çêlekan, pir kêm be jî hinek jê rîçala wan jî çê dikin. em dikarin bêjin ku kurd bê zeveş nabin. malek ji du kesan jî ava be herî kêm 5-6 donim zeveşan datîne/diçîne.



03.12.2013 12:02 | gernasnenas

2. ez zen dikim ku navê vê mêwî zebeşe.



03.12.2013 12:24 | nazim tolhildan

3. fêkiya ku li gorî deveran wek zebeş û cebeş jî tê bilêvkirin.. hetta min seh kirî forma belavtirîn ya navê vê fêkiyê şebeş e.. li aliyê mêrdînê jê re dibêjin cebeş ji xwe camêr ji diyarbekir re jî dibêjin carbekir..

navê wê bi diyarbekir re derketiye.. yanî şebeşên diyarbekir nav bi xwe dana.. her sal li ber avahiya walîtiya diyarbekir festîval û pêşbaziya şebeşan tê lidarxistin.. şebeşên li vir bêtir bi giraniya xwe zêde tên zanîn.. her yek ne kêmî 40-50 kêloyî ye.. bi qasê ku di bîra min de maye diyarbekirî evan şebeşan li nav baxçeyên xwe yên li tenişta çemê dîcleyê ku jê re baxçeyên hewselê jî dibêjin, diçînin û dîsa eger ne şaş bim ji bo ku ev çend gir û giran bibin bi gubreyê kevokan tên gubrekirin..



03.12.2013 13:24 | endazer

4. zebeş e dendik reş e, çi fêqiyekî xweş e.

li hekarya yê jê re dibêjin şivtî.



03.12.2013 13:57 | mîrêhekarya

5. em dibêjin zebeş û zebeşên amedê meşhûr in.



03.12.2013 15:44 | emrah12

6. fêkîya meriv lê ecêb dimîne bi lemeka zirava çêdibe giranîya wî hetanî 50-100 kilo jî diçe dervayê wî pirahî keske piçek zere piçek spîye û zikê wî sore bîçimê wî gulovere carna yên bêteşe jî hene wekî serê evdoyê me û fêkîya li ser rîyê dinyayê herî xweşe bimin. di dora hezîranêda yên iranê û edenê zû dertên lê nîvê yê amedê nabin.



08.06.2015 22:33 | shorbevan

dengdanên dawîn (yên din..)
pelûl [1]
Diranê feqîran di pelûlê da dişike....
tirşik translate [3]
Mirmirokî:kekremsî Mêrokî:erkeksî Mîrovokî, merivokî: însansi Tirş...
kerguh [3]
Ajalekî şêrîn e Ji bo "taybetmendiyên" wan gotine kerguh. Gu...
pelûl [1]
Ez pir jê hez dikim li jor nivîskar gotiye xwarin û şêraniya pîr û ka...
pelûl [1]
şêranîya ku bi ard-arvan û av û şekir çêdibe. kesê bixwaze kare ji dêl...
belki ev jî bala te bikişînin
» zeveş

Kategoriyên mijarê:: xwarinvexwarin cihuwar
nivîskarên ku li vê mijarê nivîsîne


sitemap
reklamokên beredayî