Kategoriyan hilbijêre;

Tenê yên kurdî?:

Pêşîn yên:

Agahî: dema 2 an jî zêdetir kategorî hatin hilbijartin, bila mijar wan hemû kategoriyênku te bijartine, bihewîne an hema tenê yek ji wan kategoriyan bihewîne jî bes e?
Hemû an hema kîjan be:


8 mijar û 9 peyam
taraf - tirşik
taraf
(0) (0) (3)
di mijarê de bigere

1. van roja yek ji cepheyên cemaatê ye. pişta xwe daye cemaatê û davêje akpê.



03.12.2013 22:37 | simurg56

2. di serî de hatanê roja îro di bin siya cemaatê da ye...



03.12.2013 22:58 | newenda

3. gava ku ez di lisêye de dixwandim, bi manekî, ev akademîya min bû.



heri peşîn mamoste mahçupyan, paşê ahmet altan, dûv re levent yılmaz, serdar kaya, cahit koytak û mirovan heja wekî wan, bi awayê fikrî û hesî, ez gelekî têr kirim. lê niha, her çiqas niviskarên vê zêde bûye jî, mixabin, ji bo min mina çolekî ye.



13.01.2014 18:28 | ervah.azad

4. carna je niwiskaren baş jı lı vır dınıvisin vek murat belge,ümit kıvanç,roni morgules,ferhat kentel.



01.02.2014 22:25 | hogırekoseri

5. rojnameya ku vêga rastî êrîşan hatiye û malpera wê, ya samanyalou tvyê û ya ajansa cîhanê, venabe.

malpera xwe de vê rewşê wisa rave kirine;

"GAZETECİLİKTEN, ÖZGÜRLÜKTEN VE TARAF’TAN KORKAN ALÇAKLAR



Taraf internet sitesi son bir haftadır organize bir saldırı altında. Demokratik seçimden, gazetecilikten, özgür medyadan korkan alçaklar bugün yine bir saldırı gerçekleştirirek, sitemizi hacklediler.

Başardıklarını sanıyorlar kaybettiler. Taraf’tan özgür habercilikten ne kadar korktukları da ortaya çıktı.

Bize ne kadar güçlü olduğumuzu bir kez daha gösterdiler. Siber değil, süper askerler, tetikçiler gönderseniz fayda etmez.



Taraf’ı susturamazsınız. Kısa sürede tekrar yayındayız… "



30.03.2014 20:16 | simurg56

6. rojnameya ku berî demekê weşana nivîsên nivîskarên xwe yên quncikê ya li malpera xwe ya înternetê, dabû rawestandin. ya rasttir, êdî tenê kesên ku bûne aboneya malpera tarafê (bi peretî) dikariyan bixwînin.
loma ev demek bû min nivîsên li vir nedixwend, lê min îro dît ku dev ji vî karî berdane û dîsa nivîsan belaş diweşînin.



13.10.2014 22:13 ~2019.11.16 13:47 | simurg56

7. rojnameya van rojan dîsa buyî rojev di medyaya gû-xwar a tirkde. lê mesele çi ye tevlîhev e ji ber ku êdî hatiye girtin. li ser meseleye ahmet altan nivîseke baş weşandiye;

Here lînkê



rojnameya 27 Tîrmeh 2016de bi 44 rojnameyên din re, ji ber lêpirsîne ji bo hewldana desteser kirine ya 15 tîrmeh 2016an hatî girtin.



09.08.2016 12:38 ~12:41 | azadixwaz

8. rojnameya berê nivîs û agahiyên xweş lê dihatin weşandin nivîskarên bi qalîte lê hebûn, agahiyên wan bê tirs dihatin weşandin ..ew jî di destê cemaeta fetoda bû, li gorî dilê wan lê dida, ez dibêjejim weşanên wê ne ji bû xwedê bûn.. (gotina min ji nivîskarên wêre tune)



10.08.2016 00:32 | shorbevan

9. demekî hema bêje her roj min dikirî û bi baldarî dixwend -bi taybet jî gotarên ahmet altan-, heta ji ber vê rojnameyê min dev û pozê dikandarekî di nav xwînê de hêlişt.

demekî li stembol, çûm dikanekî, hema bêje hemû rojname hebûn lê min kir û nekir min rojnameya tarafê nedît, min ji dikandar pirsî, bi zirt ji min re got ''biz taraf tutmuyoruz'' min jî ligel çend dijûnên kesanedî jê re got ''taraf tutup tutmadığını sormadım, taraf satıyor musun, satmıyor musun?'' wî jî bi dijûnan bersiv da, destê min de nanekê sumon hebû, min nan li nav çavê wî da û bi kulm û pehînan ketim ser laşê wî, heta hevalê wî yên dikandar pê ve hatin, min bêhna xwe lê fireh kir, lê mîratê li wê semtê marketa nêzik ew der bû, piştî şer ji bo kirrîna nên, bi otostopê nîv saetan rê diçûm. semta ez behsê dikim sîteyeka li yukarı halkaliyê bû.



10.08.2016 21:50 | endazer

Xêra xwe vê peyvê ji îngîlîzî wergerîne kurdî
evsene
dengdanên dawîn (yên din..)
pelûl [1]
Diranê feqîran di pelûlê da dişike....
tirşik translate [3]
Mirmirokî:kekremsî Mêrokî:erkeksî Mîrovokî, merivokî: însansi Tirş...
kerguh [3]
Ajalekî şêrîn e Ji bo "taybetmendiyên" wan gotine kerguh. Gu...
pelûl [1]
Ez pir jê hez dikim li jor nivîskar gotiye xwarin û şêraniya pîr û ka...
pelûl [1]
şêranîya ku bi ard-arvan û av û şekir çêdibe. kesê bixwaze kare ji dêl...
belki ev jî bala te bikişînin
» taraf

Kategoriyên mijarê:: rojname
nivîskarên ku li vê mijarê nivîsîne


sitemap
reklamokên beredayî